Şoreş Reşî di vê gotara balkêş de van babetan rave dike:
1- Bûka baranê
2- Birayê Xwînê û yê Xewê
3- Tolik (Xaniyê Binerd)
4- Hevşo
Şoreş Reşî
Di nava civaka kurdên li navênda Anatoliyê dijîn de, di serdêmên berê de gelek kevneşopî û lîstikên cur bi cur hebûn lê îro piraniya wan nemanê, zarok û nevîyên me jî ji wan ne agahdarin.
Lîstik, piranî bi amûrên di nava xwezayê de dihatin lîstin û ew yeka jî nîşan dide ku dema ew li koçberiyê an li çolê bûn, ji bo xwe hinek lîstik afirandine û pê wexta xwe derbas dikirine. Hinek je wiha ne:
1- Bûka baranê
Dema baran nedibarî û hişkîyê, zarokan du dar mîna xaçekê dihevde mix dikirin. Jorîya der, yanî cîhê seri paçek lê giredidan û şarek dor seri re çexdikirin. Fanîlekî kevn bi ser der de dikirin û zarokan bi jêrîya wî digirtin û li nav malan digerandin.
Her mala ku diçûnê, av li bûka sembolîk dikirin û xwedîyên malan hêk, mast, sewar, run, şekir, nan an xûrekekî din didan zarokan.
Zarokan ew tişte ku berhev kirinî, dikelandin û li dervê dixwarin. Dema digerîn strana ”Bûkê Baranê” digotin, mezinan jî dûa baranê dikirin.
Lê mixabin min herdû jî peyda nekirin. Avayê din jî bi vî awayî bû ku emên mêrên mezin kom dibûn û diçûn ser ciyên bilind, qûrban serjê dikirin, nan dixwarin û dûa dikirin ku ma baran bibarê.
2- Birayê Xwînê û yê Xewê
Du kesan ji zendên hev xwîn dirijandin û ew xwîna ya tevhev dikirin yan jî heryekî diropek tevlî avê dikirin û herdûyan jî ew ava bixwîn vedixwarin û dibûn birayên hev.
Ya din jî, jin û mêrek hema şevê bihev xevn dibînin ew dibin xwîşk û birayên hevên xevne.
3- Tolik (Xaniyê Binerd)
Wek odeyekê erd dikolan, dora wî cîhî niv metro bi keviran hevşo digerandin. Ser wî dûwarî darên kalind davitin û binê wan bi kûtekekî destek dikirin.
Ser daran jî gor şertan qamiş, neylon, sap, kes davitin û serê wî jî ka û ax dikirin.
Mirov di wan de dijîn û gelek germ dibin. Hema hema mirov dikarê bê agir û sobê jî di wan xanîyan de bijî.
4- Hevşo
Li çolê, dora cîhê tespît kirinî, bi qasî metroyekî kevir didan ser hev. Dora keviran bi qamûş digirtin û koka wan dikirin nava axê. Ji wal walîyan de xali li ser qamûş dikirin û zivistanan pez dikirin hûndir.
Gor îmkanan, hinek caran tîkan û gunî jî davitin ser hevşo. Dema ka teva dibû, pez tîkan, gunî û qamûş dixwar. Dema ew jî teva dibû heriya hevidû dixwar û pê dimirin.
* Şoreş Reşî nivîskarê pirtûkên bi navê “Çoko”, “Heco”, “Dîroka Canbegan”, “Dîroka Kurdên Xalxalê”, “Stran û Awazên Anatoliya Navîn”, “Dîroka Hêla Sewêdan” û “Dîroka Kurdên Koçber” e.