Govenda Şêxanî

Firaz Baran/Bielefeld

Hefteya borî em li bajarê Bielefeldê bûn. Min li Dibistana Govendê bi mamosteyan re hevpeyvîn çêkirin.

Hevpeyvîna bi Folklornas Welîyê Botî re bandor li min kir. Ji ber ku ew li Çiyayê Gabarê hatiye dinyayê. Cihê ku Fermandar Egîd lê şehîd bûye jî dizane.

Em li ser çiyayê Gabar û gundên wê jî axivîn. Weliyê Botî dibêje, “Li Çiyayê Gabarê 500 gund û mezra hebûn, dewletê hemû yan şewitandin, yan jî vala kirin.” Ez ê sohbeta me ya li ser Çiyayê Gabarê di nûçeyeke din de biweşînim.

Govendên Botanê

Di vê nûçeyê de em ê govendên Botanê û bi taybetî jî govenda Şêxanî binivîsin. Mamoste Weliyê Botî navên govendên Botanê wiha rêz kir:

“Ala Dîno, Bêlûte, Dugav, Erê Bazo, Hurzê, Lorkê, Mil, Narê (Giranî), Semedanî, Sixcanê, Şêxanî, Takowî, Talanê, Tinêtinê, Xelef, Qulingî.”

Ez ji Weliyê Botî pirsa lîstika Şêxanî dikim. “Dema em li ser Youtubê govenda Şêxanî temaşe dikin, fîgurên cuda tên dîtin. Sedema vê yekê çi ye?”

Şêxanî

Mamoste got: “Govenda şêxanî çar fîgur e. Hemû herêm her çar fîguran nizanin. Fîgura yekê Cîzîrî, ya yekê u du Șirnexî, ya sisîyan Silopî û ya çarê jî Qilaban u Behdînan direqisin.”

Gelo navê vê govenda çima Şêxanî ye? Weliyê Botî li ser vê pirsê jî ev agahî parve kir:

“Li welatê me şêx, mîr, beg û navser (extiyar) li hemû dawetan de nedireqsîn. Rojekê gotine: ‘Ger em bireqisin jî em giran bireqisin. Xwe nizm nekin, der nekin û kubar bireqsin.

Şêxên cem me xwe didin du hevdû û reqsek şêxanî derdixin. Giran e. Dema ku tu temaşe dike, tu dibêje: Ewqas çêdibe? Em dersê jî didin. Ew dîlan bi navê Şêxanî derketiye.”

Gelo şêxê Êzdî yan Misilman? Weliyê Botî dibêje:
“Şêxên Êzdiyan û şêxên Misilmanan digerînin. Dîlanek gelek kevn e. Îro li Botanê Êzdî nemaye.

Beriya 70 salî eşîra Hewêrî hebûn. Hewêrî derbasî Başûr bûn. Hesamê Hewêrî mezinê wan bû. Bavê me ew dîtibû. Ji Kela Memê (Qilaban) hetanî Bêşebapê mintiqayên herî xweş yê wan bû.

Ferman derket û hemûyan cîhê xwe vala kirin û çûn. Dewletê ferman rakir. Wek îro ji xwe re zilamên xwe çêkirin û êrîşî gelê me kirin. Îro jî cerdewan hene. Ne min nas dikin, ne Êzdiyan.”

Li gorî agahiyên Weliyê Botî, dîlana Şêxanî bi def û zirne yan jî bi devkî tevî strana Şêxanî tê lîstin. Gelek stranên Şêxanî hebûne. Mamoste dibêje: “Tu dikarî bi rîtma 6/8 Şêxanî ber bilîze. Lê strana xwe jî heye.”

Strana Şêxanî

Yek strana Şêxanî li jêr e:

Hey şêxanî û şêxanî
Delîlem loy lo delîlem lo

Yek zanî û yek nizanî
Delîlem loy lo delîlem lo

Mala me li mezrê danî
Delîlem loy lo şêxanî

Mezre teng bû nehilanî
Delilem loy lo şexanî