Gundê Kurda

Firaz Baran / Diusburg

Di 15ê Hezîrana 2024an de li bajarê Diusburgê (Almanya) Festîvala Zîlan pêk hat. Festîval li parkekê, yanê li qadeke vekirî hat lidarxistin.

Hunermend Amele li qada festîvalê Gundê Kurda ava kir. Gundê Kurda eleqeyek mezin kişand ser xwe.

Di bin konê reş de 60 dengbêjên jin û stranbêjên amator stranên kurdî  gotin. Jin TV, Stêrk û Çira TV li vir weşanên zindî kirin. Hema bêje her kesê ku beşdarî festîvalê bû serdana Gundê Kurda kir û wêne kişandin.

Tiştên ku li Gundê Kurda hatin pêşandan ev bûn:

Konê 14 sutûn
Meşk
Destar
Bangor
Tendûr
Sembolên çar baweriyan: Îslam, Êzdî, Xwezaperest û Xrîstiyan (Gelê Suryanî)
Nemrûd
Girê Miraza (Göbeklitepe)
Şivana Jin
Kaniya Gundê Me

Çîroka Şivana Jin

Hunermend Amele der barê Şivana Jin de ev agahî dan kovarahuner.org: “Min li Salzgitterê jinek a welatparêz nas kir. 7 sal li Wanê şivantî kiriye. Ji bo ku xwe biparêze cil û bergên mêran li xwe kiriye. Ez ji vê yekê bandor bûm. Şivana Jin nûnertiya wê welatparêza me dike.”

Hunermend der barê konên reş de jî agahiyên balkêş dan: “Mar, beraz, dupişk û hirç ji ber bêhn û mûyên wê nêzî konê reş nabin. Dûpişk ji bêhna wê, yên din jî ji mûyê bizinan bêzar dibin.”

Borî

Gundê Kurda cara yekem di 15ê Tebaxa 1997an de li bajarê Düsseldorfê (Almanya) hat vekirin. Ji wê demê heta niha hunermend Amele her sal li welatên cuda Gundê Kurda ava dike. Gelê Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşan dide. Hunermend Amele wiha dibêje:

“Mirov tên û li konê rûdinîn. Hin ji wan digirîn. Jiyana li Kurdistanê tê bîra wan. Li ser meşkê, di bin kona reş, cem dergûşê û hwd. wêneyên xwe digirin û stranan dibêjin. Taybetî stranên dengbêjan hesten cuda derdixin.”

Foto: Brûsk