Pirtûka Enfalê û Arşîvek Netewî

Çavkanî: ROJNEWS

Nivîskar Selam Alî, pirtûkek nû çap kir. Pirtûka bi navê “Welatê Gulgeniman” ji 6 berg in û li ser Enfalê ye.

Nivîskar hevpeyvînan bi jin û zilamên bûyîn qurbanê Enfalê û beşek ji fermandar û caşên ku haya wan ji bûyerên Enfalê hebûne kiriye.

Li bajarokê Kelarê bo nasandina pirtûkê merasîmek hate li dar xistin. Di merasîmê de kesûkarên Enfalkiryan û şehîdan, kesayetên ji beşên cuda yên civakê amade bûn.

Nivîskar Selam Elî têkildarî pirtûkê got:

“Enfal trajediyeke mezin bû ku bi serê gelê me de hat. Min xwest arşîvek ji bo gelê me bimîne. Bi vê yekê min her 8 qonaxên Enfalê di 6 bergan de arşîv kirine.”

Selam Elî hemû hevpeyvînên xwe bi dîmen çêkiriye. Nivîskar got:

“Ger dezgehên neteweyî û niştîmanî hebin amade me radest bikim. Da ku dîroka gelê me mayînde be. Ji ber ku beşek zêde kesên ku min hevpeyvîn kiriye, jiyan nakin. Lê di arşîvên min de zindî mane.”