Kovara Huner/Düsseldorf
Helbestvan Jana Seyda jî beşdarî 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê dibe. Ew mêvanê taybet ê festîvalê ye û dê 26ê Nîsanê li Bibabuzeyê beşên pirtûka xwe ya dawî bixwîne.
Navnîşana Bibabuzeyê ev e: Aachener Str. 1, 40223 Düsseldorf
Jana Seyda sala 1976an li Amûdê ji dayîk bûye û li Kobaniyê mezin bûye.
Ji destpêka salên 90î ve helbest û nivîsên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî û erebî de derketine. Wê salên dûr û dirêj helbest nivîsandine. Piştre çîrokên wê çap bûne. Jana Seyda romanek bi erebî jî wergerandiye kurdî û xwe jî romanek nivîsiye.
Pirtûkên Jana Seyda
Şeva Dawî: Helbest, Weşanên Avesta, Stenbol/2001
Destê Sibê: Helbest, Bajar, 2004
Ber Evarî: Helbest, Weşanên Avesta, Stenbol/2007
Palyaço: Çîrok, Weşanên Avesta, Stenbol/2011
Jinekê Mirî li Cihangirê: Roman, Weşanên Avesta, Stenbol/2021
Jana Seyda, romana Ehlam Mistexanmî a bi navê “Bîreweriya Laş” ji erebî wergerandiye kurdî (Avesta, 2006).
Beşek ji Romanê
Beşek ji romana “Jinekê Mirî li Cihangirê” li jêr e. Ka em binêrin Jana Seyda hestên mirov çawa tarîf dike û me ber bi ku ve dibe:
“Mirov, her mirov ji ber rabirdûya xwe diêşe, hertim poşman e, dixwaze vegere dema xwe ya berê lê ji ber ku nikare vegere, roja xwe ya îro dike qurban jê re. Mirov xemgîniya xwe li ser du tiştan ava dike; rojên wî yên ku bihurîne û rojên wî yên ku dê werin û bi vî awayî dev ji roja xwe ya îro berdide, dev ji vê kêlîkê berdide; kêlîka ku divê tê de bextewer be an ne bextewer be, mijûl be, şad an xemgîn be.
Rah xwedawendekî Fer’ûnî bû, rojekê ji rojan çavekî xwe winda kir û da ku dîsa çavên xwe bidest bixe herdu kurên xwe şandin ku li çavê wî bigerin. Dema vegera wan gelekî dirêj kir Rah ji xwe re çavekî din dît. Piştî demekê çavê wî yê berê lê vegeriya û dema dît ku cih jê re nemaye, giriya. Dibêjin ku ji hêsrên wî çavî mirov hate afirandin, paşê ew çav ber bi ezmanan ve bilind bûye û ev hîva ku em dibînin ew e.
Ez xwedî şensekî mezin im ku ji şerekî qerase bêyî bîrewerî derketime, bi ezmûneke sifir, weke bebekekê, weke CDyeke vala tu çi bixwazî tu dikarî lê bar bikî, weke hertiştê nû, pak, paqij û biriqandî.”