Gotara Lîloz Hisên li ser Reşîdê Kurd

* Ev gotar ji rojnameya Ronahiyê hatiye wergirtin.

Lîloz Hisên/Qamişlo

Reşîdê Kurd sala 1910an li gundê Rewşatê (Dêrika Çîyayê Mazî) ji dayik bûye. Sala 1930î bi çend mehan hatiye girtin.

Carekê ji girtîgehê reviyaye lê dîsa wî digirin. Piştî gelek îşkence û zextê careke din reviyaye û derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Li Amûdê bi cih bûye û li ser zimanê dayikê û giramêrê dest bi lêkolînan kiriye. Pirtûka “Zimanê Kurdî û Gramêra Wê” nivîsiye û sala 1956an li Beyrûdê çap kiriye.

Reşîdê Kurd bi Seydayê Cegerxwîn, Kamîran Bedirxan, Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Qedrîcan û Osman Sebrî re bo parastina zimanê dayikê û çanda Kurdî dixebitin.

(Ev wêne ji rojnameya Ronahiyê hatiye wergirtin.)

Çîrok, gotar û helbestên xwe li Şam û Beyrûdê, di kovara Hawar û Roja Nû de belav kiriye.

Dewleta Sûrîyeyê ew gelek caran girtiye û îşkence lê kiriye. Piştî van zehmetiyan neçar maye û çûye Iraqê. Wek penaber serî li Hikûmetê daye lê qebûl nekirine. Wî şandine Sûriyeyê. Dewleta Sûriyeyê wî digire û dikeve zindanê.

Reşîdê Kurd piştî ewqas êş û zilmê nexweş ketiye û sala 1967an berê xwe daye Yekîtiya Sovyetê. Bo dermankirinê çûye Bulgarîstanê.

Ew dilê ku ji bo kurdayetiyê lê daye di 20ê Kanûna 1968an sekiniye. Reşîdê Kurd li bajarê Amûdê hatiye veşartin û wek “şehîdê girtîgeh û zindanê” hate bi nav kirin.

Wî pîrtûkên bi navê “Ez Reşîdê Kurdî”, “Kerwan” û “Zindan” li Girtîgeha Mezayê (Sûriyeyê) nivîsandiye.

Tê gotin: Gava dizane ku ew ê bimire, ev gotinên bi wate ji zimanê wî derketine:

“Hîn pir kar û barên min hene ku divê ez bikim. Min ew karên xwe nebirine serî. Na divê ez niha nemirim. Divê ez vegerim baxçeyên Dêrikê ku min ji mêj ve bêriya wir kiriye, paşê bila mirin were.”

Reşîdê Kurd… Li gel Seydayê Cegerxwîn.