Pîr Şalyarê Hewramanî (Ê Yekem)

Baba Merdoxê Rûhanî

Hewraman herêmeke Kurdistanê ya çiyayî, kevirîn û asêgeh e. Di demên berê de kesên derveyî vê herêmê bi hêsanî nedikarin bihatana van deveran.

Bi piranî niştecihên Hewramanê kesên xakî, nerm û dilpaqij bûn. Xwarina xwe ji hilberînên sewalan, fêkiyên daran; wekî gûz, tû, şabelût, karçîn û ji rehên giyayan dabîn dikirin.

Berg û cilên ku li xwe dikirin jî ji hiriya sewalên kedîkirî yan jî ji pembû çêdikirin.(1) Her wiha bi amûrên destan solên herêmî çedikirin.(2) Bi vî awayî Hewramaniyan, hewceyî bi têkilî û peywendiyên bi kesên dûr an nêzîk nedidîtin.

Ji ber vê sedemê, di encamê de, ji bûyerên li derveyî jîngeha wan diqewimîn, dereng agardar dibûn. Heke bûbûna jî girîngî nedidanê. Ew bes bi kar û xebatên debara jîn û parastina kevneşopiyên xwe re mijûl bûn.

Hewramanî Ahura-Mezdaperest bûn û girêdayî dînê Zerdûşt bûn. Piştî êrîşa Erebên Misilman li ser axa Îranê û jiholêrabûna desthilata Sasaniyan û belavbûna dînê mubîn ê Îslamê di berfirehiya wê erdnîgariyê de, Hewramanî demeke dirêj ji bo bîr û baweriya xwe ya ola kevnare li ber xwe dan. Wan, ew qas rûyekî xweş nîşan nedidan bo wan kesên ku ji bo teblîxa dînê nû li nav wan digeriyan.

Yekî bi navê Pîr Şalyar (Pîr Şehriyar) kurê Camasb ku ji pîr û rêberê ola Zerdüşt bû, li Hewramanê dijiya. Ev pîr mirovekî gelek zana, agahdar û xwedî siruşteke rewan bû.

Vî pîrê zana, pirtûkeke bi navê Marifeto Pîr Şalyar (Marîfeta Pîr Şehriyar) bi Kurdiya Hewramî, bi ristkî nivîsîbû. Di naveroka vê pirtûkê de, gotinên pêşiyan, şîretên hêja, tevî zikrên nuktedar çend adab û rusûmê dînî û kevneşopî û der barê jiberkirin u hifza wan de tewsiye hene.

Nusxeya vê pirtûkê niha bi dest nakeve, lê beşek ji pexşan û malikên helbestên pirtûkê hê jî di bîra mirovên Hewramanî de mane û di hin cih û mijaran de bi kar tînin.

Di vê pirtûka helbestkî de piştî herdu malikan malikek tê dubarekirin:

Goşit ce watey Pir Şalyar bo
Hoşit ce kiyastey zanay Simyar bo

(Guh bidêre gotinên Pîr Şalyar
Hişê xwe bispêre nivîsên Zerdûştê zana)

Ev jî yek ji du malikên wan helbestan e:
Daran giyandar en, cerg û dil berg en
Gayî pir berg en gayî bêberg en

Ke reg ce hêlên hêlê ce kerg en
Ruwas ce ruwas wurgen ce wurgen

(Dar giyandar in, cerg û dilên wan belg in
Hin caran pirbelg in hin caran bêbelg

Mirîşk ji hêkê ye, hêk jî ji mirîşkê
Rûvî ji rûvî ye, gur jî ji gur)

Wewrê wewaro, wewrewerên e
Worêse biryo, çuwar serêne

Ke rigê siyawe hêlêş çermên e
Goşlê me miryo diwê derêne

(Berfek dibare berfexwer e
Werîs parçe bibe, çar serî jê peyda dibin

Mak reş, hêka wê spî ye
Dîzik qul be, derî dibin dudu)

Hinek ji alimên Kurd bawer dikin ku Pîr Şalyar, di dawiya jîna xwe de ola Îslamê pejirandiye û heta tê koşiyaye ku bi Hewramiyên wê demê vî dînê mubîn bide nasîn, lê di vî warî de pêşketin bi dest nexistiye û di dawiya sedsala 5an a koçî de pişta xwe daye cîhanê.

