Malbata Şêx Hesenî Nûranî û Medreseya Axtepeyê

Fehîm IŞIK

"Yek ji saziyên bingehîn ên ku kurdî zindî hiştine medrese ne. Ji Sultan Selahadîn
heta îro medreseyên ku bi kurdî perwerdehiyê didin, bêhejmar alimên xwedî pirtûk 
derxistine.

Malbateke ku ji stêrnasiyê bigire heta ferhengê, ji helbestê heta tefsîran gelek 
berhem nivîsandine, malbata Şêx Hesenê Nûranî ye ku endamên Medreseya Axtepeyê ne.

Nivîskar Fehîm Işik neviyê avakerê medreseyê Şêx Hesenî Nuranî ye. Me jê xwest ku 
çîroka malbata xwe û bav û kalên xwe yên xwedî pirtûk binivîsîne. Nivîs li jêr e. 
Sernav ji aliyê me ve hatin zêdekirin.

Em spasiya birêz Fehîm Işik dikin ku wêne û belge ji arşîva malbatê girt û bi me 
re parve kir û gotarek giranbiha ji me re nivîsand." -Kovara Huner-

Koka malbata Işik ên ku li gundê Xanaxpinar (Çınar) a Amedê dijîn, digîheje Colemêrgê. Yekemîn kalikê malbatê yê ku li Axtepe bi cih bûye Şêx Hesenî Nuranî ye. Bavê wî Suvar Axa ye û nêzî 3 sed sal berê ji ber nakokiyên malbatî ji Colemêrgê derketiye û hatiye herêma Xerzan a Sêrtê û li vir bi cih bûye. Sûvar Axayê kurê Îsmaîl Axayê zarokên xwe bi xwe re tîne, li vir dizewice û dest bi jiyaneke nû dike.

Hesen yek ji çar zarokên Suvar Axa ye ku bi demê re têkiliyeke xurt a malbatê ava dike. Cudahiyeke girîng di navbera Hesenê ku di sala 1786an de li gundê Qohê yê Xerzanê ji dayik bûye, ji xwişk û birayên wî yên din ew e ku bi xwendinê re eleqedar bûye. Hesenê ku pêşî li cem Mele Xelîlê Sêrtî dest bi perwerdeya medreseyê dike, di demeke kin de hemû qadên medreseyê qedandiye.

Paşê hatiye Amedê û li gelek gundan meletî û di medreseyan de jî mamostetî kiriye. Tê gotin ku wê demê kehanetên wî dîtine. Ji bo ve jî mamosteyê xwe Şêx Xalidî Cizîrî yê ku ji avakerê mezheba Nexşîbendî Mewlana Xalid e îcazet wergirtiye. Şêx Xalidî Cizîrî wî ji bo avakirina medreseya xwe şandiye gundê Axtepeyê. Hesenê ku wek Feqî dest bi xwendina xwe kiriye, li gundê Axtepe nasnavê Şêx girtiye.

Gundê ku Şêx Hesen lê bi cih bûye, hema bêje yek ji mezintirîn gundên herêmê bûye di wê serdemê de. Minareya gund a ku ji Artûqiyan mîras maye, tevî ku 500 sal derbas bûne hê jî li ser piyan e. Dema ku Şêx Hesenî Nuranî li vî gundî medreseya xwe vekiriye, ji vê minareyê bi rêkûpêk ezan hatiye xwendin.

Medrese tê avakirin

Çîroka damezrandina medreseyê jî balkêş e. Di heyama navborî de piraniya medreseyên Kurdistanê ji aliyê mîrên kurd ve hatine vekirin. Hejmarek hindik medreseyan bi wergirtina debara xwe ji sultanên osmanî dest bi perwerdehiyê kirine. Medreseya Axtepe ku di belgeyên osmanî de wek Axtepe Sübyan Mektebî tê binavkirin yek ji van medreseyan e û bi fermî girêdayî Împeratoriya Osmanî ye. Zimanê perwerdehiyê yê medreseyê kurdî û erebî ye. Di heyama navborî de perwerdeya bi zimanê osmanî hema bêje tunebûye. Zimanê osmanî tenê di serayê de heye. Tirkî ji bilî jiyana rojane di tu qadên perwerdehiyê de nayê bikaranîn.

Osmanî ji bo mesrefên perwerdehiyê erd dide medreseyê. Helbet erda ku hatiye dayîn têra mesrefên medreseyê nake. Feqî ratiban (bexş) berhev dikin. Heger ne wisa bûya, mesrefên medreseya ku gelek xwendekar lê perwerdeyê dibînin mimkûn nedibû.

