* Ev nivîs ji rojnameya Ronahî hatiye wergirtin.
Ayşa Silêman – Qamişlo
Jînda Qiço 1ê Pûşbera (Hezîran) sala 1983an li Helebê ji dayîk bûye. Zarokatiya xwe li Helebê derbas kiriye. Beşê Darayî li Hesekê tomar kiriye, lê derfet nebûye û bidawî nekiriye. Niha li bajarê Qamişloyê di Hîlala Zêrîn de mamosteya wênesaziyê ye.
Jînda Qiço da zanîn ku wê ji zarokatiyê ve ji wênesaziyê hezkiriye. Lê ji ber ku qedrê hunerê li bajêr (Helebê) kêm bûye, wê derfet nediye ku xwe bi pêş bixe û rastî astengiyan hatiye.
Lewma wê biryar daye ku ew bi xwe, xwe fêr bike û bibe mamoste. Jînda Qiço dibêje:
“Piştî Şoreşê Huner bû Xwedî Rol”
“Dema mirov xwedî xwestek be wê bikaribe gavên pîroz bavêje û bibe hêz ji bo xwe. Beriya Şoreşa 19ê Tîrmehê tu kesî qedir nedida hunerê û bi çavekî piçûk lê dinêrîn. Lê piştî şoreşa jinê êdî hunerê jî dest pê kir û bû xwedî rol di civakê de.
Min xwest ez gavekî ber bi pêş de biavêjim û ew wênesaziya ku ji zarokatiyê ve bi min re ye, vejîn bikim û ji derdorê re ragihînim.
Dema min xwendina xwe ya darayî rawestand, êdî min dest bi wênesaziyê kir. Min bi hemû hewildanên xwe xwest ku ez di tabloyên xwe de rengê jinê bidim pêş.
Ji ber ku jin çiqasî bi hêz û xwedî îrade be jî, lê hertim dimîne ya hestiyar, lewma ev hest di hemû tabloyên min de di çavê jinê de tê xuya kirin.
Di heman demê de hin tabloyên min hene şax tê de ne, li cem min şax tê wateya vejînkirin û nû avabûnê, lewma her tabloyek li ber dilê min jiyaneke nû ye.”
Xêzkirinê Fêrî Zarokan Dike
Jînda Qiço axaftinên xwe berdewam dike û dibêje:
“Wênesazî ji bo min pir pîroz e. Ji ber vê yekê min zarokên xwe jî fêr kirine ku tabloyan xêz bikin û ez hertim destekê didim wan da ku pêş bikevin.
Sala 2023an de ez tevlî pêşengeha wêje û hunera jinê bûm. Ez ya sêyemîn derketim. Ev yek ji bo min bû moral û min ev rê berdewam kir.
Ez niha vê hêzê didim zarokan, da ku ew jî xeyalên xwe xêz bikin. Di heman demê de ez li Hîlala Zêrîn jî mamosteya wênesaziyê me.
Ez bi hêvî me ku rojekê ji rojan şagirtên min bibin wênesazên navdar û ez wê keda xwe bibînim.
Daxwaza min ew e ku destekdayîna hunerê zêde bibe û huner bibe xwedî bingehek xurt.”