Jiyan û Berhemên Ereb Şemo (*)

Rohat Alakom

Hîmdarê romana kurdî, nivîskar û şoreşgerê mezin Ereb Şemo Şamilov, sala 1897an li gundê Sûsizê (Li alîye Qerse-Kurdistana Bakur) di nav malbateke gundî de hatîye dinyayê.

Wî zarotî û xortanîya xwe di nav tunebûn û belengazîyeke giran de derbas kir. Hîngê ew biçuk bû dema neçar bû bixebite û alîkarîyê bide malê.

Erebê biçûk xwendin û xebatê bi hevra didomîne. Piştî xwendinê ew li ba dewlemendên ji mîletên cuda-cuda dixebite; şivantî û rêncberîyê dike.

Di wê navberê de ew çend zimanên bîyanî -rûsî, ermenî, tirkî û hurumî- hîn dibe. Zanebûna zimanan mecal da wî ku di salên 1914-1916an de li ba kazakan wek wergêr (tercuman) bixebite.

Yekemîn Bolşevîkê Kurd: Ereb Şemo

Sala 1916an, gava Ereb Şemo li ser rîya hesin dixebite, pêwendîyên wî û Bolşevîkan çê dibe. Ji wê salê şûnda Ereb Şemo wek şoreşgerekî bolşevîk tevî têkoşîna şoreşê dibe. Di nav eskeran û xelkê de belavok û gazîyên partîyê belav dike.

Çima ku di mîtîngekê de, li pêşber eskeran gotarekî dixwîne, wî digrin û davêjin girtîxana Sariqamîşê. Paşê ku ji girtîxanê tê berdan, li ser daxwaza rêxistina Bolşevîk ya heremî diçe gundê xwe û li wir di nav gundîyan de dest bi karên propagandayê dike.

Lê cendirme li dû wî digerîyan, loma bê çare dibe û bi dizî diçe Stavropolê.
Ereb Şemo carekî rîya xwe dîtibû; wî di nav refên Partiya Bolşevîk de ji bo rojên azad û jîyaneke mirovî şer dikir.

Ji bo serkevtina şoreşê, di Ordîya Sor de û di nav komên partîzanên sor de bi camêrî xebitî.

Di sala 1918an de, wek endamê Partîya Bolşevik hat qebûlkirin.

Ereb Şemo di sala 1920an da çû li Moskovayê di Înstîtûta Lazaryan de dest bi xwendina bilind kir û piştî xwendina du salan, li wir xebîtî heta sala 1924an.

Li Ermenîstanê Xebatên Polîtîk

Sala 1924an E. Şemo vedigere Ermenîstanê û li wir, wek serwêrekî Partiya Komunîst ya Ermenîstanê di nav gundîyên kurd de ji bo xurtkirin û pêşdabirina sîyaseta aborî ya Sovyetî, alîkarîya teşkîlat û dezgehên partîyê dike.

Ji bo ku karker û gundîyên kurd xwe ji tesîra bawerîyên eşîrî û feodali rizgar bikin û bi aktîvî tevî xebata çarelêkirina pirsgirêkên aborî, sîyasî û çandî bibin, PK ya Ermenîstanê di gundên kurdan de semîner û konferans didan. Di amadekirin û rêvebirina wan da E. Şemo bi aktîvî xebitî.

Berî şoreşa Oktobra Mezin, Rûsya girtîxana gelan bû. Bi hatina sosyalizmê, çi biçûk çi mezin hemû gel wê bigihîştana azadîyê, wê wek bira bi hevra di bin ala sor de bijîyana.

Zordestîya li ser gel û netewan wê rabûya. Rîya pêşketin û gulvedana çanda gelan wê vebûya. Bêşik kurdan jî wê para xwe bigirtana. Û wisa jî bû.

Pir derbas nebû wekî xebata Partîya Komunîst ji bo amadekirina kadroyên kurdî yên miletîyê destpê kir.

Bi alîkarîya wî di sala 1928an da komek ciwanên kurd şandin Leningradê ji bo ku di Înstîtuya Rojhilatê de bixwînin. Di paşerojê de gelek ji wan kesan bûn zana û pisporên jêhatî.

Xebatên Nivîskî

Ereb Şemo û İ. Marogulov tevayî, bi serokatîya H. A. Orbelî, di sala 1929an de elfabeya kurdî ya bi tîpên latînî hazir kirin.

Dîsan bi însîyatîv û alîkarîya wî, di sala 1931an de xwendegeha kurdî ya Pişkavkazê ya pedagojîyê û dibistanên partîyê ji bo amadekirina kadroyên kurdan vebûn. Ji wan xwendegehan ronakbîrîya (întelegesya) kurdan peyda bû û pêşket.

Sala 1931an Ereb Şemo çû Leningradê û li wir, di Instîtuya Leningradê ya Filozofî û Lîngvîstîkê (zimanzanîyê) de wek doçent dersên zimanê kurdî da.

Ew li alîyekî kadroyên kurdî yên miletîyê digihîne û li alîyê din bi xebatên ilmî va mijûl dibe.

