Qanatê Kurdo, 25.06.1982 – Lenîngrad
Hukmetên stemkar yên cîranên kurd her çar alîya dora kurdan girtine, Kurdistan kirine girtîxanê, kurd qeyd û cîdar kirine.
Bi sala û zemanan xwestine û dixwezin kurdan li nav xweda bifetisînin, bihelînin, ruh û canê kurdewerîyê ji dil û hinavê wan derînin, wan bêhiş û bêsewda bikin.
Wusan bikin, ku ew zmanê dayka xwe şîrin, zmanê xwe zikmakî biterkînin, ji bîr bikin. Tarîxa xwe, tarîxa medenyet û şaristanîya xwe nizan bin.
Hukmetê stemkar bi vir û fistona kurda dixapînin. Navê “Tirkên çiyayî”, “Farsên çiyayî” û navê “Erebê paşketî û koçer” li wan kirine, ew bê maf kiri ne, mal û canê wan dixun, welatê wan talan û tajan dikin.
Lê eva yeka heta hetayê nakişîne. Niha zeman li dinyayê hatiye guhastinê. Niha ne mîna berêye, niha zemanekî din hatîye, niha her milet hişyar bûye, gelek milet serbest bûne û bi azad û bi serbixwe dijîn.
Miletê kurd jî hişyar bûye, rabûye ser xwe, dixweze ew jî serbest û azad bijî. Kurdan jî xwe nas kiriye. Neteweyê kurd çi kurmanc, çi soran, çi zaza û çi guran, gişk bi xwe hesiyane, xwe nas kirine û bi zûva ew haj pê bûne, îda dizanin ew kîne, çi ji wan ra lazime.
Ew haj pê bûne, ku ji wan ra lazime yekîtî, azadî û serxwebûn. Ku bigihijne vî merem û mebestî, miletê kurd niha dest bi rewşenbîrkirinê kirîye.
Di pirsa rewşenbîrkirinê da, di pirsa xwendewerîyê da pirsa here bi qimet, hêja û nirx ew pirse, ku miletê kurd pê hesiyaye, baş dizane, ku ew miletekî serbixweye. Ku zmanê kurdî zmanekî xwerûye, ku tarîxa kurda, medenyet û şaristanîya wan xwerûne û serbixwene.
Niha her mêrekî kurd, her jineke kurd dixwezin tarîxa miletê xwe, ya edebyeta xwe bi zmanê dayka xwe şirin bixûnin. Li nav civîn û komên xweda gelek caran xort û keçên kurd pirs dikin:
Ji kurdan kê, kengê û çi di tarîxêda kirîye: Kê bûye xemxur, şerker û têkuşerê miletê kurd? Bersiva van pirsan li tarîxa edebyetêda tê gotinê.
Di tarîxa edebyeta kurdî da tê ber çavan, ku li nav sing û berê çiyayên Kurdistanê da gelek mêrên çê, gelek camêr, zanyar, hozan û şêrbêj û helbestbêj derketine, kú di tarîxê da ji nav neteweyê kurd mêrên delîr, qehreman hebûne. Tiştên wusa rind û hêja efirandine, ku merivên niha jê ecêb mayî dibe.
Xwendkar û xwendevanên me delal haj wan hebin, divêt zanyar û ulmdarên kurdan di vê pirsê da arîkarî wan bikin.
Di vê pirsê da berpirsyarin edebyenasên kurd, divêt ew vî îş û karî bidne ser milê xwe û tarîxa peydabûn û pêşveçûna edebyeta miletê kurd binivîsin, ku xort û keçên me bi başkirin û çaktirîn bixûnin, pê bihêsin û bizanbin li tarixêda neteweyê kurd kê, li kîderê, kengê û çi kiriye, çi nivîsîye û gotiye bo xatirê azadî û serbestîya kurd û Kurdistanê.
* Beşek ji Pêşgotina pirtûka “Tarixa Edebyata Kurdî” ya Kurdolog Qanatê Kurdo. Em mamosteyê miletê Kurd birêz Qanatê Kurdo -ku di xebatên Kurdolojiyê de gelek berhem diyariya me kiriye- bi rêzdarî bi bîr tînin.
Mamosteyê miletê Kurd Kurdolog Qanatê Kurdo