Zanyarên Xwedî Pirtûk

Medreseya ku li herêmê perwerdehiya herî xurt dide, bi taybetî di serdema kurê Şêx Hesen ê mezin Şêx Evdirehmanê Axtepî dibe ekolek. Di vê heyamê de Şêx Evdirehmanê Axtepî û birayên wî Şêx Mihemed Can û Şêx Mihemed Siraç berhemên curbecur dinivîsîne. Piştî ku perwerdeya medreseyê ji aliyê kurê Şêx Evdirehman Şêx Mihemed Kerbela ve hat dayîn, ji aliyê Şêx Mihemed Kerbela, Şêx Leşkerî yê Axtepî, Şêx Hasîb û Şêx Fehmî ve pirtûkên cuda derdikevin.

Di nava pirtûkên medreseyê de cihêrengiyek heye, ku bi giranî di ekola Melayê Cizîrî de berhem têne derxistin. Di nav van berheman de, mirov dikare rastî çîrokên mîna La Fonten, pirtûkên li ser astronomî û bijîşkiyê û berhemên edebî yên girîng were. Ji ber ku berhemên curbecur hatine nivîsandin, Medreseya Axtepeyê dibe ekolek.

Zimanê Perwerdehiyê Kurdî ye

Taybetmendiyeke din a girîng a serdema Şêx Evdirehmanê Axtepî jî ew e ku têkiliyên wî yên bi Osmaniyan re hema bêje bi temamî qediyane. Dema lawaz a Împeratoriya Osmanî ye û Şêx Evdirehmanê Axtepî ji ber bandora valahiya desthilatdariyê, rêveberiya herêmê girtiye ser xwe.

Di vê serdemê de zimanê perwerdehiyê bi giranî kurdî bûye, erebî û farisî jî ji ber pêwîstiyên di mufredata perwerdeyê de hatiye bikaranîn. Her wiha di serdema Şêx Evdirehmanê Axtepî de di medreseyê de gelek berhem hatine nivîsandin. Piraniya van berheman kurdî, erebî û farisî bûne û di vê heyamê de gelek berhemên wergerandî jî hatine çapkirin.

Piştî serdema Şêx Evdirehmanê

Axtepî jî berhemên edebî û olî berdewam bûne, lê ji ber helwesta komara nû ya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan medrese rastî zehmetiyên giran hatiye û piştî serhildana Şêx Saîd a sala 1925an hatiye girtin. Di vê serdemê de jî gelek endamên malbata Nûranî yên ku bi Qanûna Paşnavê paşnavê Işik girtibûn, şandine sirgûnê.

Pirtûkên Şêx Evdirehmanê Axtepî

Berhemeke Şêx Hesenî Nuranî tenê heye ku heta roja me ya îro maye. Navê berhema wî “El Miftah-ul Mahiyeti Fi Tarikati Nakşibendiyye” ye.

Endamê malbatê yê ku herî zêde pirtûk nivîsandine Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Berhemên wî yên Kurdî ev in: Rewdet-ul Naîm, Dîwana Ruhî û Nebatên Kurdî.

Berhemên wî yên erebî: Kitabu-l İbriz, Kitabu-l Keşfu-z Zulam fi Akaid Firaki-l İslam, Kitabu-l Sarf Nahv, Kitabu-l Mantık, Risalet-ul Edeb ve’l Adab, Risale-i Rabıta û Minhacu-l Rêbaz.

Wî her wiha pirtûkek stêrnasiyê ku bi erebî hatiye nivîsandin û salnameya erebî-kurdî amade kiriye ku îro jî bikar tînin û demjimêrên nimêjê û roja rojê nîşan dide.

Şêx Mihemed Can û Pirtûka Leyl-u Mecnun

Yek ji nivîskarên navdar ên malbatê ku medreseyê perwerde dîtiye Şêx Mihemed Can e. Ew birayê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Ji ber ku xwendina xwe ya medreseyê li Şamê qedandiye, navê Şêxê Şamê jê re hatine dayîn. Wek birayê xwe yê mezin xwendina xwe ya seretayî li cem bavê xwe Şêx Hesenî Nuranî wergirtiye. Piştî wefata bavê xwe li Medresa Axtepeyê di bin çavdêriya birayê xwe yê mezin de xwendina xwe domandiye.

