HUNER-Sînema
Rojda Şêxo sînemager e. Ew xelkê Kobanê ye lê li Serêkaniyê ji dayîk û mezin bûye.
Sala 2015an li Amedê dest bi perwerdeya sînemayê kiriye. Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn du sal perwerde dîtiye. Heta niha ew di van nav projeyên jêrîn de cih girtiye:
* Ew wekî lîstikvan û alîkarê derhêner beşdarî fîlmê 14ê Tîrmehê bûye.
* Sala 2016 û 2017an Festîvala Fîlmên Kurdî a Amedê di koordînasyonê de cih digire.
* Piştre ji bo Komeleya Mafên Mirovan û UNICEFê dokufîlmek kişandiye. Çîrokên jinên penaber ên ku li Şengal û Rojavayê hatine kişandiye û nivîsiye.
* Sala 2018an derbasî Rihayê bûye û ji bo 12 şagirtan dersê sînemayê daye. Ev perwerde şeş mehan berdewam kiriye û bi piştgiriya saziya JAZê hatiye lidarxistin.
* Rojda piştî wê diçe Konstantînapolê û li ser projeyên cuda yên biyaniyan (Ewropî, Tirk û Ereb) wek Post Prodution kar kiriye. Wek mînak ji bo televîzyona Ereban MBC 4ê rêzefîlmekî kişandine.
Rojda ji bilî Kurdî bi Erebî, Tirkî û Fransî dizane û hînî Îngilîzî dibe. Di nav sînemayê de karê montajê, kamerayê, nivîsandina senaryoyê û çêkeriyê baş nasdike.
Ew niha li Parîsê, li Zanîngeha Sorbonneê perwerdeya sînemayê (derbasî sala sêyemîn bûye) û li Zanîngeha Înalcoyê jî perwerdeya wêjeya kurdî (derbasî sala duyemîn bûye) dibîne.
Rojda 25 saliye, têr û tije xwedî tecrubeye. Ez gelek kêfxweş bûm ku min ew nas kiriye. Nila li dibistana Mamoste Kamuran Bedirxan dixwîne. Ew bi gelek zimanan diaxive û dinivîsîne. Di warê pîşeyî de jî xwe pir baş perwerde kiriye. Bi baweriya min ewê di paşerojê de ji bo me kurdan karên baş bike. Xwedê bi wê re be û rêya wê vekîrî be.