This Content Is Only For Subscribers
Fehîm IŞIK
Yek ji saziyên bingehîn ên ku kurdî zindî hiştine medrese ne. Ji Sultan Selahedîn heta îro
medreseyên ku bi kurdî perwerdehiyê didin, bêhejmar alim û zanyarên berhemdar ku pirtûk
nivîsandine derxistine.
Malbateke ku ji stêrnasiyê bigire heta ferhengan, ji helbestê heta tefsîran gelek berhem
nivîsandine, endamên Medreseya Axtepeyê ne. Nivîskar Fehîm Işik neviyê avakarê medreseyê
Şêx Hesenê Nûranî ye. Wî çîroka malbata xwe û mezinên xwe yên berhemdar ên ku pirtûk
nivîsîne bi wêne û belgeyên xwe yên ji arşîva malbata xwe bi me re parve kir.
Malbateke Kurdewar
Koka malbata Işik ên ku li gundê Xanaxpinara (Çınar) Amedê dijîn, digîhije Colemêrgê. Yekemîn kalikê malbatê yê ku li Axtepeyê bi cih bûye Şêx Hesenî Nûranî ye. Bavê wî Siwar Axa ye û nêzî 300 salan berî niha ji ber nakokiyên malbatî ji Colemêrgê derketiye û hatiye herêma Xerzanê û li Sêrtê bi cih bûye. Siwar Axayê kurê Simaîl Axa zarokên xwe bi xwe re tîne, li vir dizewice û dest bi jiyaneke nû dike.
Hesen yek ji çar zarokên Siwar Axa ye ku bi demê re têkiliyeke xurt a malbatî ava dike. Cudahiyeke girîng ya ku di navbera Hesenê ku di sala 1786an de li gundê Qohê yê Xerzanê ji dayik bûye û xwişk û birayên wî yên din ew e ku bi xwendinê re pir eleqedar bûye. Hesenê ku pêşî li cem Mele Xelîlê Sêrtî dest bi perwerdehiya medreseyê dike, di demeke kurt de hemû qadên medreseyê diqedîne.
Paşê hatiye Amedê û li gelek gundan meletî û di medreseyan de jî mamostetî kiriye. Tê gotin ku wê demê kerametên wî hatine dîtin. Ji bo vê jî ji mamosteyê xwe Şêx Xalidî Cizîrî yê ku yek ji avakarê mezheba Nexşîbendî Mewlana Xalid e îcazet wergirtiye. Şêx Xalidî Cizîrî wî ji bo avakirina medreseya xwe şandiye gundê Axtepeyê. Hesenê ku wek feqî dest bi xwendina xwe kiriye, li gundê Axtepeyê nasnavê Şêx girtiye.
Gundê ku Şêx Hesen lê bi cih bûye, hema bibêje yek ji mezintirîn gundên herêmê bûye di wê serdemê de. Minareya gund a ku ji Artûqiyan mîras maye, tevî ku 500 sal derbas bûne hê jî li ser piyan e. Dema ku Şêx Hesenê Nûranî li vî gundî medreseya xwe vekiriye, ji vê minareyê bi rêkûpêk bang hatiye dayîn.
Avakirina Medreseyê
Çîroka damezrandina medreseyê jî balkêş e. Di heyama navborî de piraniya medreseyên Kurdistanê ji aliyê mîrên kurd ve hatine avakirin. Hejmareke hindik medreseyan bi wergirtina debara xwe ya ji sultanên osmanî dest bi perwerdehiyê kirine. Medreseya Axtepeyê ku di belgeyên osmanî de wek ‘Mekteba Subyan a Axtepeyê’ (‘Axtepe Subyan Mektebî’) tê binavkirin yek ji van medreseyan e û bi fermî girêdayî împaratoriya osmaniyan e. Zimanê perwerdehiyê yê
medreseyê kurdî û erebî ye. Di heyama navborî de perwerdehiya bi zimanê osmanî hema bibêje nebûye. Zimanê osmanî tenê di qesrê de hebûye. Tirkî ji bilî jiyana rojane di tu qadên perwerdehiyê de nehatiye bikaranîn.
