Lîsteya Fîlmên Rojhilatê Kurdistanê

Rojîna Gulê / Berlîn

Rojhilatê Kurdistanê ji bo sînemaya kurdî bûye qadeke girîng. Ji sala 2000 û vir ve gelek fîlmên girîng hatine kişandin. Van fîlman li çaraliyê cîhanê bêhejmar xelat wergirtin.

Di dîroka sînemaya Kurd de derhênerê ku herî zêde xelat wergirtiye Bahman Ghobadî ye. Em berê fîlmên Ghobadî bibînin:

Çend xelatên ku Ghobadî di destpêka salên 2000î de wergirtine… Ev wêne ji arşîva Firaz Baran hatiye girtin.

Fîlmên Ghobadî

Dema Hespên Serxweş: 2000
Li Iraqê Mayîna Asê: 2002
Şer bi Dawî Bû: 2003, kurtefîlm
Daf: 2003, kurtefîlm
Kusî jî Dikarin Bifirin: 2004
Heyva Nîv: 2006
Kes Pisikên Îranê Nizane: 2009
Demsala Gergedan: 2012
Peyvên bi Xwedê re: 2014
Ala Bêwelat: 2015, dokufîlm
Çar Dîwar: 2021

Çend Fîlmên ji Rojhilat

Ji bilî Ghobadî, di sînemaya Rojhilat de derhênerên pir girîng derketin holê. Wan sînemaya kurdî pir baş temsîl kirin. Senaryoyên xurt û çîrokên xweş nivîsandin. Bi teknîkeke xurt bikar anîn. Di fîlmên xwe de xweza û civaka Kurdistanê baş nîşan dan. Bi vî awayî gelek fîlm derketin holê. Çend ji wan li jêr in:

Janî Gel: Jamil Rostami, 2007
Welatê Efsaneyan: Rahim Zabihi, 2008
Bi Ba re Pifapif ke: Shahram Alidi, 2009
Hemû Dayîkên Min: Ebrahim Saeedi-Zahawi Sanjawi, 2009
Mandoo: Ebrahim Saeedi, 2010
Kwêstanî Sipî: Teha Kerîmî, 2010
Hezar û Yek Sêw: Teha Kerîmî, 2013
Zivistana Çûyî: Salem Salavati, 2014
Analoga Xatirxwestinê: Hîwa Emînnjad, 2015
Bîranînên Hespê Reş: Shahram Alidi, 2015
Nanê Pîroz. Rahim Zabihi, 2020
Kak Iraj: Jamshid Farajvand, 2021
Zimanê Dayîkê: Serkew Yasin, 2022

Ev poster ji arşîva Mîtosfilmê hatiye girtin.