Paşê çûye Şamê û li wir xwendina xwe qedandiye. Piştî ku vedigere Axtepeyê dibe mamosteyê medreseyê. Piştî vê serdemê birayê wî yê mezin Şêx Evdirehman bi tevayî xwe daye berhemên edebî.

Berhema herî navdar a Şêx Mihemed Can Leyl-u Mecnun e. Wek tê zanîn Fîrdevsî yê pêşî Leyl-û Mecnûn nivîsîbû. Paşê gelek versiyonên wê hatin weşandin. Di van hemûyan de Mecnûn e ku li pey Leylayê tê, evîna xwe jê re tîne ziman û ji bo wê dikeve çolan. Di Leyl-u Mecnun de ku Şêx Mihemed Can bi kurdî nivîsandiye de Leyla li pey Mecnûn tê. Pirtûkeke din a Şêx Mihemed Can jî Sarf û Nahv e ku bi erebî hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de şiroveyên (tefsîr) gelek duayan hene.

Berhemên Şêx Mihemed Siraç

Şêx Mihemed Siraç jî nivîskarekî din ê malbatê ye. Lê gelek berhemên wî heta roja me ya îro nehatine. Di destê malbatê de tenê du berhemên wî bi erebî hene. Yek “Sarf û Nahiv” e ku tefsîra duayan e û yek jî berhema ku li ser şîroveya Curcanî nivîsandiye. Xebateke wî ya bi navê “Kew el Metin” jî heye, ku tê de agahiyên girêdayî hene û tenê 8 rûpel e.

Ferhenga Kurdî-Farisî ya Şêx Mihemed Kerbela

Piştî ku zarokên Şêx Hesenî Nuranî koça dawî kirin, Şêx Mihemed Kerbela -kurê Şêx Evdirehman- heta serhildana sala 1925an mamostetiya medreseyê digire ser milê xwe. Ev serdem herçiqas demkurt be jî, mirov dikare bibêje ku di warê edebiyatê de yek ji serdemên herî dewlemend e. Berê, berhemên olî yên ku bi erebî dihatin nivîsandin, di nava malbatê de serdest bûne. Lê hema bêje hemû berhemên ku bi Şêx Mihemed Kerbelayî re hatine nivîsandin bi kurdî ne.

Nivîskarê herî bi hêz ê vê serdemê bêguman Şêx Mihemed Kerbela ye. Berhema wî ya bi navê Mîrşad-ul Etfal ku ferhengeke kurdî-farisî ye û berhema wî ya bi navê Dîwana Kerbeayî heta roja me ya îro maye. Tê gotin ku ji xeynî van berhemên wî yên din jî hebûne, lê bi şewitandina destên xwe hemû ji holê rakirine. Çîroka jiyana Şêx Mihemed Kerbela balkêş e. Ew nezewicî ye.

Piştî ku dibe mamostayê medreseyê di demeke kin de bavê xwe diçe rehmetê. Piştre li Kurdistanê tevgereke netewî dest pê kiriye.

Piştî ku di sala 1920an de Meclisa Milet a Mezin hatiye damezrandin, perwerdeya medreseyê bi kurdî dewam kiriye. Dema ku damezrînerên komarê bi Peymana Lozanê derbasî sîstemeke pergala yekperest a li ser bingeha tirkbûnê dibe, ew bi Şêx Saîd re peyiviye û piştgirî daye tevgerê ku kurd li welatê xwe xwedî derkevin. Lê dema ku serhildan bê encam hat tepisandin, ew û kurê mamê xwe Şêx Hasîp bi hev re pêşî sirgûnê Uşakê û paşê jî sirgûnê Edeneyê kirine. Du berhemên Şêx Mihemed Kerbelayyên ku heta îro mane, berhemên beriya sirgûnê hatine nivîsandine.

Gazina Şêx Mihemed Kerbela

Du pismamên Şêx Mihemed Kerbala ku di sala 1925an de hatin sirgûnkirin, di sala 1928an de ji Edeneyê destûrê digirin û têne Amedê. Tê gotin ku Şêx Mihemed Kerbela li kêleka çemê Ceyhanê rûniştiye û helbesteke nivîsiye û gazina Xwedê kiriye û ew helbest xistiye şûşeyek û avêtiye çemê. Hema wê şevê ji wî re tê gotin ku “Betlaneya çûyana te a Amedê derket”. Ev rewş destpêka serdema ku Şêx Mihemed Kerbela bi xwe re dest bi şer kirine ye. Ji ber ku gazina Xwedê kiriye, xwe efû nake.

