Fêrgîn Melîk Aykoç
Li her herêmê bi awayek stran û lawijan li ser cot û cotkariyê hatine çêkirin. Di nava van stranan de cuda cuda mijar hatine bikaranîn. Ji formên cidî û bi wate bigire, heta formên mizahî hatine bikaranîn. Em ji van formên mîzahî yekê li jêr pêşkêş bikin.
Gîsnim hebû, gîsnim hebû, gîsnim hebû, misrî cewher bû
Min bi wî gîsnê, min bi wî gîsnê, min bi wî gîsne gortik rakir
Mişkê koro, xiltê koro, mişkê koro tev xirav kir
Tevran bînin, bêran bînin, zincîran bînin kotanan bînin
Mişkê koro, xiltê koro, mişkê koro jê derînin
Kêran binin, bivran binin, kêran bînin şûran binin
Mişké koro, mişkê koro, mişkê koro ji hev derinin
Bang mele kin, bang lele kin
Mişké koro tev parve kin
Hûr û pizûr para xezûr
Goştê parsuyê para xesûyê
Rêviyê navê para zavê
Goştê nenûkê para bûkê
Goştê hêtê para metê
Goştê pêqike para xaltîkê
Parsûyê çepê para apê
Goştê milê para xalê
Goşte singê para xwengê
Xwêna kêrê para birê
Dilê bi tam bide pismam
Her dû hêlik para kalik
Goştê qirikê para pîrike
Hestiyê qûnê para xatunê
Her dû pîlan bidin melan!
Li ser cot, zevi û xozanan gelek stranên bi deng û bêguman yên evînê ji hene. Mirov dikane wek minak kilama “Xozane” bigire.
Were wey xozanê wey xozane
Aliyek deşt û yek zozané!…
Govenda Cotkariyo
Cot û cotkarî bûye mijara govendan jî. Li devera Depê (Karakoçan) govendekê bi navê “Cotkariyo” heye.
Mirov berê mil li ser milan li cihê xwe dilize, gava stran diqede û moz bi ga digire, serkêşê govendê bazdide, yê din li pey.
Lê gava serkêşê govendê bi carê ve bê haya listikvanan bi awayekî bi erdê ve mixkirî radiweste, hemû lîstikvan di ser hev de dikevin.
Strana vê govende wiha ye:
Cotkariyo lo lo lo, cot li xetê way way
Toxim bavê lo lo lo ser helatê way way
Bejna zirav lê lê lê çi li te tê way way
Malikên me lo lo lo çûne Botan way way
Barkirine lo lo lo barê rotan way way
Qîz bigirin lo lo lo qedayê xortan way way!
Cotkariyo lo lo lo, cot li xetê way way
Toxim bavê lo lo lo ser helatê way way
Bejna zirav lê lê lê çi li te tê way way
Malikên me lo lo lo çûne dûzan way way
Barkirine lo lo lo barê gwizan way way
Xort bigirin lo lo lo qedayê qizan way way!
Cotkariyo lo lo lo, cot li xetê way way
Toxim bavê lo lo lo ser helatê way way
Bejna zirav lê lê lê çi li te tê way way
Malikên me lo lo lo çûne Piran way way
Barkirine lo lo lo barê hêciran way way
Kal bigirin lo lo lo qedayê pîran way way!
Dua û nifir
Ji gel:
Zeviya te pirêz û hîm be, cot ne li bin be!
Zeviya te bê cot, cotê te bê ga be
Mala te wêran be, li ber paga be!
Cotê te zil, hebûna te fort be
Zeviya te xozan û gort be
Mala te bê xort be!
Ji min:
Ki bêje zimanê kurdî ne xweş e
Ji bo zimanê xelkê têbikoşe
Gîsinê cot zikên wan biqelêşe
Tîr di wan be, bimire bi serêş e!
Çavkanî
Fêrgîn Melîk Aykoç: Çavkaniyên Çanda Gel, Weşanên Ar, 2012/Stenbol, rûpela 27-30
Me wêneyê mamoste Aykoç ji malpera philosophiakurdi.de girtiye.