Osmanî ji bo lêçûnên perwerdehiyê erdî dide medreseyê. Helbet erdê ku hatiye dayîn têra lêçûnên medreseyê nake. Feqî ‘ratiban’ (bexşan) berhev dikin. Heger ne wisa bûya, lêçûnên medreseya ku gelek xwendekar lê perwerdehî ditînin pêkan nedibû.
Zanyarên Berhemdar
Medreseya ku li herêmê perwerdehiya herî xurt dide, bi taybetî di serdema kurê Şêx Hesen ê mezin Şêx Evdirehmanê Axtepî de dibe ekolek. Di vê heyamê de Şêx Evdirehmanê Axtepî û birayên wî Şêx Mihemed Can û Şêx Mihemed Sirac berhemên cur bi cur dinivîsînin. Piştî ku perwerdehiya medreseyê ji aliyê kurê Şêx Evdirehman Şêx Mihemed Kerbela ve hat dayîn, Şêx Mihemed Kerbela, Şêx Leşkeriyê Axtepî, Şêx Hasîb û Şêx Fehmî gelek pirtûkên cuda jî amade
dikin.
Di nava pirtûkên medreseyê de cihêrengiyek heye, ku bi giranî di ekola Melayê Cizîrî de berhem tên derxistin. Di nava van berheman de, mirov dikare rastî çîrokên mîna ‘La Fontaine’, pirtûkên girîng ên li ser stêrnasî (astronomi), bijîşkî û berhemên wêjeyî jî were. Ji ber ku li Medreseya Axtepeyê berhemên wisa cur bi cur hatine nivîsandin ew dibe ekolek.
Zimanê Perwerdehiyê Kurdî ye
Taybetmendiyeke din a girîng a serdema Şêx Evdirehmanê Axtepî jî ew e ku têkiliyên wî yên bi osmaniyan re hema bibêje bi temamî qediyane. Lewre ew serdema lawazketina Împeratoriya Osmanî ye û Şêx Evdirehmanê Axtepî ji ber bandora valahiya desthilatdariyê, rêveberiya herêmê
jî girtiye ser xwe.
Di vê serdemê de zimanê perwerdehiyê bi giranî kurdî bûye, erebî û farisî jî ji ber pêwîstiyên mufredata perwerdehiyê hatine bikaranîn. Herwiha di serdema Şêx Evdirehmanê Axtepî de di medreseyê de gelek berhem hatine nivîsandin. Piraniya van berheman bi kurdî, erebî û farisî bûne û di vê heyamê de gelek berhemên ku hatine wergerandin jî hatine çapkirin.
Piştî serdema Şêx Evdirehmanê Axtepî jî berhemên wêjeyî û dînî berdewam bûne, lê ji ber helwesta komara nû ya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan medrese rastî zehmetiyên giran hatiye û piştî serhildana Şêx Saîd a sala 1925an hatiye girtin. Di vê serdemê de gelek endamên malbata ‘Nûranî’ yên ku bi ‘Qanûna Paşnavê’ paşnavê ‘Işik’ girtibûn, hatine mişextkirin.
Berhemên Şêx Evdirehmanê Axtepî
Berhemeke Şêx Hesenî Nûranî tenê heye ku heta roja me maye. Navê berhema wî: “El Miftah-ul Mahiyeti Fi Tarikati Nakşibendiyye” ye. Ji endamên malbatê yê ku herî zêde pirtûk nivîsandine Şêx Evdirehmanê Axtepî ye.
Berhemên wî yên bi kurdî hatine nivîsandin ev in:
Rewdet-ul Naîm,
Dîwana Ruhî û Nebatên Kurdî.
