Xecê Elbistanî
Nivîskarê pirtûka Êzdiyatî-1 Emîn Akbaş e. Pirtûk sala 2009an li Almanyayê di nav Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd hatiye çap kirin. Bi giştî 136 rûpel e.
Pirtûka Êzdiyatî-1 bi mebesta perwerdekirina zarokên Êzdiyên li Ewropayê hatiye amadekirin. Lê her kes dikare bixwîne. Ji ber ku li ser Êzdiyatiyê têr û tije agahî tê de cîh digirin.
Bi xwe li hemû cîhanê pirtûkên zarokan her tim bi agahiyên paqij û zelal tên amade kirin. Pirtûka Êzdiyatî-1 jî wisa ye. Kesên ku Êzdiyatiyê nasnakin dikarin bixwînin û ev ola me ya qedîm nasbikin.
Hin mijarên pirtûkê ev in:
Êzdî kî ye?
Xwedê
Milyaket
Danasîna Lalişa Nûranî
Hin cîhên pîroz
Tawis, Berat, Xerqe, Roj
Rojî û Cejnên Êzdiyan
Çînên Civaka Êzdiyan (Şêx, Pîr, Mirîd)
Civata Ruhanî (Mîr, Bavê Şêx, Şêxê Wezîr…)
Mînakên Diha û Qewlên cuda…
Beşek ji pirtûkê: Civata Ruhanî (R. 55)
Civata Ruhani ya ku jê re Heyeta Ruhanî jî tê gotin, civata ola Êzdiyatiyê ya herî bilind e. Hemû biryarên kar û barên oli û civakî yên Êzdiyatiyê ji aliyê vê civatê ve tên sitandin. Biryarên ji aliyê vê civatê ve werin sitandin, hemû Êzdiyên li cihanê girêdidin.
Civata Ruhanî ji van kesan pêk tê:
Mir: Mirê hemû Êzdiyên li cîhanê û serokê Civata Ruhanî ye.
Bavê Şêx: Bavê Şêx yê jê re Extiyarê Mergehê ji tê gotin, ji binemala Şêxên Fexran e.
Şêxê Wezîr: Ji binemala Şêxên Şêsimsan e.
Pêşîmamê Mergehê: Ji Behzanê, ji binemala Şexê Hesen e.
Pêşîmamê Bavê Şêx: Ji binemala Şêxên Şerfedînan e.
Neqîb: Ji binemala Pîrên Hecî Elî ye.
Bavê Gavan: Ji binemala Şêxên Amadînan e.
Mezinê Qewalan: Ji binemala Dimiliyên Zerzayî ye.
Bavê Çawîş: Ji binemala pîran e.
Serderi, ango Feqirê Mala Şîxadî: Ji Şêxên Şêxûbekir an jî, ji feqirên bi xerge ye.