Leyla Toprak û “Dûr”

Firaz Baran

2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê wê di navbera 23-27ê Avrelê de bê lidarxistin. Me li ser fîlmên festîvalê hinek danasîn amade kiriye.

Em ê hewl bidin ku hem fîlman, hem jî derhêner, lîstikvan, senarîst, kameraman û hwd. nas bikin. Em bi derhênera dokufîlmê “Dûr”ê Leyla Toprakê dest pê dikin.

Leyla Toprak li Stenbolê ji dayik bûye. Ew derhênera dokufîlmê “Dûr”ê ye.

Di navbera salên 2003-2013an de li Stenbolê beşdarî xebatên hunerî yên Mezopotamya Dansê bûye.

Sala 2014an li Zanîngeha Bîlgî a Stenbolê beşa Hunerên Performansê qedandiye.

Di navbera salên 2015-2017an de li heman zanîngehê mastera xwe li ser Sînemayê wergirtiye.

Wê nivîsandiye, koreografî derxistiye û derhêneriya gelek performansan kiriye.

Hinek Xêbatên Wê

The Flowery Scarf: Kreator û Derhêner – 2022
No! 1506600XXXX: Kreator û Performer) – 2019
Dûr: Derhêner, Senaryo û Koreografî – 2016
Destmala Sor (Red Handkerchief): Derhêner û Senaryo – 2015
The Boy: Lîstikvan – 2015

Dûr

Dûr: Dokufilm, 17 Deqîqe, Binnivîs bi Îngilîzî
Derhêner: Leyla Toprak
Cîhê Nîşandanê: Metrepol, 24.04.2025, 17:30

Dokufîlm balê dikişîne ser jinên berxwedêr ên Rojavayê Kurdistanê ku li Kobanêyê li dijî DAIŞê şer kirin. Du jinên berxwedêr bi hêviya azadî û mafên jinan in.

Mijara Destmala Sor: Çîroka pênc kurdên ku hatine mehkûmkirin aniye pêş perdeyê. Derhêner nîşan dide ku bi govenda gelêrî ev kes ji îşkenceyê xilas bûne, cesaret girtine û ruhê xwe parastine. Fîlm 16:20 deqîqe ye.

Leyla Toprak derhênera “Dûr”ê ye.