Xebatên Pîremêrd

Kovara Huner – Beşa Helbestan

Yek ji meşaleya netewa Kurd nivîskar, wergêr û helbestvan Pîremêrd e. Pîremêrd 19ê Hezîrana 1950î koça dawî kir. Ew 83 salî bû.

Goethe 150 pirtûk nivîsandin û di nav civaka Alman de bû sedema ronakbîriyek girîng. Pîremêrd jî bi nivîsandina dehan pirtûk û bi sedan gotaran bû meşaleyek û rêya civaka Kurd ronî kir.

Pîremêrd pirtûk û gotarên xwe kurdî, farisî, erebî û tirkî nivîsandine. Çend pirtûkên ku wî bi kurdî nivîsandin ev in:

Navê Pirtûkan

Dozdeh Siwarên Merîwanê
Dîwanî Mewlana Xalidî Neqşîbendî
Çîroka Mem û Zîn
Mewlûda Dîwanî
Pirtûka Gotinan
Çîroka Mehmûd Axa Şewkel
Pêkenokên sala 1947

Wergerên bi Soranî

Pîremêrd bi nivîsên xwe bûye yek ji hêmanên kurdiya bi soranî.

Wî dîwanên helbestvanên ku bi zarava û devokên cuda nivîsandine wergerandiye zimanê dibistanê (soranî). Hin helbestvanên ku dîwanên wan wergerandine ev in:

Welî Dîwana, Besaranî, Şafî, Mela Welad Xan, Meczûb, Fexrul Ulema, Mela Cebarî û Ebdulah Beg Zengena.

Gora Pîremêrd li bajarê Silêmanî ye.