Ka Strana Zeynê Binêrin

Lorîna Markasî

Pirtûka bi navê “Gilîdax Bêxwedî Nîn e” (Yilmaz Çamlibel) li ser Sêrîhildana Agiriyê ye. Sala 2005an li Amedê hatiyê weşandin. Pirtûk 246 rûpel e.

Pirtûk dîroka serhildanê (1926-1932) bi berfirehî vedibêje.

Nivîskar stranên li ser serhildanê jî berhev û şîrove kiriye. Pirtûkê de 30 stran hatine parve kirin.

Wek mînak “Sirûda Agirî” ku wek sirûda netewî hatiye gotin wiha ye (Rûpela 38-39:

Sirûda Agirî

Agirî Agirî tu agir bûyî
Li nav tevî serbilind bûyî
Li ser Kurdistan çira bûyî
Hilbe Agiri hilbe Agirî

Agir dirêjand ser seran
Ronahi dirêjand her deran
Erd dihejand car caran
Hilbe Agiri hilbe Agirî

Newalên te tijî xwîn bûn
Xelxelên te tijî cendek bûn
Rast e berê agir bûyî
Îro agir lawên te bûn

Şerq û xerb, bask vegirtiye
Ser singê xwe lav girtîye
Kurdan ra tu Kabe bûyî
Hilbe Agirî hilbe Agirî

Îro dîsa hêrsa te hat
Ev agiran bûne xelat
Kombûn êdî ser te cîvat
Hilbe Agirî hilbe Agirî

Hilbe Agirî hilbe Agirî
Ji seba te Tirk digirî
Te dît çawa Romî revî
Hilbe Agirî hilbe Agirî

Çîrok û Strana Zeynê

Nivîskar rûpela 84an behsa çîrok û strana Zeynê dike û dibêje:

“Zeynê jina Reşoyê Silo ye. Ji eşîra Bekiran e. Wê jî wek jinên Kurd yên welatparêz, bi mêrê xwe va di nav şer da cîh girt.

Gava Reşoyê Silo hate girtin, bi cendirmê Romê ra tev hat devê şikeftê, bangê Zeynê kir. Got:

“Axiriya me tune ye. Werin teslîm bin”.

Zêynê pêşnîyara wî qebûl nekir. Ji mêrê xwe ra stranek got. Di vê stranê da mirov dibîne ku Zeynê, li ser doza Xoybûnê ye û şîretên Îhsan Nûrî Paşa ji bir nekirîye.
Belê, em nuha guhdarîya Zeynê bikin”:

Zeynê dikir gazî, digot
Reşo, te digot li dinyayê
Li ser min ra tu mêr tune ne
Rabe tivingê hilgire
Bi mêranî xwe bihejîne
Xwelisero, bê aqilo
Ça teslîmê Romê dibî?

Tu nizanî Rom xayîn e
Qira me Kurda tîne
Ez Zeynê me, Zeynêya Hemo me
Gura serê çiya me
Wele nabe, tu car nabe
Heft bavê Romê were
Zeynê teslîmê wana nabe

Lo lo Reşo, hey bêbexto
Kuro were weha meke
Tu serê me berjêr meke
Te, çi zû ji bîrkir
Gilîyên Nûrî Paşa
Gurê serê Gilîdaxê
Way bê bexto! Korefamo!
Ez naqetim ji bêrîyê Hey pepûko, tirsoneko
Mirin çêtir e ji hêsîrîyê

Çavkanî
Yilmaz Çamlibel: Gilîdax Bêxwedî Nîn e, Weşanên Deng, 2005/Amed