Kovara Hunerê
“Ez romanên xwe ne bi coş û hêz bi biryardarî dinivîsim.” Han Kang (Rojnameya Chosun, 10.10.2024)
Komîteya Xelata Nobel a Wêjeyê ji bo xelata 2024an nivîskar Han Kang (53) hilbijartiye. Kang yekem nivîskara Koreyî û yekem jina Asyayî ye ku vê xelatê bi dest xistiye.
Xelat duh hatiye eşkerekirin. Rojnameyên Chosun û Donga yên ku li Koreya Başûr têne weşandin, bi berfirehî qala mijarê kirine. Li gorî nûçeya du rojnameyan, kurtejiyana nivîskar wiha ye:
Kurtejiyan
Han Kang di 27ê Mijdara 1970ê (Balkêşe… Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKKê ye) de li bajarê Gwangju (Koreya Başûr) ji dayik bûye. Bavê wê Han Seung-won jî romannivîs e.
Wê li Dibistana Bilind a Keçan a Pungmoon xwendiye. Di sala 1993an de li Zanîngeha Yonsei Beşa Ziman û Wêjeya Koreyî mezûn bûye. Paşê di weşanxaneyekê de xebitiye.
Çend pirtûkên romannivîs Han Kang ev in:
Evîn li Yeosu (1995-322 rûpel), Xezala Reş (1998-440 rûpel), Fêkiyê Jina min (2000-328 rûpel), Destên Te yên Sar (2002-330 rûpel), Vegeteryan (2007-247 rûpel), Ba Difire Biçe (2010-390 rûpel), Dema Yewnan (2011-194 rûpel), Zarokek Tê (2014-216 rûpel), Xatir Naxwaze (2021-329 rûpel).
Karakterên Wê Jin in
Evîn li Yeosu: Wêje birînên mirovan vedibêje. Gelo wêje çiqas xurt e. Nivîskar vê mijarê dikole.
Xezala Reş: Behsa jinekê dike ku li bajêr dijî û hafizeya xwe winda dike.
Ba Difire Biçe: Hunermendeke jin a serkeftî dimire. Mirina wê ya bi guman, bîranîn û êşa wê tîne ziman.
Dema Yewnan: Jina ku xeberdana xwe winda dike. Ew behsa bêdengiya jiyana wê û zimanekî kevn ê windabûyî dike.
Zarokek Tê: Ew li ser qurbanî û êşên Tevgera Demokratîkkirina Gwangju disekine.
Han Kang mirovên bindest nîşan dide. Zextên ku di pêvajoya bidestxistina azadiyê de rû bi rû mane îfade dike. Karakterên wê ji mirovên têkoşer pêk tên. Ya herî girîng, piraniya karakterên sereke yên Han Kang jin in.
Vejeteryan
Rojnameya Chosun di nûçeya xwe de qala romana Vejeteryan dike û dibêje:
“Pirtûka ku Han Kang xist nav nivîskarên navdar ên cîhanê, romana wê ya Vegeteryan e. Karaktera sereke Yeong-hye ye, ku piştî xewnên tund xwarina goşt red dike. Bawer dike ku ew vediguhere darekê. Karakterên derdora Yeong-hye mêrê wê, tiyê wê û xwişka wê ya mezin e. “
Vegeteryan li Koreyê bi zêdetirî 1 mîlyon kopî hatiye firotin. Han Kang, ligel wergêr Deborah Smith, yekem nivîskarê Koreyî ye ku ji bo vê romanê Xelata Booker a Navneteweyî ya 2016an wergirtiye.”
Malbateke Nivîskar
Han Kang ji malbatek nivîskar tê. Bavê wê Han Seung-won (85) û birayê wê Han Dong-rîm romannivîs e. Hevjînê wê Hong Yong-hee jî rexnegerê wêjeyê ye.
Rexnegerê wêjeyê Jeong Myeong-gyo li ser pirtûkên Han Kang dibêje: “Han Kang ne romannivîseka populer e. Ew romannivîsek avangard e (Nûjen-Kesê ceribandinî dike). Ji destpêkê ve xwestek a wê ya xurt hebû ku bi şêwaza nivîsandina xwe bimeşe. Wê bi domdarî riya xwe meşiya, bûyerên girîng ên dîroka Koreyê yên wekî 18ê Gulanê û 3ê Avrêlê lêkolîn kir. Di destpêkê de zêde bal nekişand. Demek dirêj bi çolê nefêmkirinê re têkoşîn kir. Piştre ji çar aliyên cîhanê reaksiyonên erênî dest pê kirin. Ji wê gavê û pê ve, hunera wê bû nirxek.”
Wêne di sala 2005 de hatiye kişandin. Ji çepê ber bi rastê: Hevjînê xwe rexnegerê wêjeyê Hong Yong-hee, nivîskar Han Kang, diya wê Lim Gam-won û bavê xwe nivîskar Han Seung-won.
Bavê wê sala 1988an ji bo pirtûka ‘Rêwî li ser Peravê’ Xelata Wêjeyî ya Lee Sang wergirtiye. Han Kang jî sala 2005 Xelata Wêjeyî ya Lee Sang werdigire. Bi vî awayî, ew dibin malbata yekem ku wekî bav û keç Xelata Wêjeyî ya Lee Sang bi dest xistine.