Berhemên wî yên bi erebî:
Kitabu-l İbriz,
Kitabu-l Keşfu-z Zulam fi Akaid Firaki-l İslam,
Kitabu-l Sarf Nahv,
Kitabu-l Mantık,
Risalet-ul Edeb ve’l Adab,
Risale-i Rabıta û Minhacu-l Rêbaz.
Şêx Evdirehmanê Axtepî di heman demê de pirtûkeke stêrnasiyê bi erebî nivîsiye û salnameyeke erebî-kurdî jî amade kiriye ku îro jî tê bikaranîn. Ev salname demjimêrên nimêjan û rojê nîşan dide.
Şêx Mihemed Can û Pirtûka Leyl-u Mecnun
Yek ji nivîskarên navdar ên malbatê ku li medreseyê perwerdehî dîtiye Şêx Mihemed Can e. Ew birayê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Ji ber ku xwendina xwe ya medreseyê li Şamê qedandiye, jê re gotine Şêxê Şamê. Wî jî wek birayê xwe yê mezin xwendina xwe ya seretayî li cem bavê xwe Şêx Hesenî Nûranî dîtiye. Piştî wefata bavê xwe li Medresa Axtepeyê li bin çavdêriya birayê xwe yê mezin xwendina xwe domandiye. Paşê çûye Şamê û li wê derê xwendina xwe bi dawî kiriye.
Ew piştî ku vedigere Axtepeyê dibe mamosteyê medreseyê. Birayê wî yê mezin Şêx Evdirehman jî di vê serdemê de xwe tevahî daye nivîsandina berhemên xwe yên wêjeyî.
Berhema herî navdar a Şêx Mihemed Can anku Şêxê Şamê ‘Leyl-u Mecnun’ e. Wek tê zanîn pêşiyê Fîrdevsî berhemeke bi navê ‘Leyl-û Mecnûn’ê nivîsîbû. Paşê gelek guhertoyên wê yên din jî hatin weşandin. Di van berheman hemûyan de Mecnûn e ku li pey Leylayê diçe, evîna xwe jê re tîne zimên û ji bo wê dikeve çolan. Lê di ‘Leyl-u Mecnun’a ku Şêx Mihemed Can bi kurdî nivîsandiye de Leyla li pey Mecnûn diçe. Pirtûkeke din a Şêx Mihemed Can jî ‘Sarf û Nahv’ e ku bi erebî hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de şiroveyên (tefsîr) gelek duayan hene.
Berhemên Şêx Mihemed Sirac
Şêx Mihemed Sirac jî nivîskarekî din ê malbatê ye. Lê gelek berhemên wî heta roja me nehatine.
Di destê malbatê de tenê du berhemên wî yên bi erebî hene. Yek ji wan ‘Sarf û Nahiv’ e ku tefsîra duayan e û yek jî berhema ku li ser şîroveya ‘Curcanî’ hatiye nivîsandin e. (Herwiha xebateke wî ya bi navê ‘Kew- el Metin’ jî heye, ku tê de agahiyên bingehîn hene û tenê 8 rûpel e.
Ferhenga Kurdî-Farisî ya Şêx Mihemed Kerbela
Piştî ku zarokên Şêx Hesenî Nûranî koça dawî kirin, Şêx Mihemed Kerbela -kurê Şêx Evdirehman- heta serhildana sala 1925an mamostetiya medreseyê digire ser milên xwe. Ev pêvajo herçiqas demkurt be jî, mirov dikare bibêje ku di warê wêjeyê de yek ji serdemên herî dewlemend bû.
Beriya wî di nava malbatê de serdestiya berhemên dînî ku bi erebî hatibûn nivîsandin hebû. Lê hema bibêje hemû berhemên ku di serdema Şêx Mihemed Kerbelayî de hatine nivîsandin bi kurdî bûn.
