Rojnivîska Mordem

Navê Pirtûkê: Rojnivîska Mordem
Nivîskar: Ayhan Kaya (Mordem)
Weşanxane: Serxwebûn
Çapa Duyem: Îlona 1997, 267 Rûpel

Li welatê me hin malbatan ji bo şoreşa Kurdistanê bedelên giran dan. Malbata Kaya mînaka vê ye (Ji Gimgimê-Vartoyê). Ji heman malbatê çar bira tevlî kerwanê şehîdan bûn… Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Kenan Kaya (Cevahir): Di 7ê Çileya 1992an de li Bestayê,
Ali Abbas Kaya (Sertaç): Di 22ê Sibata 1992an de li Depê,
Ercan Kaya (Kawa): Di Hezîrana 1995an de li Erzirom Tekmanê û
Ayhan Kaya (Mordem): Di Tebaxa 1995an de li Başûrê Kurdistanê tevlî kerwana şehîdan bûn.

Rojnivîska Ayhan Kaya cara ewil Mijdara 1996an hate çap kirin. Di demeke kin de hemû pirtûk qediyan û çapa duyem sala 1997an derket. Her kesê ku pirtûk xwendin pir lê bandor bûn.

Şehîd Mordem (Ayhan Kaya) Çileya 1993an rojnivîsek dinivîse. Di vê rojnivîskê de qala roja 7ê Çile dike. Me ew roj ji pirtûkê hilbijart û ji we re wergerand kurdî. Rojnivîsk li jêr e:

***

Çilaya 1993, Çiyayên Zagrosê

Carinan ji Rojhilatê Kurdistanê rojname û kovar dihatin. Talîmatên Rêbertiyê jî ji me re dişandin. Rojekê çend kovar û rojname hatin. Hemû hevalan dixwendin. Hejmara taybet a Serxwebûnê jî hatibû. Di nava vê hejmarê de şehîdên sala 1992an hebûn.

Roja 7ê Çile bû. Wê rojê di hinavê min de nerehetiyek hebû. Çavkaniya vê aloziyê min fehm nakir.

Piştî taştê ez çûm Rêveberiyê ku li kovaran binerim. Min difikirî ku ez ê bêhntengiya xwe bi xwendina kovaran hinekî sivik bikim. Pêşî min demekê li rojnameyan nihêrî. Tiştekî ku bala min bikişîne tunebû.

Li Rêveberiyê tenê hevalê Zerdeşt hebû. Jimara taybet a Serxwebunê da min. “Lê binêrê, dibe ku hevalên ku tu nas dike hebin.” Min yekser jê girt.

Mîna ku di hundirê min de dengek dihat û digot, “Zû veke û bixwîne.”Destpêkê şehîdên Botanê hebûn. Min wêneyên şehîdên Botanê dinêrî. Rêhevalên ku min nas dikir tune bûn.

Beşa şehîdên Bestlerê dest pê kir. Min dîsa li wêneyan dinêrî. Piştî ku ez rûpelek an du rûpelan zivirîm, ji nişka ve ez di cihê xwe de cemidîm. Wêneyê Cevahîr jî li hundir bû û li min dinêrî. Wê gavê min nizanîbû çi bikim. Wî li min dinêrî û min jî li wî dinêrî.

Paşê min dest bi xwendina nivîsa li bin wêneyê kir. Tam par îro (07.01.1992) di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a li ser Bestler de tevî çar hevalên xwe şehîd bûye. Tam salek di ser şehîdbûna wî re derbas bûye.

Min di jiyana xwe de êşa herî xirab dît. Belê birayê min şehîd bûbû. Min xeyal dikir ku ez ê rojekê wî bibînim û jê re bêjim: “Binêre ez jî bûm peyrewê te, bûm rêhevalê te.” Ka min digot, em ê bi çekên xwe wêneyan bigirin. Dema ku min xeyalên xwe difikirî, hêsirên ji çavên min li ser rûpelên Serxwebûnê dibariyan.

Paşê min rûpelên Serxwebûnê yek bi yek zivirandin. Jiyana rêheval Cevahîr wek fîlmekî li ber çavên min derbas dibû.

Di Serxwebûnê de dor hatibû Beşa Şehîdên Dêrsimê… Min çend rûpel dizivirandin û nivîsek bi sernavê “Şehîdên Depê nemir in” hat ber çavên min. Mîna ku dengek di hundirê min de digot: “Bi baldarî li wêneyên van şehîdan binêre.”

