Memed Elî Avnî (*)

Prof. Kemal Mazhar Ehmed

Memed Elî Avnî sala 1897an li Sêwrêgê hatiye dinyayê. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî çû Qahîreyê û li zanîngeha El-Ezherê xwend.

Piştî demekê, li mala qralê Misrê Faruk bû wergêrê zimanên Rojhilatî. Ji bilî kurdî fransî, farisî, tirkî û erebî baş dizanibû.

Dema lêkolînê ji çavkaniyên ku bi fransî hatine nivîsandin gelek sûd wergirt. Wî çapa fransî ya “Pirsgirêka Kurd” a ku Celadet Bedîrxan nivîsîbû kiriye.

Memed Elî Avnî di 2ê Tîrmeha 1952an de çû ser dilovaniya xwe. Heta roja koça dawîyê jiyana xwe di nav pirtûkxane û pirtûkan de derbas kir.

Wergerên M. Elî Avnî

Ew bi berdewamî li destnivîsên kevnar û berhemên dîroknasên rojhilatî digeriya. Malzemeyên ku berhev kirine wek pirtûk bi navê “Pirtûkxaneya Kurdî” çap kirine.

Pirtûka Memed Emîn Zekî ya bi navê “Dîroka Kurdistanê” di nav sê salan de wergerand û bi zimanê erebî çap kir.

Her wiha cildê duyemîn ê pirtûka Emîn Zekî ya bi navê “Navdarên Kurd” wergerandiye zimanê Erebî.

Memed Elî Avnî çend sal ji Şerefnameya Şerefxan re terxan kiriye û di sala 1931ê de bi pêşgotina nû ve çap kiriye.

Gelek xebatên din jî hebûn ku M. Elî Avnî dixwest temam bike. Lê jiyana wî têra vê nekir.

* Ev gotar ji pirtûka Prof. Kemal Mazhar Ehmed a bi navê “Kurd û Dîrok” hatiye girtin.

Wergêr Memed Elî Avnî (1897-1952)