* Ev nivîs ji rojnemaya Ronahî (li Rojavayê Kurdistanê çap dibe) hatiye wergirt.
Dilovan Kêfo/Amûdê
Hunera neqşandin an jî xêzkirina li ser depan xwedî temenekê pir dirêje. Lê di dema dawiyê de vê hunerê bala gelek ciwanên nûhatî kişandiye ku xwe di vê hunerê de pêş dixin.
Yek ji ciwanên ku neqşeyan û wêneyan li ser depan xêz dike, keça bajarê Amûdê Zeyneb Mustefa ye.
Wê ji zaroktiya xwe ve ji hunera wênesaziyê hezkiriye û dema ku mezin bûye xeyalên xwe pêk aniye.
Zeyneb Mustefa sala 2003an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Wê xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Amûdê qedandiyê.
Piştre ji ber hezkirina wênesaziyê tevlî xwendina peymangiha hunerê beşê wênesaziyê bûye û bi awayekî pispor karê wênesaziyê pêş xistiye.
Wênesaz Zeyneb Mustefa derbarê hunera wênesaziyê û bi taybet xêzkirina li ser depan ji rojnameya me re axivî û got:
“Ez pir ji wênesaziyê hez dikim. Min ji biçûkaniya xwe ve ji vê hunerê hez kiriye. Ji ber wê min di temeneke biçûk de dest bi fêrbûna wênesaziyê kir û ez pê ve hatim girêdan.
Sedema zû fêrbûna min ji wênesaziyê re heskirina min bû. Mirov bi hezkirina tiştekî dikare xwe tê de pêş bixe.
Kesên ku alîkariya min dikirin hevalên min yên herî nêzîk bûn. Wan hewl da ku hemû pêdiviyên min peyda bikin.”
Wenesaz balkişand ser zehmetiyan jî:
“Zehmetiya min pirsgirêkên çûn û hatinê bû. Lê ev tişt li ber xewn û xeyalên min û hezkirina min ji wênesaziyê re nebû astengî. Wênesazî ji min re mîna aşqeke bê sînore ku ez çiqas ji ava aşqa wênesaziyê vexwim jê têr nabim. Cîhan bi xwe mîna tabloyeke bi hemû rengan hatiye xemilandin.”
Zeyneb Mistefa di derbarê kar û xebatên xwe de wiha got:
“Tu rengên min yên taybet tuneye. Ez ji tevahiya rengan hezdikim. Lê li gorî hestên ku ez tê re derbas dibim, ez hemû rengan bikar tînim.
Tu dikare bi riya wênesaziyê tiştên di dilê xwe de derxîne holê.
Lê nexşeyên ku ez zêdetir li ser kar dikim û çêdikim nexşeyên rûyên mirovan e.”
Zeyneb Mistefa di dawiya axaftina xwe de got:
“Ez dixwazim herdem xwe pêş bixim. Her wiha banga min ew e ku li xewna xwe xwedî derkevin û xwe bihtir pêşbixin û ji bona xwe tu astangiyan nasnakin û tenê dû xewnên xwe biçin. Her wiha hêviya min ew e ku em tevahî bi aramî jiyan bikin.”