Bes agahiyên berdest destnîşan dikin ku ev Pîr Şalyar, di dawiya sedsala 1ê de jiyaye û li ser bîr û baweriya xwe ya dînî ya dêrîn maye û heya dawiya jîna xwe domandiye.

Lewra ya yekê, di sedsala 4an, 5an û heta 3yan de ola Îslamê li seranserê herêma Hewraman belav bûbû û bi giştî niştecihên vê herêmê bîr û bawerî bi dînê Îslamê anîbûn û dînê Îslama pîroz qebûl kiribûn.

Ya duyem, pejirandina Pîr Şalyarê Yekem a dînê Îslamê bi rastî jî ne guncan e û bi rastiyê ve li hev nake.

Wisa nebûya Pîr Şalyar berhema xwe ya ristkî ya tije têgehên Mecûsîtiyê û kevneşopiyên dêrîn li dû xwe nedihişt; belkî ew beşên ku têkildarî dînê kevin û tewsiyeyên der barê parastina wê de ne dê biguheranda û li şûna wê dê cih bidaya mijarên der barê ferman û rêzikên dînê Îslamê de. Çawa ku Pîr Şalyarê Duyem -ku bûbû Misilman- ev kar pêk anîbû.

Çavkanî:
– Tarixa Kurdistanê, Merdox
– Kurd û Peywestegiyê Nijadî we Tarixiyê û (Kurd û Pêwendiyên Wan ên Nijadî û Dîrokî), Reşîd Yasemî

Jêrenot
1- Îro jî cil û bergê ehlê Hewraman, Ciwanro, Jawero û hinek ji herêmên din ên Kurdistanê, bi destê mirovên wê herêmê tên çekirin. Bi cureyê hiriyeke xalis ku di devoka wê herêmê de jê re “merez” dibêjin, cilên gelek xweşik bi navê “çoxe” û “ranik” çêdikin.

2- Solên zivistanî ji çermê heywanan, bi terzekî taybet çêdikin ku çîpê mirovan jî dinixumînin û di nava berfê de pêşî lê digire ku av û serma nifûzî hundir bikin. Ew ji vê solê re “kale” dibêjin.

Solên havînî jî mehsul û keda destê wan e ku rûyê wî bi cureyekê tayê ji pempoyê diraçînin, dû re bi terzekî taybet qat dikin û rûyê wî berhevî ser hevdu dikin û di du sê cihan de bi kemereke ji çerm û rêviyê heywanan ji hundir ve bi hev ve didûrin.

Û çendan li pê mirov dixe û pir dişidîne ku ji hev venabin û di netîceyê de saxlemî û zerafetekê didê. Ev pêçan û çêkirina awayê solan, îro jî di nava her tebeqatên mirovên herêma Kurdistanê de -çi gundî çi bajarî- heye û derbasdar e. Ji vê re di îstilaha Kurdî de “killaş” dibêjin.

– Ev gotara Baba Merdoxê Rûhanî ji pirtûka “Dîroka Navdarên Kurd” hatiye girtin. Pirtûk sê cîldan pêk tê. Ev gotar di Cîlda yekemîn de cih digire. Baba Merdoxî ev pirtûk sala 1992an li Tehranê bi farisî weşandiye. Pirtûk sala 2020an bi tîpên latînî û kurmancî li Stenbolê hate weşandin.

Dîroka Navdarên Kurd I: Baba Merdoxê Rûhanî, Weşanên Nûbihar, Rûpela 44-46, 2020/Stenbol, Wergera ji Farisî: M. Reşît Irgat û Îsmet Kiliçarslan