Di vê serdemê de nivîskarê herî bi hêz jî bêgûman Şêx Mihemed Kerbelayî bû. Berhema wî ya bi navê ‘Mîrşad-ul Etfal’ ku ferhengeke kurdî-farisî ye û berhema wî ya din a bi navê ‘Dîwana Kerbelayî’ heta îro hatiye. Li gor agahiyên hatine bidestxistin berhemên wî yên cudatir jî hebûne lê wî ew berhem hemû bi destên xwe şewitandine.
Çîroka Şêx Mihemed Kerbela balkêş e. Ew dema ku dest bi mamostetiya medreseyê dike di demeke kurt de bavê wî diçe ser dilovaniya xwe, lê ew piştî vê pêvajoyê jî mamostetiya xwe didomîne. Di medreseyê de heta salên 1920an ku
meclîsa tirkan hatiye damezrandin jî perwerdehiya bi zimanê kurdî berdewam kiriye, lê dema ku damezrînerên komara Tirkiyeyê bi Peymana Lozanê derbasî pergaleke yekperest a li ser bingeha tirkbûnê dibin, ev pêvajo jî êdî diguhere, zext û zordariyên li ser kurdî û kurdayetiyê bi pêş dikevin.
Di vê serdemê de li Kurdistanê tevgereke neteweyî dest pê dike û Şêx Mihemed Kerbela jî di nava vê tevgerê de ji bo xwedîderketina welatê xwe cihê xwe digire. Serhildana ku bi pêşengiya Xalid Cibranî û Şêx Seîd dest pê kiribû dema tê tepisandin û pêşengên serhildanê tên darvekirin, Şêx Mihemed Kerbela û kurmamê wî Şêx Hasîp jî pêşî mişextî Ûşakê û piştre jî mişextî Edeneyê tên kirin.
Şêx Mihemed Kerbela ji ber ku jiyana xwe li ser têkoşîna neteweyî ava dike û dixwaze li ser zanîn û perwerdehiyê bisekine heta dawiya temenê xwe nazewice.
Herdu berhemên wî yên ku li du xwe hiştine û heta roja me jî mane beriya mişextinê hatine nivîsandin.
Gazina Şêx Mihemed Kerbela
Du pismamên Şêx Mihemed Kerbela ku di sala 1925an de hatibûn mişextkirin di sala 1928an de ji Edeneyê destûrê digirin û têne Amedê…
Li gor ragihandinan Şêx Mihemed Kerbela carekê li kêleka çemê Ceyhanê rûniştiye û helbestek nivîsiye. Di vê helbesta xwe de gazinc ji Xwedê kiriye û helbest xistiye şûşeyekê û avêtiye nava çemî. Şêx Mihemed Kerbala wê şevê agahî digire û jê re tê gotin ku “Destûra çûyina wan a Amedê derketiye” Ew piştî vê agahiyê di dil û mejiyê xwe de dikeve nava şerekî û ji ber ku ji Xwedê gazinc kirine xwe efû nake.
Piştî ku ew û mamê xwe Şêx Hesîb tên Amedê agahiyê digirin ku mişextiya wan bi dawî bûye.
Lê nikarin biçin Axtepeyê. Li ser vê rewşê Şêx Hesîb li navenda bajarê Amedê bi cih dibe. Şêx Mihemed jî li gundê Çulî yê nêzîkî navenda Amedê ye bi cih dibe û di menzeleke tarî de dikeve înzîwayê.
Li gor agahiyên ku şagirtên xizmeta wî dikin dane Şêx Mihemed Kerbela di menzela xwe ya tarî de tim nivîsiye û dua kirine; lêbelê piştre wî hemû nivîsên xwe şewitandine. Yek sedema vê rewşê xwenebexşandina wî ya ji ber gazincên ku li Xwedê kiribûn, a din jî şert û mercên giran a mişextiyê û serdema ku tê de jiyabû ye.
Dîwan û ferhenga ku Şêx Mihemed Kerbela nivîsandine berhemên wêjeyî yên bi hêz in. Ferhenga wî ya kurdî-farisî ya ji bo perwerdehiya zarokan nivîsiye bandora xwe ji berhema ‘Nûbihara Biçûkan’ a Ehmedê Xanî digire. Wî bi berhema xwe ya bi navê ‘Diwana Kerbela’ jî ekola bavê xwe Şêx Evdirehmanê Axtepî berdewam kiriye.
