Memed Emîn Zekî Beg

Firaz Baran

Çavkanî:
* Meşahir-i Kurd û Kurdistan: Mehmet Emin Zeki Bey, Rûpel 5-7, Weşanên Apec û Özge, 1998/Swêd
* Kürtlerde Tarih: Kemal Mazhar Ahmed, Rûpel 77-82, Weşanên Perî, 1997/Stenbol

Memed Emîn Zekî Beg Kurdolog û subayekî naskirî bû. Pirtûkên wî ev sed salin wek çavkaniyên bingehîn tê dîtin. Gelo kî bû Memed Emîn Zekî Beg? Jiyan û berhemên wî ji me re çi dibêjin?

Memed Emîn Beg sala 1880an li Silêmanî ji dayîk dibe. Ji ber ku pir jîr bûye jê re gotine “Zekî”.

Dibe Yekemîn

Li Silêmanî ruştiyeya leşkerî, li Bexdayê îdadiya leşkerî û paytaxta Osmaniyan Stenbolê jî akademiya harbê xelas kiriye. Piştre jî Akademiya Bilind a Harbê xwendiye. Li wir şagirtêkî zîrek bûye û dibistanê wek şagirtê yekemîn xelas kiriye.

Piştre di nav arteşa Osmanî de li Bexda û Edîrneyê bûye berpirsiyarekî bilind. Wî xarîta û wêneyan baş xêz dikir. Loma karê endezyariyê jî kiriye.

Memed Emîn Zekî Beg beriya Şerê Cihanê yê Yekem dibe endamê komîteya ku ji bo xêzkirina sînorên Împeratoriya Osmanî hatiye avakirin.

Pirtûkên Osmanî

Cihê wî yê dawî li Stenbolê beşa Dîroka Şer bûye. Li vir pirtûkên li ser dîroka şer nivîsiye. Berhemên ku di navbera salên 1906-1921an de bi tirkîya osmanî nivîsandine ev in:

1- Osmanlı Ordusu
2- Irak Seferi ve Hatalarımız
3- Salman-ı Pak Meydan Muharebesi ve Zeyli
4- Harb-ı Umumi’de Osmanlı Cepheleri ve Vekayii
5- Tarihi Harb-ı Osmani Tedkikatı
6- Bağdat ve Son Hadise-i Ziyaı
7- Irak Tarihi Harb-ı Muhtasarı
8- Irak’ı Nasıl Kaybettik

Dema Lozanê Derbasî Bexdayê Dibe

Memed Emîn Zekî Bey rojek beriya Peymana Lozanê, 23ê Tîrmeha 1923an wezîfeya xwe ya leşkerî berdide û diçe Bexdayê.

Sala 1924an li akademiya leşkerî ya Bexdayê mamostetî kiriye. Ji sala 1925an heta mirina xwe di 9ê Tîrmeha 1948an de jî dibe parlementerê Silêmanî.

Rastiyek din a balkêş jî ev e:

Dema qraliyê gelek serokwezir hatin û çûn. Hemûyan dema ku dihatin Lijneya Wezîran ji kesên nêzî xwe ava dikirin. Dema çûyîna wan wêzîr jî diçûn.

Lê hemû Serokwezîran Memed Emîn Zekî Beg wek wezîr dixwestin.

Nurî Saîd, Abdul Muhsîn Sadun, Cafer Askerî, Tevfîk Siwidî, Nacî Siwidî, Cemîl Maftaî, Yazîn Haşîmî û Reşîd Alî Geylanî… Di dema hemûyan Emîn Zekî herî kem carekê bû wezîr.

Ew bû wezîra Perwerde, Aborî, Parastin, Îskan û Çûyîn-Hatinê.

Pirtûkên li ser Kurdistanê

Memed Emîn Zekî dema li Iraqê bûye, li ser dîroka Kurdistanê pirtûkên pir girîng nivîsandine. Navên pirtûkan ev in:

1- Tarîxê Kurd û Kurdistan
2- Muhasebeyî Niyabet
3- Tarîxî Welatî Silêmanî
4- Dû Teqelay Bêsûd
5- Meşahîrî Kurd û Kurdistan

Nîkîtîn “Tarîxê Kurd û Kurdistan” wekî berdewamiya Şerefnameyê nirxand.

Mehmet Bayrak “Meşahîrê Kurd û Kurdistan” wek “yekemîn berhema antolojîk û ansîklopedî ya navdarên Kurd” bi nav kir.

Kemal Mazhar Ehmed li ser pirtûkên wî gotarên pesindayînê nivîsandin.

Mehmet Alî Avnî, Sanîha Emîn Zekî û Cemîl Rojbeyanî pirtûkên wî yên li ser kurdan wergerandine erebî û gihîştin xwendewanên berfireh.

Memed Emîn Zekî Beg li bajarê Silêmanî 9ê Tîrmeha 1948an koçî dawî kir.