Firaz Baran/Düsseldorf
26ê Avrêla 2025an panelek li ser “Sînemaya Kurdî” hat li dar xistin. Çar derhênerên sînemayê Shahram Alidi, Hawraz Mohammed, Cemile Sahin û Ekrem Heydo axivîn.
Moderatorê panelê sînemager û organîzatorê 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê Serhat Hülaku bû. Panel li sînemaya Metropolê û demjimêr 16:00 dest pê kir.
Ekrem Heydo: Li Rojavayê Bingeha Sînemayê Hate Avakirin
Derhênerê dokumentarê “Serêkaniyê” Ekrem Heydo behsa xebatên sînemayê ya li Rojavayê Kurdistanê kir. Wî got ku du akademiyên sînemayê li Dêrik û Hesekê hatine damezrandin û akademiya li Hesekê tenê xwendekarên jin qebûl dike. Heydo got:
“Akademiya li Hesekê tenê xwendekarên jin qebûl dike. Ev yek bûye mijara nîqaşê jî. Hin kesan pirsî çima tenê jin tên qebûlkirin? Lê gava em li ser Rojhilata Navîn difikirin, ez wê biryarê pir girîng dibînim.”
Ekrem Heydo got ku fîlmên dirêj, rêzefîlmên televîzyonê û dokumentar li Rojava hatine kişandin û ev nirxandin pêşkeşî guhdaran kir:
“Binesaziya sînemayê li Rojava hate danîn. Ez difikirim ku dema şer biqede û statû were bidestxistin, dê pêşketinên mezin çêbibin. Her wiha, dema ku ambargo were rakirin û sînor werin vekirin û têkiliyên azad bi hemû beşên Kurdistanê û dîasporayê re werin danîn, sînema dê hîn bêtir pêş bikeve.”
Ji çepê ber bi rastê: Serhat Hülaku, Ekrem Heydo, Cemile Sahin, Shahram Alidi, Hawraz Mohammed û Jiyar Mihêdîn. 26.04.2025, Düsseldorf/Sînemaya Metropolê
Shahram Alidi Serpêhatiyên Xwe Parve Kir
Derhêner Shahram Alidi jî li Parîsê hat û beşdarî panelê bû. Alîdî derhênerê fîlmên “Bi Ba re Pifapif ke” (2009) û “Bîranên Hespê Reş” (2015) e. Li ser pirsekê serpêhatiyên xwe parve kir û got:
“Her sponsorek xwedî armancek e. Ji ber vê yekê Sînemaya Kurdî ku pirsgirêkên xwe yên aborî çareser kiribe girîng e. Mînakî, fîlma ‘Kobanê’ girîng bû. Bi aboriya Kurdistanê hatiye kişandin. Dema ku rewş wiha be, derhêner çîroka Kurdan azad vedibêje.
Mînakî, Amerîkiyan ji min re digotin ‘Talent e’. Wan pêşniyar kir ku ez fîlmek çêbikim. Lê gotin, ‘Ew ê ne li ser Kurdan be’. Derfetên me li Rojhilatê Kurdistanê pir kêm bûn. Rejîma Îranê jî pere pêşkêşî me dikir. Digotin, ‘Werin em pere bidin. Lê fîlmekî bi kurdî çênekin.’ Ji ber vê yekê derfetên ku îro li Başûr û Rojava hene pir girîng in.”
Shahram Alidi li ser hêz û bandora sînemayê axivî û ev mînak da: “Bo nimûne, fîlmên ku li ser Enfalê têne çêkirin, komkujiyê nîşanî tevahiya cîhanê didin. Bo nimûne, hûn beşdarî festîvalên li Rojhilata Dûr dibin û fîlman li wir nîşan didin. Sînemahêz te nasdikin û tesîr dibin.”
Alidi diyar kir ku belavkirin di cîhana sînemayê de jî pir girîng e û got: “Belavker jî armanca xwe diparêzin. Hûn fîlmek çêdikin lê heke hûn nekarin wê belav bikin, ew ê negihîje sînemahêzan.”
Shahram Alidi mîna Bahman Ghobadî yek ji derhênerên pêşîn ên Rojhilatê Kurdistanê ye. Wan bi qedexe, sansur, şert û mercên dijwar û derfetên sînorkirî fîlm kişandin û Rojhilatê Kurdistanê di sînemayê de temsîl kirin.
Lewma Serhat Hülaku fîlmên pêşîn jî ji Alidi pirs kirin û piştî bersivan got: “Birêzan, hûn nifşê yekem ê sînemaya Kurdî ne. Her kêliya ku hûn vedibêjin, di rastiyê de beşek ji dîroka sînemaya me ye.”
Mamoste Hawraz Mihemed Şîrove û Pêşniyarên Xwe Parve Kir
Derhêner Hawraz Mohammed li Zanîngeha Silêmanî dersên sînemayê dide. Heta îro 14 dokumentar û 17 kurtefîlm kişandiye. Mamoste Mohammed jî di nav beşdaran panelîstan de bû.
Wî bi gotina “Ez Konferansa ku îro li Rojava pêk hat pîroz dikim” dest bi axaftina xwe kir û got:
“Romana Karl May qonaxek e. Sala 1926an Kurdên Êzdî fîlmek kişandiye. Ew qonaxek e. Fîlmên Yilmaz Guney ne bi Kurdî ne, lê ew jî qonaxek e.
