Xwendekarên ku li Zanîngeha Rojavayê di beşa “Werger”ê de dixwînin, du ferhengên biçûk amade kirin. Yek Kurdî-Îngilîzî û yek jî Erebî-Îngilîzî ye.
Di beşa Kurdî-Îngilîzî de 18, di beşa Erebî-Îngilîzî de 22 xwendekar xebata wergerê dikin.
Mamosteyê beşê wergerê Elî El-elî ji rojnameya Ronahî re axivî û got:
“Me xwest em ji milê xwendekaran ve hêviyekê bidin wergeriyê. Karê ferhengê du meh ajot û ji hezar peyvên bi îngilîzî pêk tê. Peyvên ku herî zêde tên bikaranîn…
Ev karê ku xwendekaran kirî karekî pîroz û nû ye. Me ferhenga Kurdî-Îngilîzî bo kesên biyanî çêkiriye. Dema werin serlêdana bajêr wê ev ferheng bi wan re bibe alîkar.
Lê mebesta me ewe ku di demên pêş de xwendekar karê xwe berdewam bikin û ferhengê pêş bixin û mezintir bikin.”
* Wêne û agahiyên nûçeyê ji rojnameya Ronahî hatiye wergirtin.