Kovara Huner Derket

Hejmara 4’an a kovara Huner derket. Kovar sê mehane ye û li ser çand, huner û wêjeyê ye û bi kurdî derdikeve. Hejmara nû ji 88 rûpelan pêk tê û sernavê bergê “Qirkirina Çandistan” e. Kovarê di vê hejmarê de sûcên qirkirina fîzîkî û çandî yên dewleta Tirk nivîsiye.

Li Rojava Hunera Şoreşê

Li ser berga hundirîn şeş wêne xuya dikin û pêşangeheke hunerî li Kobanê, Festîvala Zarokan li Helebê, pêşangeha pirtûkan li Qamişlo, Dibistana Hunerê li Dêrikê, Festîvala Şanoyê li Kobanê û Festîvala Melodiyên Payîzê li Qamişlo nîşan didin. Kovarê di bin wêneyan de nivîsandiye:

“Rojavayê Kurdistanê di nava şer de hunereke nû diafirîne. Ev hunera şoreşê ye. Çanda Kurd a ku 100 sal in hatiye qedexekirin, bi şoreşê ve şîn dibe.”

Hunerê da zanîn ku dewleta Tirk nijadperest e, her roj li Rojavayê sûcên mafên mirovan dike, çanda Kurdî li herêmên dagirkirî qedexe kiriye û ger ji destê wê were dixwaze hemû destkeftiyên şoreşê tune bike.

Kovarê, pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Parastina Kurdan di nava qirkirina çandî de” xwendiye û nivîsek berhev kiriye û weşandiye û ev gotinên Ocalan daxistine pêş: “Mînak, mîrateyên çandên otantîk ên hezarê salan ên gelên Asûrî, Ermenî, Îon û Gurciyan hema bêje bûne malê muzeyan.”

Kovarê di dawiya gotara Ocalan de wêneyekî orjînal û çîroka wê parve kiriye. Ev wêne di 3. Kongreya PKK’ê ya sala 1986‘an de hatiye kişandin û li ser wêneyê de Abdullah Ocalan, Şehîd Hozan Mizgîn û Duran Kalkan cih digirin.

Gotarên di Kovarê de

Nivîsên din ên kovarê ku sûcên qirkirina çandî yên dewleta Tirk tên vegotin wiha ne:

Mustafa Karasu: Şaristaniya Navendî Jenosîdê Afirandin
Mehmet Bayrak: Amûrek Asîmîlasyonê – Navên Gundan Çawa Hatin Guhertin
Rênas Dersim: Kiryarên Qirkirina Civakî û Helwesta Huner û Hunermendên Azad
Lorîn Markasî: Li Kurdistanê rejîmên leşkerî
Kovara Huner: Bakurê Kurdistan Kirin Goristana Saziyan

Di kovarê de dosya û hevpeyvînên pir dewlemend jî hene. Wek mînak bi Peywan Arjîn re hevpeyvîn hatiye kirin. Gelo yekemîn xebatên çand û hunerî li Rojava kengî û li ku dest pê kir? Kijan şoreşger û hunermend beşdarî van xebatan bûn? Di vê hevpeyvînê de stranbêj Arjîn, li ser xebatên 1986 û 1990’î diaxive û bîranînên xwe parve dike.

Kovara Hunerê portreya şehîdên çand û hunerê Rûbar Zanîn û Mîkaîl Panser jî parve kiriye. Jiyana şehîdan balê dikşîne û xwîneran tesîr dike.

Lêkolîna Bahadîn Robar a bi navê “Govendên Botanê” di kovarê de cîh digire. Di nav gotarê de wêneyên 40-50 salî hene ku wênekêşê navdar ê Colemêrgê Enver Özkahraman kişandiye.

Kovarê nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan parve kiriye. Karayilan çîroka strana “Ava Mezin” vegotiye.

Kaset û strana “Ava Mezin” ku di sala 1990’an de ji aliyê Koma Cûdî ve li bajarê Dêrikê derket û bandor li tevahiya gelê Rojavayê kir.

Ev stran li ser şehîd Mihyedîn Seîd Rauf (Cahîd), Zinar Ehmed Hacî (Reşîd) û Alî Hesen (Ehmed Hamza) e. Mirov dema ku gotarê Murat Karayilan dixwîne dibîne ku dîroka PKKê jî di nav stranan de veşartiye.