Piştî ku bi mamê xwe re (Şêx Hasib) hatiye Amedê, wan re tê gotin ku sirgûniya wan qediyaye. Lê nikarin biçin Axtepeyê. Şêx Hasib li navenda bajarê Amedê bi cih dibe. Şêx Mihemed jî li gundê Çullî yê nêzî navenda Amedê bi cih dibe û di odeyeke tarî de dikeve înzîvayê.

Li gorî şagirtên ku xizmeta wî dîtine, Şêx Mihemed Kerbela di oda tarî ya ku lê dimîne de tim dinivîse û duayan dike. Lêbelê, ew hemî nivîsên xwe dişewitîne. Helbet ev rewş ji nêz ve bi zextên rêveberiya serdemê ve girêdayî ye. Lêbelê, sedemek din jî wekî nebaxşandina wî ya ji ber gazîna Xwedê tê dîtin.

Hem dîwana xwe û hem jî ferhenga ku ji bo perwerdekirina zarokan nivîsandiye berhemên
wêjeyî yên bi hêz in. Ferhenga Kurdî-Farisî mantalîteya xwe ji berhema Ehmedê Xanî Nûbara Biçûkan digire. Bi Dîwana Kerbela jî ekola bavê xwe domandiye.

Şêx Hasib

Nivîskarekî din ê malbatê Şêx Hasib e ku bi piranî li navenda bajarê Amedê dijiya. Dema wî malbatê agahdar dikin ku ew karibin bi temamî li gund bi cih bibin û destûr heye ku erdên xwe biçînin. Lê Şêx Hasib ji Amedê derneketiye û zarokên xwe şandiye gund.

Şêx Hasîb yek ji endamên malbatê ye ku li ûdê dixe. Neviyê wî Pertev Işik di gotareke xwe de diyar dike ku Şêx Hasîb dema ku li Amedê jiyaye wek nivîskarekî girîng ê xeleka edebiyatê hatiye qebûlkirin. Hevaltiya wî bi helbestvanê navdar ê Amedê Cahit Sıtkı Tarancı re hebûye. Tê gotin ku Şêx Hasîb helbestên gelek berhemên hunermendekî din ê navdar Celal Güzelses çêkiriye. Her weha tê gotin ku Şêx Hasîb, ku berhemên xwe bi kurdî nivîsandiye, ew wergerandine tirkî û Celal Güzelses xwendine.

Sê pirtûkên Şêx Hasîb hene, ku hemû jî bi kurdî ne: Dîwana Hesbî, Sûmbûl û Atlas.

Pirtûka Îqdî Dûrfam a Şêx Askerî

Yek ji endamên malbatê ku li Medreseya Axtepe xwendiye, kurê Şêx Ev direhmanê Axtepî yê biçûk Şêx Askerî ye. Heta mirina xwe di sala 1952an de 5 berhem nivîsîne, ku yek ji wan berhema kurdî ya bi navê “Îqdî Dûrfam” e ku bi şêweya La Fonten hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de, heywan mîna mirovan diaxivin û cîhanê şîrove dikin. Şêx Askerî di pirtûka xwe ya bi navê “Keşkol” de jî cih daye gelek helbestên ku bi şêweyên cuda hatine nivîsandin. Li ser berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn jî şiroveyeke wî heye. Berhemeke wî ya din jî bi navê “Dîwana Helbestan” e.

Îfadekirina hestên neteweyî

Em gotara xwe bi helbesteke Şêx Evdirehmanê Axtepî biqedînin. Dema ku mirov berhemên Şêx Evdirehman lêkolîn dike dibîne ku ew kurdekî xwedî hestên netewî yên xurt e. (Yên ku piştî wî hatin jî vê kevneşopîyê domandiye.) Wek mînak dema ku berhema xwe ya kurdî ya bi navê “Rewdet-ul Naîm” diqedîne, sedema nivîsandina xwe bi vê helbestê tîne ziman:

Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
‘Nehin kurdî şa’ir di misra’ekê!’
Bizanin ku şa’ir ji kurdan hene
Ji ’uşşaqê Turk û Ecem zêde ne!
Welê bêxwedan in nehin me reîs
Ku meqbûl-î bin nik wî şi’rê selî
Me jî ger hebûya xwedanêk çunîn
Guhernas û qîmetşunas û emîn
Ji Kurdan gelek şa’irê sihrîdar
Bi nexme diatin wekî musîqar
Welê çun me dîtin ku em bêkes in
Ji bêçaregî kes bi me nahesin!
Me anî qetî kir kelamê metîn
Me xame hilanî ji nezmê şêrîn