Derhêner Shahram Alidi îsal wekî Jurî beşdarî Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê dibe. Em ê li ser hunera Alidi çend nûçeyan parve bikin. Nûçeya yekemîn a Firaz Baran e.
Baran sala 2003an li ser hunera Shahram Alidi nivîseye. Nîvisa xwe li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê belav kiriye. Nivîs bir tirkî ye. Me wergerandiye kurmancî. Nivîs li jêr e:
Firaz Baran
BRUKSEL(08.04.2003)MHA
SPOT: Derhêner Shahram Alidi ji MHAyê re axivî. Wî li ser sînemaya Îranê û derhênerên Kurd şîroveyên taybet parve kir. Got: “Li Îranê derhênerên Kurd xelatan werdigirin.” Bo hunera xwe jî got: “Min xwest wêneyên ku di zarokatiya xwe de xêz dikir zindî bikim.”

Shahram Alidi. Avrela 2025, Düsseldorf. Festîvala Fîlmên Kurdî. Foto: Firaz Baran
NÛÇE
Shahram Alidi ji bajarê Sineyê ye. Ew mêvanê Roj Tvyê bû. Me li studyoyê Roj Tvyê hevpeyvînek kir. Ev bû salek em navê Alidi her tim dibihîzin. Beşdarî festîvalên navnetewî dibe û xelatan werdigire.
Me bi meraqî pirskir: “Salên dawî derhênerên Kurd zêde dibin. Em dikarin bêjin: Li Îranê nifşa sînemagerên Kurd çêdibe?”
Alidi got: “Li Îranê ev salên dawî nêzî 15 derhênerên Kurd xwe ispat kirin. Wekî mînak: Bahman Ghobadi, Cemîl Rustemî, Îbrahîm Saîdî, Turej Aslanî, Hamît Qawanî. Hejmara derhênerên Kurd kêmin e lê xelatan em werdigirin û lewma li pêş xuya dibin.”
Alidi mînakek da û ev agahî parve kir: “Mezintirîn Festîvala Kurtefîlman a Cîhanê li Ewropayê çêdibe. Herî dawî li Îranê 550 fîlm beşdarî festîvalê bûn. Lê tenê fîlmê min hate hilbijartin. Bi rêya (dengên) temaşevanan fîlmê me di nav sê fîlmên pêşîn de cih girt.”
Fîlmên Wî Gelê Rojhilatê Kurdistanê Dide Nasîn
Fîlma ku Alidi qal dike “Gundê Dawî yê Nehejmartî” (The last uncounted village) ye. Fîlm sala 2002 tomar kiriye û beşdarî festîvalan bûye. Wekî mînak li Fransayê pir hatiye acibandin. Li festîvalên cuda sê xelat wergirtiye.
Li Rojhilatê Kurdistanê gundek di nav çiyayan de ye. Ev fîlm giştejimara wî gundî nîşan dide. Tomarkarê nifûsê zilamekî pîr e ku nêzîkî teqawidbûnê ye. Xaniyên gund bi axê hatine çêkirin. Hinek malbat jî li şikeftan jiyan dikin.
Tomarkarê nifûsê naçe hundirê malan. Li devê derî silavê dide û dipirse: “Hûn çend kes in?” Zilam bersiv dide: “2 jina min û 6 zarokên min hene. Lê tu çar zarok û yek jin binivîsîne.”
Li Îranê Festîvala Fîlman a Sonyyê
Îsal li Îranê Festîvala Fîlman a Sonyyê hate li dar xistin. Fîlma Shahram Alidi bû yekemîn. Şîrketa navdar a cîhanî Sony ev bûye du sal li Îranê Festîvala Kurtefîlman li dar dixe. Em ji Alidi dipirsin: “Çi karê Sonyyê li Îranê û bi sînemayê re heye?” Alidi dibêje: “Armanca wan kişfkirina sînemagerên nû û reklam e. Festîvala Locarnoyê bi çi navdar e? Bi kifşkirina talentên nû navdar e. Wekî mînak Çiya Rustemî. Îro hemû cîhan wî nas dike. Locarnoyê kifş kiriye.”
Dîmenen Shahram Alidi
Alidi bi kurtefîlman jiyana devera gundewar a Rojhilatê Kurdistanê nîşanî sînemahêzan dike. Em wekî mînak çanda çayê binivîsin. Kurdên Rojhilat şekir navêjin çayê. Çayê vedixwin û kubên şekir di devê xwe de dişkînin. Dîsa dema dawetan hin gundewar pêşbirka gureşê li dar dixin. Hem mirov û hem jî kûçikên şivanan gureşê dikin.
Kurdên Bakur (ji derveyî Botan û Colemêrgê) û Kurdên Ewropayê tenê Newrozê cil û bergên kurdî li xwe dikin. Lê dema ku mirov fîlmên Alidi temaşe dike dibîne ku Kurdên Rojhilat bi rojane cil û bergên kurdî li xwe dikin. Di nav xwe de tenê bi kurdî diaxivin. Kurdên ku bi farisî diaxivin şermezar dikin. Dîsa dîwarên qehwexaneyan bi wêneyên hunermendên Kurd dixemlînin. Wekî mînak: Wêneyê Nasir Rezazî… Ger muzîk hebe ew jî kurdî ye. Ev nîşanî me dike ku Kurdên Rojhilat wekî Kurdên Bakur asîmîle nebûne.
