Huner – Beşa Şehîdan
Helbestvan û nivîskar Ezeli Doğanay bi navê “Helbestvanên ku ji Ber Baweriya Xwe Hatin Kuştin” antolojiyek çap kiriye. Pirtûk 550 rûpel e.
Di vê pirtûkê de jiyana Şehîd Huseyîn Çelebî jî nivîsiye û cih daye helbesteke wî. Nivîskar li ser jiyana Çelebî dibêje (Rûpel 367):
“Malbata wî piştî Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938an sirgûnî Anatoliya Navîn kirin. Piştre koçî Stenbolê bûn. Sirgun piştî salan li Almanyayê bi dawî bû.
Huseyîn sala 1967an li bajarê Hamburgê ji dayîk bû. Wek bavê xwe ji zarokatiya xwe de bû welatparêz. Bi pêşketinên civakî û polîtîk re eleqedar bû.
Di dibistanê de herî zêde bi siyaset, dîrok, zanist û zimanên biyanî re eleqedar bû. Fêrî zimanên Îngilîzî û Spanî bû.
Kesayetiyeke wî ya serhildêr hebû. Neheqiyan qebûl nedikir û li dijî wan bû. Her tim bi derdorên cuda yên siyasî re ket nava nîqaşan. Wî bi bavê xwe re jî li ser rabirdûya Yekîtiya Sovyetê bi tundî nîqaş kir.
Ji bo jiyana wî ya siyasî… Pêşî bi SDAJ (Ciwanên Karkerên Sosyalîst ên Alman) û Jusos (Sosyalîstên Ciwan – rêxistina ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat) re eleqedar bû.
Di destpêka salên 80î de berê xwe da rêxistinên çep-şoreşger ên Tirk ku bandorê li ciwanan dikirin. Pirsgirêka Kurd di nava Çepên Tirk de anî rojeve.
Ew ne tenê li Kurdan, li gelên ku li Amerîkaya Latîn û Afrîkayê êş kişandine jî difikirî. Bêyî ku tawîzê bide enternasyonalîstiya xwe, digot:
“Ez kurd, tirk, ereb, çînî bim ferq nake, ya girîng ew e ku ez bindest bim.”
Di dawiya salên lîseyê de bi edebiyatê re eleqedar bû. Dest bi nivîsandina kurteçîrokên bi Almanî û Tirkî kir.
Sala 1985an ji ber xebatên xwe yên siyasî hate girtin û cezayê pereyan lê hate birîn.
Di sala 1986an de li Zanîngeha Duesseldorfê dest bi xwendina Sosyolojiyê kir. Di salên xwe yên zanîngehê de roleke girîng di weşandina kovara Kurdistan Report a Almanî de lîst.
Piştî demekê di saziya bi navê “Kurdistan Zentrum” a Kolnê de bi awayekî aktîf xebitî.
Di 25ê Sibata 1988an de Huseyîn Çelebî hat girtin. Du salan li Wuppertalê girtî ma, bi temamî ji cîhana derve dûr ket.
Destpêka sala 1990î hat berdan û têkoşîna xwe berdewam kir. Wê salê “Komeleya Dostên Gelê Kurd” damezrand.
Sosyalîzm ji bo wî wek roj, hewa û erdê bû. Li Başûr bi guleya pêşmergeyekî Barzanî ku di zarokatiya xwe de wêneyê wî li ser nivînên xwe daleqandibû, hat kuştin.
Ji Kanûna 1992an û vir ve ji bo bîranîna Huseyîn Çelebî her sal pêşbirga helbest û çîrokan tên lidarxistin.