“Têbîniyên Dersên Jîneolojiyê” pirtûka Zozan Sîma ye. Di Cotmeha 2023an de li Amedê hatiye weşandin. Pirtûkê Weşanên Jingeh bi formata mezin çap kiriye û 446 rûpel e.
Bi dîtina me di lîteratûra kurdî de pirtûkeke nû ye. Bi ziman, naverok û pêşniyarên xwe ve…
Pirtûkên ku piştî sala 2000î ji aliyê Tevgera Jinên Kurdistanê ve hatine weşandin, ev yek nîşanî me dan: Li Kurdistanê zimanekî cuda yê teorîk ava dibe. Zimanekî taybet û zimanê jinê…
Ev ziman ji aliyê teorîk ve agahiyên nû û pêşniyarên nû pêşkêşî me dike. Zimanekî ku timî dîrok û îroyîn bi mînakan dide ber hev. Li ser her rûpelê, hûn agahdariya nû an nêrînek cûda li ser pirsgirêkan dibînin.
Naveroka Pirtûkê
Em vegerin ser pirtûka Zozan Sîma… Naverokên sereke yên pirtûkê ev in:
* Jineolojî bi têgînî, teorîk û sazî
* Raman û serpêhatiyên têkoşînê yên ku jineolojî li ser esasê wê ava bûye
* Di zanistê de guherîna paradîgmatîk û di jîneolojiyê de nîqaşên metodolojîk
* Pêdiviya zanistiya jiyanê û Girêdana Jin û Jiyan
* Jineolojî wekî zanista Jinê ye
* Çareseriya pirsgirêka demografîk li ser esasê jîneolojiyê
* Nêzîkatiya aborî ya li ser jinê
* Veguherîna paradîgmatîk a li ser esasê azadiya jinê di warê tenduristî û derman de
Di pirtûkê de bi taybetî beşên di warê zanistê de guherîna paradîgmayê, demografîk û guherîna paradîgmayê ya tenduristiyê bala min kişand.
Zozan Sîma dema li ser mijaran nîqaş dike mîtolojî, ol, ekolên felsefî û fermanên dewletan dinirxîne û şîroveya xwe dike. Nivîskar xwedî zimanekî nerm e. Ew bingehên xwe çêdike, lê di heman demê de şansê şirovekirinê, ramanê an xewnê jî dide xwendevanan.
Zozan Sîma bi zanista Jineolojiyê xweza, ax, afirîdên zindî û bêhejmar mijarên din ji nû ve pênase dike û şîroveyên nû tîne. Heta destanên evînê yên weke Ferhat û Şîrîn jî hildigire û şîroveya xwe li gorî zanista Jineolojiyê dike.
Ya rastî ev hemû nîşan didin ku Tevgera Jinên Kurdistanê ne tenê bi şer û rêxistinbûnê re eleqedar e. Di heman demê de bi pêşxistina ekoleke nû ya felsefî yanê şoreşa zihnî jî armanc dike. Ew diyar dike ku jin koloniya yekem e, heya ku koloniya yekem azad nebe, mirovahî nikare xilas bibe.
Di dema xwendina pirtûka Zozan Sîmayê de ez matmayî mam, kêfxweş bûm û di gelek rûpelan de min nêrînên nû peyda kirin. Carinan min ew bi helbestvanekî re dan ber hev.
Li ser helbestvanan dibêjin: “Helbestvan tiştê ku her kes dizane, lê nikare bîna bîra xwe, tîne ziman.” Zozan Sîma jî formulên wiha çêdike… Mirov dibêje: “Bi rastî jî wisa bû, min çawa nefikirî?”
Bêyî ku zêde binivîsim, ez tenê dikarim vê pêşniyarê bikim: Ji aboriyê heta felsefeyê, ji dîrokê heya îro, ji dîsîplînên zanistî yên cihê heya tenduristî û aboriyê agahdariyên cûda li benda we ne.
Û gotina dawî: Di bîbliyografyaya pirtûkê de em dibînin ku nivîskar bi giştî pirtûkên tirkî wek çavkanî nîşan dide. Xwezî Zozan Sîma bi Elmanî û Îngilîzî bizaniya… Ez bawer im wê demê pirtûk hîn dewlemendtir bûya.
(fb)