Kovara Huner/Düsseldorf
“Pîrebok” yekemîn fîlmê dirêj ê Lütfi İrdem e. “Pîrebok” navê çîrokeke Kurdan e. Derhêner dema ku zarok bûye gelek caran ev çîrok ji diya xwe guhdar kiriye.
Lütfi İrdem vê fîlmê reş û spî kişandiye. Ev yek rengekî din dide fîlm û 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê. Fîlm dê 25ê Nîsana 2025an saet 21:40 li sînemaya Ufa Palastê derkeve pêşberî sînemahêzan.
Di derbarê fîlm de jî mirov dikare bi kurtasî bêje: Adem mirovekî feqîr û pişthotik (piştxwar) e. Jinek ji şer direve û xwe li welatekî cîran digire û bi keça xwe re jiyan dike. Adem û ev jin rastî hev tên. Fîlm çîroka van her du kesan vedibêje.
Fîlm heta niha sê xelat wergirtine:
* Di Festîvala Fîlman a Duhokê ya 2023 de: “Xelata Federasyona Navneteweyî ya Rexnegirên Fîlman (FIPRESCI)
* Di Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Berlînê ya 2023 de: Fîlma yekem a herî baş
* Di Xelatên Fîlma Hunerê ya Sofyayê ya 2023 de: Fîlma herî baş (Mansîyon).
Danasîna Fîlm
Nav: Pîrebok
Dem: 60 deqîqe
Sal: 2023
Ziman: Kurdî (Dimilî û Kurmancî)
Derhêner: Lütfi İrdem
Senarîst: Lütfi İrdem û Nurullah Kaya
Lîstikvan: Nurullah Kaya, Gülbin Bozan û Fatma Boztaş
Çêker: Nesra Gürbüz Acar û Momomit Film Yapım
Temaşevan: +13
Lütfi İrdem
Lütfi İrdem sala 1986an li Sewrêgê ji dayik bûye. Fîlmên ku wî tê de cih girtiye ev in:
Di Navberê de: Di vê fîlmî de (derhênerê wê Alî Kemal Çinar bû) wek alîkarê derhêner û lîstikvan cih girtiye.
Görünmez Kadın: Di vê kurtefîlmê de Lütfi İrdem senarîst, derhêner, sînemager û lîstikvan e.
“Cano” û “Veşartî”: Di van fîlmên dirêj de wek lîstikvan û rêvebirê berhemê cih girtiye.
Berî Şevê: Wekî rêveberê hilberînê beşdar bûye.