Kovara Huner
Nivîskarê Şoreşger Huseyîn Engîzek tevlî karwanê şehîdan bû.
Ew nivîskarê pirtûkên bi navê “Bênav”, “Berxên Me”, “Gewro û Gewrê”, “Serket”, “Sîsê” û “Her Tiştê Me” bû.
Engîzek sala 1976an tevlî şoreşê bûye. PKKê bo Engîzek daxûyaniyek bi nivîskî belav kir. Li gorî daxûyaniyê kurtejiyana Engîzek li jêr e:
Ji Markazê ye
Huseyîn Engîzek (Cafer Engîzek) sala 1955an li gundê Gonîgê (Bozlar) ji dayîk bûye. Ev gund girêdayî bajarê Markazê (Pazarcik) ye.
Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn Markazê xelas kiriye.
Piştre derbasî Dîlokê bûye û Enstîtûya Hûnerên Bedew xwendiye. Herî dawî jî li Mereşê Enstîtûya Perwerdehiyê xelas kiriye û bûye mamosteyê dibistana seretayî.
1976-1980: Li Mereş, Dîlok û Semsûrê
Sala 1976an şoreşgerên mezin Hakî Karer û Kemal Pîr naskiriye û tevlî şoreşê bûye.
Hetanî bihara 1980an li Mereş, Dîlok û Semsûrê bo şoreşê xebat kiriye.
Serokê Şoreşa Kurdistanê Abdullah Öcalan sala 1979an derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Piştre çûye Lubnanê û bi Eniya Demokratîk (rêxistina Filîstînî) re tekîlî daniye. Bo 60 kesî cîhekî perwerdeyê tomar kiriye.
Bihara 80: Perwerdeya Leşkerî
Bihara 1980an 60 kadroyên PKKê diçin Lubnanê û sê meh perwerdeyê dibînin. Yek ji wan Huseyîn Engîzek bûye. Meha Hezîran û Tîrmehê 60 kadro vedigerin û bo tekoşîna gerîla bingeha şerê çekdarî amade dikin. Engîzek jî bi komek hevalê xwe ve bo vê armancê çûye Semsûrê.
Lê dema ku 12ê Îlon a 1980yan darbeya faşîst çêdibe, gelek kadro ve welatparêz tên girtin. PKKê biryar dide û dibêje: “Hemû kadro xwe paş ve bikişînin. Derbasî Lubnanê bibin. Piştî amadekariyek baş emê vegerin.”
1981-1982: Heleb, Efrîn û li ser sînor
Huseyin Engîzek li dijî darbeyê tekoşîn dike û sala 1981an derbasî Rojavayê dibe. Heya payîza 1982yan li Heleb û Efrînê xebatên gel kiriye û li ser sînor jî şoreşgeran derbas kiriye.
Wê wextê nexweş ketiye û bo dermankirinê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.
Sala dibin 1983 û çûye Behdînan û Xakurkê.
1984-1990: Di navbera Ava Zê û Gabarê
Ji sala 1984an heya 1990î li qadên ku ji rojavayê Ava Zê (Zap) heya bi Çiyayê Gabarê dirêj dibin de xebatên gerîla meşandine û li hemberî Roma Reş şer kiriye.
Bi fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz), pêşengên şoreşa çekdarî Mustafa Yêndem, Kazim Kulu, Şehîd Ezîz û Şehîd Ezîme re li dijî Roma Reş şerê rizgariyê kiriye.
Fermandariya mange, taxim û herêman kiriye û koordîneya eyaletan de erk û berpirsyarî wergirtiye.
Taybetmendiyên kesayeta wî girêdayî, duristî û fedakarî bûye.
Sala 1990î derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bûye. Heya payîza 1991ê di Akademiyê de perwerde dîtiye.
1994-1999: Li Botanê
Piştre derbasî Eyaleta Tolhildanê bûye. Li Mereş û Semsûrê têkoşîna gerîla û rêxistinkirina gel de cih girtiye.
Sala 1994an çûye Şamê û qederek li Dibistana Navendî a Partiyê maye. Piştî pêvajoyekê derbasî Botanê bûye û heya sala 1999an li qadên Botan û Behdînanê di asta rêveberiyê de beşdarî xebatan bûye.
1999-2010: Dema Nivîsandinê
Di navbera salên 1999 û 2010an de xebatên perwerdehî, rêxistin û lêkolînê kiriye.
Wê demê pirtûkekî lêkolîn û vepirsînê li ser Zerdûşt nivîsandiye.
Her wiha du romanên bi Kurdî (BÊNAV û BERXÊN ME) nivîsandiye.
Berpirsyariya Radyoya Dengê Gerîla kiriye.
Piştre sê salan li Rojhilatê Kurdistanê nûnertiya KCKê kiriye.
Piştre vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdarî perwerdeyên navendî bûye. Di Akademiya Zanistên Civakî de xebatên nivîskî berdewam kiriye.
Romanek li ser Rojhilatê Kurdistanê nivîsandiye. Pirtûkên bi navê GEWRO û GEWRÊ, HER TIŞTÊ ME, SERKET, SÎSÊ nivîsandiye.
Yek ji xwesteka wî ya sereke avakirina Wêjeya Şoreşger û Wêjeya Gerîla bûye. Bo vê armancê tevî hevalên xwe li çiyayên Kurdistanê Konferansa Wêjeya Kurd a 1emîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidarxistine.
Ber bi Rojavayê
Herî dawî nexweş bûye û derbasî qada Şoreşa Rojava bûye. Li wê derê hem xwe derman kiriye û hem jê xebatên xwe yên wêjeyê domandiye.
Huseyîn Engîzek di 14.03.2024an de li nexweşxaneya ku lê tedawî dibûye tevlî nav şehîdên nemir ên Kurdistanê bûye.
PKKê di daxûyaniya xwe de herî dawî dibêje:
“Di serî de ji malbata hêja ya heval Cafer Engîzek re, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz, mirovahiya ku girêdayî nirxên azadî û demokrasiye re sersaxiyê dixwazin û em soza Kurdistana azad û jiyaneke azad nû dikin.”