Shahram Alidi heya niha 8 kurtefîlm kişandiye. Lîstikvanên wî Kurd in. Piranî jî lîstikvanên amator in. Dîsa di fîlmên Alidi de dengê xwezayê, avê û zarokan pir e. Bi rêya xwezayê fîlm awayekî xweş diherikin.
Li Îranê sansûrek giran heye. Gelo Alidi sansûrê çawa derbas dike? Wekî mînak: Li Îranê xuyakirina bûkê qedexe ye. Alidi çi dike? Dema ku koça bûkê digire kameraya Alidi siya bûkê nîşanî me dide.
“Li Îranê Sînemaya Hunerê û Sînemaya Gel Heye”
Me bi Shahram Alidi re li ser sînemaya Îranî jî axivî. Dibêje: “Di sînemaya Îranî de, ji bo pêşketinê du rê hene: Yan divê hûn bi hunera xwe pêş bikevin û bêjin ez heme. Yan jî hûnê pişta xwe bidin hêzek bihêz. Ji bo Kurdan, rêya duyemîn ne mimkûn e.”
Ji bo Alidi rêya yekemîn vekiriye. Dibêje: “Rêya min rêya yekemîn e. Ez ji vê aciz nabim. Min dema kurtefîlman derbas kiriye. Ez dixwazim fîlmên dirêj çêbikim. Li Îranê jî ez hatim naskirin. Lê ji bo fîlmên dirêj pere tê pêşiya mirov. Li Îranê ji bo du şewazan pereyan didin: Yan tê hîtabî hestên gel bike û yan jî tê qala polîtîkayê bike. Em derhênerên Kurd herduyan jî nakin. Ji ber ku êşên me hene. Pêwîste fîlmên kurdî qala êşên Kurdan bikin.”
Alidi dibêje li Îranê du sînema hene. Sînemaya Gel û Sînemaya Hunerê: “Sînemaya Kurdî dikeve Sînemaya Hunerê. Ji ber ku mijarên xwe taybet in. Ew sînema mecbûre bi hunerî be. Yek jî dema ku mirov dixwaze dengê xwe li cîhanê belav bike tenê rêyek hene: Hunerîbûn.”
Shahram Alidi dixwaze produktor û derhênerên Kurd hevdîtinên xwe bidomin û ev hevdîtin bila bibe çandek û dibêje: “Ger em hatin cem hev em ê projeyên nû derbixin. Fîlmên kurdî e zêde bibin. Her wiha derhênerên ku xwe xurt kirine pêwîste piştgiriyê bide derhênerên nû.”
Fîlmên Shahram Alidi
* 1997: Mamlî – 20 deqe
* 1998: Shote – 30 deqe
* 1999: Deriyên Sine – 15 deqe
* 1999: Zarokên Cîhanê – 20 deqe
* 2000: Erd Hişk Ezman Dûre – 20 deqe
* 2002: Mezraya Dawî yê Nehejmartî – 15 deqe
* 2003: Gundê ku Xewnan Nabîne – 15 deqe
* 2004: Morik – 15 dakika
Xelatên Alidi
* Fîlmê “Shote” di festîvalên Japonya û Norwêcê de Xelatên Rûmetê wergirt.
* Sayılmayan Son Mezra, sala 2003 beşdarî Festîvala Fîlman a Sonyê bû. Di nav 2003 fîlman de Xelata Yekem wergirt.
* Heman fîlm sala 2003 beşdarî Festîvala Kurtefîlman a Tehranê bû. Di nav 1700 fîlman de xelata “Fîlmê Herî Baş” wergirt. Di vê festîvalê de ji 27 dewletan fîlm ketin pêşbirgê. Ev festîval sala 2004an wê li Portugalê bibe û Alidi jî wê bibe endamê juriyê. Heman fîlm li Başûrê Koreyê jî “Xelata Taybet a Juriyê” wergirt.
* Li Barcelonayê Festivala Filman a Medê Alidi takdîr kir.
* Dîsa Shahram Alidi bi kurtefîlmên xwe beşdarî festîvalên Berlin, Silêmanî, Fransa û Fledelfia jî bû.
Kurtedanasîna Alidi
Sala 1971ê li bajarê Sineyê ji dayîk bûye. Heya zanîngehê li Sineyê xwendiye. Dema dibistana seretayî bi amatorî şano lîstiye û wêne xêz kiriye. Dema lîseyê pîşeya xwe li ser elektronîkê kiriye. Sala 1998an li Zanîngeha Tehranê Fakulteya Hunerên Bedew xelas kiriye.
Sala 1996an li Tehranê hem xwendiye û hem jî di şîrketê de grafîka pirtûkan kiriye. Çanda şano û xêzkirinê ku zarokatiya xwe de girtiye û zanîngeh û karê grafîkê bûye bingeha sînemaya wî. Dema ku em jê dipirsin “Çima Sînema?” Dibêje: “Min xwest wêneyên ku di zarokatiya xwe de min xêz dikir zindî bikim.”





