Pirtûka Zahiro

Lorîna Markasî

Hemîd Ûrmiye pirtûkek li ser dengbêj Zahiro nivîsandiye. Navê xwe “Qulingê Serhedê” ye. Sala 2023an li Enqereyê di nav weşanên Nûbiharê de çap bûye.

Hemîd Ûrmiye jiyan û stranên Zahiro parve kiriye. Pirtûkê de ev 17 stranên Zahiro wek nivîskî hatine weşandin:

Mirin Hebûya Kalbûn Tunebûya
Kekê Xiyasedîn
Bavê Ehmed
Lo lo Lawiko
Husêyînê Orginosê
Suwaro
Ay lê Delal
Dilê Min
Dîlber Dînê
Xêriya Hecî
Welatê Min e
Li min lo lo
Mala Ûsivê Seydo
Lo Dilo
Tobekar im û
Emîne

Kurtejiyana Zahiro

Nivîskar li ser kurtejiyana Dengbêj Zahiro van agahiyan dide:
“Sala 1950an li gundê Kinyada Farqînê ji dayîk dibe. 11 saliya xwe bi malbatî bar dikin û li bajarê Mûşê gundê Pîranê bi cîh dibin. (Rûpela 14)

15-16 saliya xwe dest bi stran gotinê dike. Yekemîn car dengê xwe li gel dengbêj mele Smaîlê Xaşiya Patnosê di mala kesekî bi navê Mûfîd de tomar dike.

Piştî tomarkirinê qêrîna Zahiro di nava gund, bajar, dor, newal û çiyayên Serhedê belav dibe û dibe sterkek nû li nava asîmanê çanda kurdî de.” (R. 18)

Bîranînên Zahiro

Hemîd Ûrmiye bi zimanekî zelal bîranînên Zahiro jî nivîsandiye. Xwendewan di nav bîranînan de mêvaperweriya Kurdan, di nav gel de qadir bilindiya dengbêjan dibîne.

Zahiro dengbêjên wek Reso, Husêyno, Şakiro, Îran Xanim û Tahiro jî nas dike. Nivîskar beşek daye bîranînên Zahiro bi dengbêjên mezin re.

Zahiro sala 1992an neçar dimîne û mala xwe bar dike û li bajarekî Anatoliyê, li Aydinê bi cîh dibe. Hemîd Ûrmiye behsa zilma dewletê dike û dibêje: “Dengbêj Zahiro pir caran ji hêla dewleta Tirk ve hatiye girtin. Îşkence û bêhurmetî li wî kirin.” (R. 24)

Zahiro jî mînakek dide û dibêje: “Rojekê ez li Xinzora Jêrî ji bo şahiyekê diçûme Xinzora Jorî. Ev gund girêdayî Gimgimê ne. Di navbera herdu Xinzoran de ketim nava destê cendirmeyan. Dema ku zanîn ez dengbêj im û kilamên kurdî dibêjim hetanî ku ji dest wana hat ez êşandim. Nehêştin ez xwe bigehînim wê dawetê. Behaneya wan jî ev bû ku çima tu bi kurdî kilaman dibêjî, ne bi tirkî.” (R. 25)

Zahiro bavê 3 keç û 7 lawika ye. Navê lawê mezin Şakir e. Nivîskar axaftina Şakir jî girtiye û ev gotin bala xwendawanan dikşîne:

“Em bi hesreta têrdîtina bavê xwe mezin bûn. Dengbêjiyê bavê me ji me dûr kiribû. Carinan 6, 4, 3 mehan me nedidît. Hesreta bavê min giran dibû û dema ku ez zarok bûm min ji dengbêjiyê nefret dikir. Piştî ku min girîngiya dengbêjiyê naskir ez bi bavê serbilind bûm. Ji bo min Zahirê bavê min şerefek mezin e.” (R. 71-72)

Hemîd Ûrmiye: Dengbêj Zahiro Qulingê Serhedê Weşanên Nûbihar, 2023/Enqere