Pirtûkên ku SZKê 2024an Çapkiriye

* Ev nivîs ji rojnameya Ronahî hatiye wergirtin û bi kurtasî tê dayîn.

Hemza Sêvo/Qamişlo

Saziya Zimanê Kurdî (SZK), li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyeke ku mijûlî hemû warên ziman yê pêkhateya kurd dibe.

Ev sazî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatê dike, gelek navendên perwerdeya zimanê kurdî û komîteyên cuda hene.

Berhemên ku îsal ji aliyê SZK’ê ve hatin weşandin ev in:

Rêzimana Îngilîzî ji bo Kurmancîaxivan: Di vê pirtûkê de mijarên rêzimana îngilîzî yên sereke (herwekî: Navdêr, cihnav, hevalnav, hevalkar û hwd) hene. Pirtûk ji hêla Mîlad Xezalê û Nêçîrvan Evdilezîz ve hatiye amadekirin.

Avesta III: Destnivîsîn ya Avestolog Beyhanî Şahînî, ji nav weşanên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) derketiye.

Bi Dîzayna Nû Kovara Hawarê: Di heman demê de Kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan, bi 57 hejmarên wê ve, di du cildan de hat çapkirin.

Ev herdu cild li ber deqa orjînal ji hêla Elî Evdo û Mîlad Xezalê ve ji nû ve hat nivîsîn û naveroka wê ji nû ve hat dîzaynkirin.

Zimannasîya Teorîk: Ev pirtûk bi destê Ebdilselam Necmedîn û Şêrzad Elî hatiye derxistin.

Destpêkek ji bo Zimannasîya Pratîkî: Li ser destê Ebdilwehab Mûsa hatiye amadekirin. Di vê berhemê de, babetên zimannasiya pratîkî hatine pênasekirin û hin pirsên girêdayî kurdiyê (weke pirsa alfabeyê û çawanîya geşedana zimanî), bi nimûneyên têrker hatine nirxandin.

Bernameyên nû yên ku SZKê diweşîne ev in:

Tevna Ziman: Ji hêla Deham Ebdilfetah ve tê pêşkêşkirin.
Her Carê Peyvek: Pêşkêşvan Anahîta Êlo ye.
Pirseke Kurdî: Ji hêla Bêrîvan Hac Elî ve tê pêşkêşkirin.

Her wiha li gel van bernameyan, bi serenavê Zargotin, Biwêj, Klasîkên Rojhilatê, Kilîd û Kakilên wekî bernameyên sala bûrî tên pêşkêşkirin.