Pêşangeha Arthur Erickson

Arthur Erickson yek ji mîmarên herî mezin ên Kanada û parzemîna Amerîkayê ye. Wî bi avahiyên ku çêkiriye Kanadaye guhert.

Erickson zanîngeh, muze, salon, navendên kongreyê û gelek projeyên cuda xêz kirin. Ew bû mîmarê herî rêzdar li Kanadayê û 20ê Gulana 2009an di 84 saliya xwe de koça dawî kir.

Weqfa Arthur Erickson bîranîna wî zindî dihêle. Niha li bajarê Montreal ê Kanadayê pêşangehek jê re hat vekirin. Navê pêşangehê, “Li Wir Bûn: Wênekêşî di Rojnivîsên Rêwîtiya Destpêka Arthur Erickson de”.

Pêşangeh heya 16ê Adara 2025an, li bajarê Montrealê, li Navenda Mîmarî ya Kanadayê vekirî bimîne. Rêveberê pêşangehê jî David Covo ye.

Kovara Mousseyê Pêşangeh Geriya

Mousse, kovara hunera hemdem e û sê mehane ye. Kovar li Mîlanoyê derdikeve û tîraja wê 35 hezar e. Ev kovar li Ewropa, DYA, Awûstralya û Asyayê tê belavkirin.

Nûçegîhanên kovara Mousse çûn Montrealê û li pêşangehê geriyan û der barê pêşangeha Erickson de ev agahî belav kirin:

“Arthur Erickson (1924–2009) li zanîngeha McGill mîmarî xwend. Di bihara 1950 de mezûn bû. Bûrs a seyahetê wergirt û du sal û nîv pêşîn ên kariyera xwe li Bakurê Afrîka, Rojhilata Navîn û Ewropayê derbas kir.

Di havîna sala 1961ê de wî ji Encumena Hunerê ya Kanadayê bûrsek nû wergirt. Bi vê bûrsê, wî pênc mehan li Japonya, Hong Kong, Macao û Asyaya Başûr-rojhilatê geriya.

Erickson bi rêwîtiyên xwe cîhên nû fam kir û ramanên nû girt. Ew dema ku digere rojnivîskê negire. Lê, wî di rêwîtiyên xwe yên destpêkê de kamera bikar aniye. Wî bi dehan name ji malbat, heval, hevkar û mamosteyên xwe yên berê re şandiye û çavdêriyên xwe bi rêya nameyan belge kiriye.

Di navenda vê pêşangehê de nameyên ku wî ji Japonya, Macao, Kamboçya û Balî nivîsandine hene.

Wêne, notên li cîh û nameyên Erickson dikarin wekî vegotinek zindî û samîmî ya xebata wî ya mîmarî û çandî werin xwendin.”

Erickson dema ku vegeriya Kanadayê, dest bi xêzkirina nexşeyên mîmarî kir. Li zanîngehan ders da û bo kovaran gotar nivîsandin. Wî di jiyana xwe ya mamostetî û nivîskariyê de ji van geran her tim mînak dan. Erickson mîmarek e ku mîrata cîhanê hembêz kiribû û vê mîrata çandî bir Kanadayê.