Firaz Baran (Lêkolînerê Elbistan û Markazê): “Şoreş Reşî ji bo kurdên Anatoliyê nivîskarekî girîng e. Ew bi lêkolînên xwe kurdên Anatoliyê belge dike. Bi koçberî û serdema nû re, hin nirxên me dibin dîrok an jî têne jibîrkirin. Şoreş Reşî bi lêkolînên xwe vê yekê îspat dike: Nivîskarî hunera parastina hafizeya civakê ye.”
Lêkolîna Şoreş Reşî a beşa duyem li jêr e:
Şoreş Reşî
5- Destar
Ew ne tenê du kevirên pahnê li ser hevê ku mirov pê sewar dihere ye; roleka wî ya civakî jî hebûye û dibû sebeb ku keç û xortên evîndar hevidû bibînin û şevêka xweş bihev re derbas bikin!
Rastê ku destar amûrekî pê dan û sewar pê dihatiyê herîn lê ew bi hêza gencan dihatê bikar anîn. Çend gencan bi destiyê wî digrin, bi kefxweşî kilamên dilan distirên û di dorhev re çêxdikirin ku genim bê herandin.
Dema destên gencan tên serhev jî agirê evînê bilind dibe û hestên wan dicoşin…Wiha dibûye; lawikek di navberê du keçikan de rûdiniştiye, hemîyan destên xwe didine serhev, destarî dihatiyê çexdikirin û genimê kelî dihatiyê diheritin.
Dema keçik û xort li malekê digihêştine hev, sê kesan bilxûrî diherîne û yên din jî li pêş male govendê dikşandine û li zixiltiyê dexistine. Kesên dorê xwe dihatinî bihev cîhê xwe digûrhatine.
Keçik û lawikên ku dilê xwe dihev de destên hev qûrçi dikirine û firsendê çêdibûyê ku jihev hezbikin. Dê-bavên gencan ew yeka dizaniyê û bi zarokên xwe re tiştek nedigotine.
Bi vî awayî rê didanê ku xort hevidû bibînin. Derdikevê holê ku civaka me kevn bi temamî ji ya îro cudatire; xort û keçan aşkerê hevidû ditinê kesî jî ew şerm nedidîtiyê.
6- Eznîlixi
Dema ji male yek dimir 40 rojan eznilixi yanî şîn dikirin. Rûyên xwe kûr nedikirin, kincên xwe vejo lixwe dikirin, ser neynikan bi paçan digirtin, destên xwe bi berxwe de gire didan, pîyên xwe qol nedikirin û hwd.
Milê Hemî Kor digot: “Telik-kumê ji serî xwe jêbikirina, benêkî xwe bi ser sekoyî xwe de kirina, balîfên odayê çep çexbikirina, derdewên kona yê berdena, tazi nediketin cîya, serîyên xwe nedişûştin, xatirê mirovan hebû…”
7- Kevkanî
Herdu aliyên parçeyek çerm de du benê qewî dihatin dirûn û kervek dikirin nava çerm, ben di dora hev re dizivirandin û aliyêkî ben berdidan ku kerv here hedefê. Di serdêma berê de pê şer dihatiyê kirin û xort pê diketin pêşbirka kerv avitine.
8- Verişkano
Kesek berî xwe didê dûwarekî û çavên xwe digre û hevalên wî yên din belav dibin û xwe vedişêrin…
Piştî çend kêliyan kesê berê xwe dayî dîwer çavên xwe vedikê li şopa hevalên xwe digerê. Ke bibîne ew dişevitê û dikevê qilê yanî cîhê wî.
Eger kesên xwe veşartî bi dizika bên cîhê (qelê) kesê berê xwe dayî dîwer, kesê yekêm dişevitê û carekê din dikevê qilê.
9- Qila Keviran
Paç-pûçên kevn dikirin hundirê gorêka kevn û jê gogêk çêdikirin. 12 heb qûz yan jî kevirên pan didan serhev. Çar û penc gava jê dûr jî xêzeka bikşandana û ji wê xêzê meriyan ev goga davitin ser qilê keviran.
Kesek jê li kelêke qilê bisekiniya. Kesê ku davêjî li keviran xist bişûndê yê birêviya. Ev kesê li erdê qilê jî goga bigirta û berda kesê ku direvî.
Piştî avitina gogê, yê dirêvî ye bizivirê û keviran bidê ser hev ku heta yên din meşî û top anî…
Çend kes di vê grubêdana xêre gîştikên birêvin. Evî li erdê qilê ê bi gogê berdê kesê nezik yan jî kesê ji bo wî minasib.
Dema ku lêxist; ew ê warê tekêvê şûnê wî. Lê ku lênexist, kesên rêvinî ê vegerin û keviran bidin ser hevdû.
Kesê di dû gogê çûyî vegerî û bi gogê li hena xist evê tevin. Lênexist jî ew ê bixwe te de bimînê.
*Şoreş Reşî nivîskarê pirtûkên bi navê “Çoko”, “Heco”, “Dîroka Canbegan”, “Dîroka Kurdên Xalxalê”, “Stran û Awazên Anatoliya Navîn”, “Dîroka Hêla Sewêdan” û “Dîroka Kurdên Koçber” e.