Min li wêneyan nêrî. Diviyabû ku ev yek neqewime. Ji nişka ve ez ketim nav bêdengiyekê… Hêsirên bê deng ji çavên min diherikîn. Li ser rûyê rêheval Sertaç diherikîn. Min nikarîbû hêsirên xwe bigirim. Wî li min dinêrî.

Beriya çend deqîqeyan ez hîn bûm ku rêheval Cevahîr şehîd bûye. Niha ez hîn dibim ku Sertaç jî şehîd bûye. Wê gavê mîna ku hemû giraniya dinyayê bi ser min de ketibû.

Paşê min hindek cesaret da xwe ku nivîsê bixwînim. Lê çongên min dilerizîn. Piştî Cewahir 1,5 meh derbas dibe û roja 22ê Sibatê rêheval Sertaç tevlî karwanê şehîdan dibe.

Li Depê şert û mercên zivistanê giran bûye. Ji bo demekê di malekê de dimînin. Xiyanetkarek wan ji dijmin re îxbar dike. Heval, nêzî du saatan li dijî artêşa Tirk a kolonyalîst û faşîst şer dikin. Piştre dijmin bi top û çekên giran êrîşî malê dike û 6 hevalên me şehîd dibin.

Bêyî ku tiştekî bibêjim ez ji rêveberiyê derketim. Çûm cihekî ji konê dûr û li ser girekî berfê rûniştim. Û min birayên xwe fikirî.

Ji bo min çiqas zor bû… Ez nikarim binivîsim. Di nav wê rewşê de divê min çi bikira?

Di nav deh deqeyan de ez hîn bûm ku du birayên min şehîd bûne. Tiştek ji vê bi êştir nabe. Min qet nedifikirî ku ew jî bibin şehîd. Ez her tim li tiştên din difikirîm.

Min ji xwe re digot: “Em ê di kêliyekê de hev bibînin, ez ê wan têrî xwe hembêz bikim û hesreta xwe temam bikim.”

Lê niha ez hîn dibûm ku careke din wan nebînim. Ez ê tu carî nikaribim wan bi têrî xwe hembêz bikim.

Lê ez mecbûr bûm ku qebûl bikim. Ew şehîd bûn. Min wêneyên wan dîtin. Divê ez bawer bikim. Ma xeletiyek çênabe? Çenabe. Ji ber ku wêneyên herduyan jî hebûn. Erê, diviyabû min qebûl bikira. Herdu jî şehîd ketin…

Êdî ala berxwedanê radestî min û rêheval Ercan kiribûn. Erka me parastin û bilindkirina alê bû.

Paşê ez rabûm û çûm konê. Ez tavilê ketim bin betaniyekê. Her tim li wan difikirîm. Her ku min li wan difikirî êşên min giran dibûn. Her wiha li hember dijmin jî min nefreta xwe zêde dikir.

Hevalan fehm kiribû ku tiştek heye. Hin kesan dipirsî ka çi bûye? Û min digot: “Tiştek nîne, serê min hinekî diêşe, giraniyek li ser min heye.”

Demek dirêj ez bi xwe venehatim. Êdî her dem min li ser wan difikirî. Carnan diçûm Bestlerê, carna diçûm Depê. Carinan ez bi wan re diaxivîm. Lê min êdî qebûl kiribû. Diviyabû ez rast nêzî şehîdan bibim.

Ez çawa dikarim ji wan re bibim birayekî hêja? Ezê çawa heyfa xwe ji dijmin hilînim? Ez çawa dikarim wan di jiyanê de rast temsîl bikim? Tiştê ku min bikira ew bû ku bersiva van pirsan rast bidim.

Min digot, “Bila bihar zû were. Bila bihar were, şerê me gurtir bibe, çalakiyên me zêdetir bibin, ez jî tevlî van çalakiyan bibim û tola xwe hilînim.”

Erê, divê ez sebir bikim. Bihar wê were, şer wê mezin bibe. Ger wusa be, divê ez di zûtirîn xwe amade bikim.

Ew her roj dibin mêvanên xewnên min. Ew çavkaniyên jiyana min û kulîlkên min ên biharê ne. Ji niha û pê de divê ez wan ji her tiştî biparêzim. Ji xiyanetê, ji alçaxan, ji dijminan… Belkî wê çaxê ez layiqî wan bim.

Gelek hevalên min rewşa min hîn bûne. Wan jî di pirtûkê de xwendine. Di van demên dawîn de ez bêdeng bûbûm. Hemû wextê xwe ez difikirîm.

Perwerde berdewam dike. Lê min nekarî zêde beşdarî perwerdeyê bibim. Ez hewl didim xwe xurt bikim û li benda hatina biharê me.

* Rojnivîska Mordem: Rûpela 41, 42, 43