Li Rojava beriya sala 90î fîlmê Soro kişandin. Ew qonaxek e.
Sala 1991ê çar fîlmên kurdî ya dirêj dirust kirin. “Bako”, “Tunel”, “Gelegork” û “Nergîzbûyî Kurdistan” Ew qonaxek e.
Berê, oryantalîstan (rojhilatnas) an kolonyalîstan li ser me fîlm çêdikirin. Ew jî qonaxek bû.
Niha qonaxa derhênerên Kurd dest pê kiriye. Êdî li ser gelê me em fîlman çêdikin.”
Hewraz Mihemed paşê ev gotina antropolog û etnografê fransî Jean Rouch bi bîr xist: “Neteweyên ku li ser xwe fîlman çênakin an wêneyên xwe nagirin, mehkûmî tunebûnê ne.”
Jean Rouch, pêşengekî antropolojiya dîtbarî ye. Fîlm çêkiriye û sînemayê di lêkolîna xwe de wekî rêbazek bi kar aniye. Bi vê gotinê, wî dixwest tekez bike ku heke gelek çanda xwe belge neke, dibe ku bi demê re nasname û bîra xwe winda bike.
Hawraz Mohammed pêşniyarên xwe jî parve kir û got:
“Hin mijar hene ku polîtîkvan nikarin ravebikin, lê fîlm dikarin. Em niha fîlmên hunerî çêdikin û xelatan jî distînin. Em li Silêmanî, Duhok, Amed, Rojava û Ewropayê festîvalên fîlman li dar dixin. Lê hîn gelek kar hene ku divê em bikin.
Divê em li ser ciwan û temaşevanên îro jî bifikirin. Divê em fîlmên bi kalîte çêbikin. Sînemahêzên Kurd niha Netflixê û sînemaya cîhanê temaşe dikin. Ji ber vê sedemê, ew kalîteya nizm qebûl nakin.
Çawa ku Kurdê caş û Kurdê baş hene, fîlmê baş û fîlmê nebaş jî hene. Divê rexnegirên fîlman zêdetir bin û fîlmên xirab rexne bikin. Li vir rola çapemeniyê û medyayê derdikeve.”
Mamoste Hawraz Mohammed di dawiya axaftina xwe de ev pêşniyara balkêş anî ziman:
“Di fîlmên Hindî de reqs heye, di fîlmên Îtalî de Pîzza an Pasta heye, di fîlmên Amerîkî de alav û balafir heye. Her welatekî zimanekî sînemayê çêkiriye.
Gelo zimanê Sînemaya Kurd çi ye? Em ê kîjan nirxê xwe pêş bixin. Bi ya min, nirxa me ya herî girîng ku me diyar dike muzîka me ye. Derhêner dikarin vê yekê wekî rêbaz bikar bînin.”
Cemile Sahin Qala Serpêhatiya Xwe Kir
Axaftvana din a panelê nivîskar û derhêner Cemile Sahin bû. Sahin li Almanyayê ji dayîk bûye. Li Londonê li ser hunerê xwendiye. Ji Zanîngeha Hunerê ya Berlînê jî qedandiye. Ew nivîskara romanên “Taxi 2019”, “Commando Ajax” û “All Dogs Die” ye.
Cemile Sahin li ser Kurdên li Almanyayê axivî. Got ku Kurd wek karker û penaber hatine Almanya û piştî Serkeftina Kobanêyê Kurd li Almanya bêtir hatine naskirin û piştî vê pêvajoyê Almanan nêzîkatiyek mezin nîşanî Kurdan dane.
Sahin destnîşan kir ku malbatên karker ên ku di salên 60î de hatine girîngî dane axaftina bi almanî û hebûna cîranên alman û mijara nasnameyê paşê derketiye pêş.
Got berê Almanan her kesê ku ji Bakurê Kurdistanê hatine wekî “Tirk” didîtin û got: “Lê, Kurd Kurd e, Tirk Tirk e. Piştî pêvajoya Kobanêyê, êdî wekî berê her kesî wekî Tirk nabînin û Kurdan hên bêtir nêzîkî xwe dibînin.”
Wê rêwîtiya xwe ya hunerî bi van gotinan tarîf kir: “Destpêke min ji xwe re got: ‘Ez ê di berhemên xwe de nebim neynikek kolonyalîstan.’ Min pirtûkên xwe bi vê perspektîfê nivîsandin. Min fikirî ku ger ez fîlmek Kurdî çêbikim, ew ê bibe propagandayek bihêz. Ez karê xwe bi vê perspektîfê dikim.”
Jiyar Mihêdîn
Di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê de piştî her fîlmekî, derhêneran bersiv dan pirsên temaşevanan. Derhênerên ku hatibûn festîvalê bi Kurdî, Almanî, Spanî û Îngilîzî axivîn. Wergêrê festîvalê Jiyar Mihêdîn bû.
Mihêdîn bi kurdî, farisî, almanî, îngilîzî û spanî baş dizane. Lewma, ew bû wergerê hemû derhêneran û pirsên temaşevanan û bersivên derhêneran wergerand.
Axaftin, werger û dîksiyona wî baş bû û sînemahêzan wî wek pêşkêşvanekî televîzyonê qebûlkirin. Jiyar Mihêdîn bû wergerê panela “Sînemaya Kurdî” jî.