Pirtûka Seîd Dêreşî

Lorîn Markasî

Nivîskar Seîd Dêreşî li ser Dîwana Feqiyê Teyran herî kem deh sal kar kiriye.

Sala 2005an Dîwana Feqiya Teyran li bajarê Dihokê bi tipên arabî, di nav weşanên Spîrêzê de çap kiriye.

Piştre ev xebat tê latînîze kirin û weşanxaneya Lîsê sala 2011an çap dike.

Pirtûk bi giştî 640 rûpel e. Nivîskar ji bo ku xwendevan baş fem bikim 2409 (du hezar û çarsed û neh) jêrenot nivîsiye. Dîsa 30 rûpel jî ferheng amade kiriye.

Nivîskar di dawiya pirtûkê de beşeke pir hêja amade kiriye. Helbestên Feqiyê Teyran ên destnivîsî parve kiriye. Em qala 50 rûpelan dikin!

Seîd Dêreşî li jiyana Feqiyê Teyran bi kurtasî van agahiyan dide:

Kurtejiyana Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran, sala 957ê Mişextî, beramberî sala 1549ê Zayînî, li gundê Warezorê, ku ser bi qezaya Miksê ve ye, ji dayîk bûye. Sala 1041ê Mişexti, beramberi sala 1631ê Zayini, miriye û li gundê Şandîsê, li qezaya Nemira hatiye veşartin.

Berhemên Feqiyê Teyran:
1. Dîwaneke Helbestan
2. Beyta Şêxê Sen’anî
3. Beyta Bersîsê ‘Abid
4. Çend beytên din ên kurt, wekî Beyta Dimdim, Beyta Zembilfiroş û Beyta Dili.

Weşanxaneya Lîsê jî kurtejiyana nivîskar Seîd Dêreşî amade kiriye û weşandiye.

Kurtejiyana Seid Dêreşî

Seîd Dêreşî, sala 1955an, li gundê Dêreşê ji dayîk bûye. Dêreşê dikeve nava tixûbê qezaya Amêdiyê.

Amêdiyê jî berê paytextê Mîrgeha Behdînan bû. Niha jî bajarê Amêdiyê di tixûbê parêzgeha Dihokê de ye li başûrê Kurdistanê.

Wî sala 1976an rêza danzdehan ji xwendinê bi dawî aniye.

Sala 1982yan, Kolêja Fiqih, Şerî’et û Vekolînên Îslamê, Zankoya Mustensiriyê, Bexda, li bajarê Necefê, li başûrê Îraqê bi dawî aniye.

Sala 1986an, bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Îraqê.
Sala 1991ê, bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd.

Piştî serhildanê, çend rolên rêveberiyê di Medyaya Kurdî de wergirtiye. Ji 1995an û vir ve, li Almanyayê xwecî ye.

Pirtûkên wî yên çap kirî:
1. Qeftek Ji Hozanêt Nalbendi, 1981, Bexda.
2. Diwana Feqiyê Teyran, para yekê, Bexda 1989.
3. Diwana Wida’t, 2002, Berlîn. (Çapa duduyan jî: 2008, Dihok)
4. Şevzengil, helbest, 2002, Dihok.
5. Diwana Feqiyê Teyran, 2005, Dihok.
6. Kelben Ava, komeke vekolîn û tekstên klasîk, 2005, Dihok