Nûçeyek ji 37 sal berê

Amadekar: Kovara Huner-Beşa Govendê

Çavkanî
Rojnameya Berxwedan: Hêjmar 36, Tîrmeha 1987, Rûpela 5

Rojnameya Berxwedan hêjmara 36an nûçeyek belav kiriye. Nûçe li ser yekemîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ye. Di nûçeyê de ev agahî têne dayîn:

“Yekemîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê 27ê Hezîrana 1987an li bajarê Frankfurt a Almanyayê hate lidarxistin.

12 kom beşdarî pêşbirkê bûn. Gelek komên folklorê diyar kirin ku ji ber hin sedeman nikarin beşdar bibin. Bi şandina peyamên nivîskî ji komên beşdar pîroz kirin.

Mîhrîcanê HUNERKOMê (Komela Hunermendên Welatparezên Kurdistan) lidarxist. Ji hezarî zêdetir temaşevan beşdar bûn.

Beriya Mîhrîcanê pêvajoyeke girîng a amadekariyê hebû. Komên govendê demên dûr û dirêj li ser dîlanên ku bên lîstin prova kirin û li gorî hereman jî cil û berg amade kirin.

Hemû kom beriya Mîhrîcanê di derbarê qaîdeyên pêşbirkê de hatin agahdarkirin.

Mîhrîcan Dest pê dike

Piştî ku hemû kom û temaşevanan cihê xwe girtin, pêşkêşvan bi fermî Mîhrîcanê vekir. Destpêkê ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.

Piştre li ser navê HUNERKOMê peyama nivîskî hat xwendin. HUNERKOMê ev peyam da:

“Di vê serdemê eniya gel pêşketiye. Gelê me li ber xwe dide. Girîngiya xebatên çandê hîn zêdetir bûye. Armanca me ew e ku bi xebatên çand û hunerê folklora kurdî derxin holê û pêşkêşî gelê xwe bikin. 1987 Mîhrîcana Govendên Kurdistanê dê xizmetê ji vê armancê re bike.”

Piştî ku peyam hat xwendin, jûriya pêşbirkê vexwendin ser dikê. Kurayek vekirî hat kirin û rêza ku dê kom têkevin pêşbirkê hat diyarkirin û pêşbirkê dest pê kir.

Kom yek bi yek derketin ser dikê. Pêşî, wan dîlanên ku ew ê bilîzin û cil û bergên xwe diyar kirin. Piştre lîstikên xwe nîşan dan. Ji herema Riha, Wan, Bedlîs, Mûş, Amed, Mereş, Dîlok, Qers, Agirî û Çewlîgê dîlan hatin pêşkêşkirin.

Komên govendan bi dîlanên xwe yên bi heybet dewlemendî, coş û bedewiya folklora kurdî nîşan dan. Kom ji deh bajarên cuda hatibûn. Her wiha komên zarakon jî beşdarî Mîhrîcanê bûn. Herî zêde çepik ji bo zarokan hatin lêxistin.

Piştî pêşbirkê jûriyê komên serketî eşkere kirin. Ji bo hemû lîstikvanan diyariyek jûriyê jî hebû. Pênûsên ku li ser ala ERNKê û nivîsa “Her tişt ji bo ERNKê” hebû diyarî hemû lîstikvanan kirin.

Her wiha wêneyên rêheval Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Durmuş, Kemar Pîr, Mehmet Karasungur û Mahsum Korkmaz ên di çarçoweyê de jî diyarî beşdarvanan kirin.

Jûriyê wêneyê Sekreterê Giştî yê PKKê Abdullah Ocalan diyarî koman kirin. Pêşbirk bi heyecan û coşeke mezin bi dawî bû.

Daxûyaniya Berdevka HUNERKOMê

Piştî Mîhrîcanê berdevka HUNERKOMê ji rojnameya me re ev daxuyanî da:

“Mîhrîcana Govendên Kurdistanê bi serkeftî bi dawî bû. Armanca me ew e ku li hemû bajarên ku gelê me lê dijîn komên govendê ava bikin.

Em dixwazin di vî warî de kesên pispor û jêhatî derbixin holê.

Dewletên kolonyalîst ji bo berjewendiyên xwe çanda me wekî madeyeke xam bikar tînin.

Em bi vê xebatê xwedî li çanda derdikevin. Em bi komên govendê çanda xwe bi gelên Ewropayê re didin nasîn.

Ev pêşbirka yekem bû. Her çiqas em bê tecrube bin jî me encamên girîng bi dest xistine. Em ê her sal pêşbirkê li dar bixin û pêşbirka muzîkê jî tê de cîh bigire.

Hemû komên beşdarî pêşbirkê bûne ji welatparêzên ku alîgirê serxwebûna Kurdistanê bûn, pêk dihat.

Armanca me ew e ku di dema pêş de em van xebatan bigihînin Kurdistanê. Em ê hewl bidin bi van xebatan xizmeta têkoşîna rizgariya neteweyî bikin.”