Hêjmara Duyemîn Derket

Hejmara duyemîn a kovara Hunerê derket.

Mijara sereke ya vê hejmara şehîdên çand û hunerê ye…

Kovara ku bi tevahî 100 rûpel e, çîroka Botanê (Koma Berxwedan-1987) ku yek ji kasetên herî bi bandor ên dîroka Hunerkomê ye, nivîsandiye.

Ji bo vê jî kovarê bi Xelîl Xemgîn re hevpeyvînek taybet çêkiriye. Ji bo vê kasetê Şehîd Mizgîn gelek ked daye û gotarê de hewldanên şehîd Mizgîn tên parve kirin.

Rûken Garzan hevrêya Şehîd Mizgîn e. Di sala 1991 û 1992an de li parêzgeha Xerzan tekoşîn kiriye. Rûken Garzan di kovarê de gotarek nivîsiye û li parêzgeha Xerzanê xebatên Şehîd Mizgîn parve kiriye.

Hunerê jiyana Kasim Ozden (Şehîd Sîpan) jî nivîsandiye. Ozden, sala 1987an tevlî yekemîn Mîhrîcanê dibe û dibe yekemîn.

Piştre tevlî gerîla dibe û di sala 1992an de şehîd dikeve. Ji bo vê gotarê Huner çûye bajarê Celleyê û agahî ji dayîk û birayên Şehîd Sîpan girtiye.

Şehîd Sîpan kurê Şehîd Mam Zekî Şengalî ye. Di kovarê de wêneyekî pir taybet jî hatiye weşandin.

Dosyaya din a sereke jî li ser stranbêj Şehîd Hemîdo ye. Şehîd Hemîdo sala 1993an li Qoserê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Kovarê jiyan, têkoşîn û berxwedana Şehîd Hemîdo parve kiriye.

Her wiha di derbarê derhênerê sînemayê Şehîd Halîl Dağ, hunermendê şanoyê Şehîd Yekda Herekol û Şehîd Hozan Sefkan de jî gotar û danasîn hatine weşandin.

Hunerê, wêneyek hunermend Şehîd Çiya jî parve kiriye ku cara ewil tê weşandin.

Nivîsên Rêber Apo û Mustafa Karasu jî di vê hejmarê de cih digirin.

Di kovarê de beşa Cegerxwîn jî bal dikşîne. Kovarê bergên çapên yekem ên pirtûkên helbestvanê mezin Cegerxwîn parve kiriye.

Her wiha dosyayeke din a balkêş jî lêkolîna Bahadîn Robar a bi navê Dengbêjiya Botanê ye.

Kovara Huner bi Veysî Varli re hevpeyvînek jî parve kiriye. Varli stranên di arşîva muzîkê ya TRTê de lêkolîn dike û dibîne ku: Hunermendên TRTê 1.500 (hezar û pêncsed) stranên kurdî digirin, gotinan jê dikin û bi gotinên tirkî ji nû ve dixwînin. Ew nanivîsin ku stran bi kurdî ne. Varli li ser xebatên xwe yên dûr û dirêj agahiyan dide.