Ereb Şemo, ji bo weşandina rojnama kurdî “Rîya Teze” xebateke berbiçav kir. Rojmane di sala 1930 de dest bi weşandinê kir.

Her wê salê sê pirtûkên Ereb Şemo “Emrê Lenîn”, “Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê” (Tarîxa Şoreşa Oktobrê) û “Kolxoz û Kara Wê Jî Gundîyan ra” hatin weşandin.

Ereb Şemo bi Qanatê Kurdo û İsahak Sukerman ve tevayî, ji bo tekûzkirina rêzimana (gramer) kurdî dixebite.

Ereb Şemo bi aktîvî, di xebata konferansa kurdzanîyê (Kurdolojî) ya pêşîn da beşdar dibe. (Erîvan, 1934)

Şivanê Kurd

Li gel van xebat û xizmetên jorîn, Ereb Şemo, romana kurdî ya pêşîn “Şivanê Kurd” jî nivîsand. Ev roman otobîyografîya niviskar e. Jîyana Ereb Şemo û rewşa civata kurd ya beríya Şoreşa Oktobra Mezin û destpêka jîyaneke azad babetên vê romanê ne.

Ji aliyek ve belgekirina bûyer û guhartinên diroki ku bi serpêhatîyên nivîskar ra têne pês; yekemîn car xebitandina zimanê kurdî di edebîyata romanê de, rûmet û bihayê vê romanê û nivîskarê wê gelekî bilind dipîve.

“Şivanê Kurd” cara pêşîn di sala 1935an de li Erivanê çap bû. Ew heta îro bi gelek zimanên din jî (rûsí, gura, fransí, elmanî, tirki, erebî) hatiye weşandin.

Bilî “Şivanê Kurd”, Ereb Şemo sê romanên din jî pêşkêşî edebiyata kurdî kir: “DIMDIM” (1966), “IÍYANA BEXTEWAR”(1969), “HOPO” (1969).

DIMDIM

Babeta vê romanê li ser destaneke kurdi ya kevn hatiye avakirin. Roman, di dîroka Kurdistanê de nimûneke mêrxasî û şervanîya gelê kurd tîne ber çavan.

Pişti peymana Qesri-Şirîne (1639) ku Kurdîstan di navbera dewleta Safawî (Farisî) û Osmanî hate parvekirin, farisan êrîş birin ser Kela Dimdimê, kurdan di bin serokatiya Xanê Çengzêrîn de li hember farisan bi mêrxasî Kela Dimdimê parastin û heta dawîyê berxwe dan.

Ev romana dîrokî, ku bi şirovekirineke xweş û bi çanda gelê me ya dewlemend va hatiye hûnandin, dikare bibe babetê filmeke sînemayê ya tarîxî û gelekî baş.

Romana “Dimdime” bi zimanê rûsî û ermenî įî derketiye. Ew di sala 1984an de li Swêdê, di nav weşanên Roja Nû de hat weşandin.

JIYANA BEXTEWAR

Ev romana han jî, parçekî dîroka gelê kurd ya nêzik babet digre. Reva kurdan ji ber zulma “romê” (Tirkan), ku ew çawa neçar mane ji Kurdistanê çûne Kavkazê; beşdarbûna kurdan di Şoreşa Oktobra Mezin de û jiyana wan ya piştî şoreşe di vê romanê de tê şirovekirin.

HOPO

Romana rojen azadiye, rojên pêşkevtin û serfirazîyê ye. Di bin baskên sosyalizmê de avabûna jiyaneke nû, pêkhatin û xurtbûna kolxozan û pêşketina aborîyê, hezkirin û dilxweşîya kurdan ji bo vê jîyana teze jî romana “Hopo” rûbûne babet.

Xeynî ji van afirandinên wî, bi navê “Kurdên Ermenîstanê” senaryoyeke Ereb Şemo jî heye. Wî herwiha di derbarî feodalîzmê û zimanê kurdî de jî bend û meqale nivîsandine.

Dewlata Sovyetê qedir û bihayekî bilind daye xebat û xizmetên vî bolşevîkê kevn. Nîşana “Ala Sor” û nîşana “Dostîya Gelan” û gelek madalyayên din ji Ereb Şemo ra layiq hatine dîtin.

Ereb Şemo di sala 1978an de çû heqîya xwe. Li paş xwe xezîneyeke dewlemend ji gelê xwe ra hîşt. Gelê kurd, wê vî lawê xwe yê mezin her tim bi bîr bîne.

* Kovara Huner: Ev gotara hêja ya Rohat Alakom ji pirtûka Mehmet Uzun ya bi navê “Antolojiya Edebiyata Kurdî 1” hatiye girtin. Rûpel 167-170. Foto me lê zêde kirin û van sernavên gotarê me nivîsandiye: Yekemîn Bolşevîkê Kurd, Li Ermenîstanê Xebatên Polîtîk û Xebatên Nivîskî. Di cîhana dîjîtal de, mirov di nav çopê agahdariyan de digerin. Em spasiya birêz Rohat Alakom dikin ku gotareke wiha paqij nivîsandiye.