Parêzgerê Feqîran

Firaz Baran

Em ê îro behsa kurdekî komunîst bikin. Parêzer û nivîskar Maruf Berzencî ku sala 1963an hat îdamkirin…

Marûf Berzencî sala 1921ê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî li Kerkûkê û Fakulteya Hiqûqê jî li Zanîngeha Bexdayê qedandiye.

Piştre li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Kerkûkê dest bi karê parêzeriyê kiriye.

Di 18 saliya xwe de ramana komunîst pejirandiye. Dema bûye parêzer, li dijî axayên bi hêz li cem gundiyên bêerd û feqîr, dest bi têkoşîna hiqûqî kiriye. Ji bo vê jî wek “Parêzgerê Feqîran” hatiye naskirin.

Gelê me pir jê hez kiriye. Hilbijartinên sala 1954an jî jimareke zêde deng wergirtiye û bûye Parlementerê Silêmanî. Lê rejîma Iraqê nehiştiye ku bibe Parlamenter.

Marûf Berzencî di 14ê Tîrmeha 1959an de bi komek welatparêzên Kurd re tê girtin. Di zindanê de helbest, çîrok, şano, rexne û lêkolînan nivîsandiye. Gotarên wî di kovarên Şafak, Hîwa û Ronahî de hatine weşandin.

Nivîsên wî bandorek mezin li ser gel kiriye. Dibe ku ew parezêr bû lê wî di 16 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiribû. Loma nivîsên wî xurt bûn.

Dema ku Agirbest Têk çû

Sala 1961ê Kurd û rejîma Iraqê dest bi şer kirin û di destpêka sala 1963an de agirbest hat ragihandin. Agirbest şeş mehan berdewam kir. 10ê Hezîrana 1963an agirbest têk çû û dîsa dengê çekan hat.

Rejîma Iraqê di 23ê Hezîrana 1963an de komkujiyek pêk anî. Marûf Barzencî û 27 hevalên wî îdam kirin!

Gelê Kurdistanê parêzerê komunîst Marûf Berzencî ji bîr nekir. Navê wî li kolanan danî û hunermendan jî peykerê wî çêkirin. Ew îro ne tenê wek “parezêrê feqîran”, wekî “Şehîdê Qelem û Helbestê” jî tê naskirin.

Marûf Berzencî û malbata xwe