* Ev nûçe ji ajansa ANHAyê hatiye wergirtin.
Narîman Qasim 24 salî ye û ji gundê Sînko yê girêdayî bajarê şeran ê Efrînê ye.
Ji zarokatiya xwe ve ji xêzkirina wêneyan hez kiriye û li dibistanê jî pir guh daye dersên xêzkirina wêneyan.
18ê Adara sala 2018an dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kirin û malbata Narîman neçar maye û koç kiriye. Wan berê xwe daye bajarê Helebê.
Narîman di 18 saliya xwe de tevlî Peymangeha Hunerî li Helebê bûye û di dema xwendina xwe de gelek ezmûn derbas kiriye ji bo ku xwe bigihîne qonaxa afrêneriyê di warê xêzkirinê de.
Di sala 2020an de xwendina xwe temam kiriye û 2022an tevlî xebatên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bûye. Li vir dest bi perwedekirinê kiriye û perwerde daye nêzî 40 şagirtan.
Tabloyên Narimanê
Piraniya tabloyên Narîman Qasim girêdana wê ya bi bajarê wê Efrînê re û serbilindiya wê ya bi neteweya wê re nîşan didin.
Firçeya wê rengên jinan di tabloyan de dixemilîne. Der barê mijarê Narîman dibêje:
“Divê em heta ku ji dest me tê mîrateya xwe zindî bihêlin, çi bi hunerê, çi bi rêyên din.”
Narîman beşdarî “Festîvala Şehîd Bercem” ku di 6ê Îlona sala derbasbûyê (2024) de li bajarê Kobaniyê hat lidarxistin bûye.
Tabloyên wê gelek hatine ecibandin. Diyar dike ku ew amadeye beşdarî hemû pêşangeh û festîvalan bibe da ku êş û azarên gelê xwe û herêma xwe bi rêya tabloyan ragihîne.
Narîman Qasim bang li hemû hunermendên Kurd kir ku Efrînê bi hunera xwe nîşan bidin û planên qirkirina çandî ya li dijî civaka Efrînê pûç bikin û got:
“Em ê bi hunerê bi ser bikevin, nebûna hunerê tê wateya têkçûna şoreşê.”