Şêx Hesib
Nivîskarekî din ê malbatê Şêx Hesib e ku zêdetir li navenda bajarê Amedê jiyaye. Dema ku agahiya bidawîbûna mişextiyê hatiye dayin, malbat jî hatiye agahdarkirin ku êdî dikarin li gundê xwe bi cih bibin û erdên xwe biçînin. Şêx Hesîb li ser vê agahiyê jî nexwestiye ku ji Amedê derbikeve û tenê zarokên xwe şandine gund.
Şêx Hesîb bi muzîkê re jî eleqedar dibû. Ew yek ji endamên malbatê ye ku li ûdê dixe. Neviyê wî Pertev Işik di gotareke xwe de diyar dike ku Şêx Hesîb dema ku li Amedê jiyaye wek nivîskarekî girîng ê xeleka wêjeyê hatiye qebûlkirin. Hevaltiya wî bi helbestkarê navdar ê Amedê Cahit Sitki
Taranci re hebûye. Tê gotin ku Şêx Hesîb helbestên gelek berhemên hunermendê navdar Celal Gûzelses çêkirine. Herwiha tê gotin ku Şêx Hesîb, hinek berhemên xwe yên bi kurdî nivîsandine wergerandine tirkî û Celal Gûzelses ew xwendine.
Sê pirtûkên Şêx Hesîb hene, ku hemû jî bi kurdî ne:
Dîwana Hesbî
Sumbul
Atlas.
Pirtûka Îqdî Dûrfam a Şêx Eskerî
Yek ji endamên malbatê ku li Medreseya Axtepeyê xwendiye, kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî yê
biçûk Şêx Eskerî ye. Şêx Eskerî heta dawiya temenê xwe berhem nivîsandine, ku yek ji wan berhema kurdî ya bi navê ‘Îqdî Dûrfam’ e ku bi şêweya ‘La Fontaine’ hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de, ajal mîna mirovan diaxivin û cîhanê şîrove dikin.
Şêx Eskerî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Keşkol’ de jî cih daye gelek helbestên ku bi şêweyên cuda hatine nivîsandin. Herwiha berhemeke wî ya din a helbestan bi ya navê ‘Dîwana Helbestan’ jî heye. Berhemeke wî ya din jî şîroveya li ser berhema Ehmedê Xanî ya bi navê ‘Mem û Zîn’ e.
Derbirina Hestên Neteweyî
Em gotara xwe bi helbesteke Şêx Evdirehmanê Axtepî bi dawî bikin. Dema ku mirov berhemên Şêx Evdirehman vedikole dibîne ku ew kurdekî xwedî hestên xurt ên neteweyî ye. Kesên ku piştî wî hatine jî ev kevneşopiyê domandine. Wek mînak Şêx Evdirehman dema ku berhema xwe ya kurdî ya bi navê ‘Rewdet-ul Naîm’ diqedîne sedema nivîsandina xwe ya vê berhemê bi vê helbestê tîne zimên:
Ji van qesdê min nîn e ‘erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku tirk û ecem qet nebên carekê
‘Nehin kurdî şa’ir di misra’ekê!’
Bizanin ku şa’ir ji kurdan hene
Ji ’uşşaqê tirk û ecem zêde ne!
Welê bêxwedan in nehin me reîs
Ku meqbûl-î bin nik wî şi’rê selî
Me jî ger hebûya xwedanêk çunîn
Guhernas û qîmetşunas û emîn
Ji kurdan gelek şa’irê sihrîdar
Bi nexme diatin wekî musîqar
Welê çûn me dîtin ku em bêkes in
Ji bêçaretî kes bi me nahesin!
Me anî qetî kir kelamê metîn
Me xame hilanî ji nezmê şêrîn