Xecê Elbistanî
Nivîskarê pirtûka bi navê “Qewlên Êzdiyan” Silêman Cafer e. Pirtûk 591 rûpel e û sala 2017an Weşanên Mezopotamyayê çapkiriye.
Nivîskar bi salan ked daye û 130 qewlên Êzdiyan berhev kiriye. Hinek ji wan 47 bend in. Pirtûkên wisa bo ola Êzidî gelekî girîng in. Ji ber ku ola Êzidiyan her tim bi qedexe, koçberî û jenosîdê re rû bi rû maye.
Rejîmên ku li hember baweriyên cuda bêtehamul bûn, nehiştin ku ew li ser ola xwe binivîsin. Ji bo vê jî divê gund, ziyaret û tirbên Êzidiyan yek bi yek bên nivîsandin. Em koç dikin û agahî winda dibin. Li ser van mijaran divê bi sedan pirtûk bên amade kirin.
Ez li vir qala dîroka zilmê jî nakim. Ger em bikevin ser wê mijarê bi hezaran pirtûktêrê nakin. Lê divê êrîş jî bên nivîsandin. Çiqas bi êş be divê em karibin hêza nivîsandinê nîşan bidin. Ev ji bo nifşên pêşerojê girîng e.
Xebata Berhevkirinê
Nivîskar Silêman Cafer, bi salan qewlên Êzidiyan berhev kiriye. Kedek mezin pêş xistiye û di encamê de hezaran bend derketiye û pêşkeşî me kiriye.
Silêman Cafer di rûpela 14 û 15an de qala çavkaniyên xwe jî dike û dibêje:
“Jêderên ku min qewl jê birine hinek ji wan ev in:
Ji Efrînê Şêx Husên Birimo, Şêx Mihemed Kalo, Şêx Hemîd Hemqadî û Hec Elî Şemo.
Kovara Lalish, kovara Yêzdan, Komela Endiyên Rojavayê Kurdistanê, pirtûka Êzdiyatî ya Xidir Silêman û Dr. Xelîl Cindî, ji Kurdistana Başûr oldarê herî mezin Feqîr Hecî.
Her wiha pirtûka Bawerî û Mîtologiya Êzidiyan, pirtûka Ezdaname, Federesyona Komeleyên Ezidiyan li Ewropa.”
Qewlên di Pirtûkê de
Me berê jî gotibû… Di pîrtûkê de 130 qewl hatine weşandin. Hinek ji wan li jêr in:
Qewlê Afirandina Dunyayê, Ezda, Hezar û Yek Navê, Erd û Ezman, Xudanê Malê, Texta, Tawisî Melek, Nuh Pêxember, Birahîm Xelîl, Mûsa û Xidir Zênde, Melek Fexredîn, Îmanê, Nasirdîn, Xerqê, Qendîlê, Ezdî û Medeha, Xoş Mala Bava, Mal û Mêra, Silav û Sed Silav.
Qewlê Civatê, Behrê, Axretê, Derwêş Hebîb.
Qewlê Şêx Adî, Şêxê Hesenî Siltane, Şêx Feqrê Adiya.
Qewlê Şerfedîn, Şêx û Bekir, Hesinê Celê.
Qewlê Pîr Şeref, Hemadî Babê, Qewlê Koçekan, Mirîdiyan, mizgîniyê, muhbetê, ga û masî, nefsê û qewlê dayîk û bav.
Qewlê afirandina dunyayê di rûpela 19-24an de cih girtiye û 47 bend in. Em bo mînak heft bendan li jêr pêşkeşî we bikin:
Qewlê Aferîna Dunyayê
1
Ya Xwedê dunya hebû tarî
Tê de tunebû mişk û marî
Te zêndî kir teze halî
Çû nema gul jê barî
2
Ya Xwedê tu hostayê merdî
Te vekir rê û deriyêd tarî
Tu hostayê her tiştî
3
Buhişt çêkir renge bû
Erd û Ezman tune bû
Dunya fireh, bê bin bû
Însan û sewal jî tune bû
4
Te xal saz kir
Di derya yê de tenê hebû dur
Roniya xalê peyda kir
5
Te xaş rewan anî ber
Goşt û rewan hatine ber
Roniya çavan lê hate der
6
Dest û pê kire laş
Lê şîrîn kir got û bêj
7
Xwedawendê me hostayê dilovani
Her tişt ji me re der anî
Bû buhişt erd û avanî
Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî 135 gundên Êzidiyan hene. Nivîskar Silêman Cafer sala 1954an li gundê Basûfanê (Efrîn) ji dayîk bûye.