Lorîn Markasî
Doh min pirtûka bi navê “Yusuf û Basê” xwend. Sala 2022an li Stenbolê, di nav Weşanên Firatê de derketiye. Pirtûka ku 195 rûpel in Mehmet Kömür nivîsiye. Kesên ku dixwazin wêjeya gelêrî ya li Elbistanê fam bikin pêwîste vê pirtûkê bixwînin.
Mehmet Kömür bi salan e li ser wêjeya gelerî ya Elbistanê lêkolînan dike. Biwejan, gotinên pêşiyan, meselokan û stranên gelerî berhev dike.
Berhema wî ya yekem pirtûka “Taw Dilo” bû. Ev pirtûk ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatibû çapkirin. Pirtûkek pir dewlemend e û ji bo her kesê ku bixwaze gelê herêmê fam bike, lêkolînek referans e.
Kömür piştre ev pirtûk nivîsandin:
Gulê Wara Tûyon: Masal
Dîwana Haydarî
Dîwana Alî Hakî
Kasimoglu: Lêkolîn
Erdem Baba: Bîyografî û Helbest
Yusuf û Basê: Analîza Çîrokekê
Danasîna Pirtûkê
Qehremanê pirtûkê Yusuf (Ûsiv) e û sala 1920an ji dayîk bûye. Ji gundê Biyasor (Elbistan) û eşîra Alxasiyan e. Navê Biyasorê di nav Defterên Tahrîrê ku dema sultan Qanûnî de maye derbas dibe. Ango gundekî kevn e.
Nivîskar herêma Ûsiv wisa tarîf dike: “Gelê herêmê Kurd e. Komunal jiyan dikin û baweriya wan jî Kizilbaş e.”
Ûsiv sazê lêdixe û klambêj e. Nivîskar lîtaruturek dewlemend bi kar aniye û pirtûk bi biwêj, gotinên peşiyan û stranên Ûsiv xemilandiye.
Yusuf di nav evînek bêbersiv de dimîne. Piştre 22 sal li zindanê dimîne û dîn derdikeve. Nivîskar di nav nivîsên xwe de bi dehan bend -malik- bi devoka Berfiratê bikaraniye. Hinekan ji wan wek mînak em parve bikin:
Rûpela 36
Ja ta kilam ja min kilam
War k’am harna bâxçay gulan
Kî çi dawê bira biwê
K’am sâr nakin har du dilan
Bi nivîsa dibistanê
Ji te kilam ji min kilam
Wer em herin baxçeyê gulan
Kî çi dibê bila biwê
Em sar nakin her du dilan
Rûpela 45
Hîv hilatiye hîva mârte
Şavqê xa dayiye korte
Darde îsên gişte zorin
Gurbat ê la min ba zor te
Bi nivîsa dibistanê
Hîv hilatiye hîv a martê
Şewqê xwe dayiye kortê
Derdê însên gişte zor in
Xurbet ê li min bi zor tê
Rûpela 46
Ê ka la texim tambûr a
Têlzirav a parda hûr a
Silâvak ja min dû hari
La nâzlî min ê ku la dûr a
Bi nivîsa dibistanê
Ê ku lê texim tenbûr e
Tel zirav e perde hûr e
Silavek ji min dihere
Ji nazliya min a li dûr e
Rûpela 79
Gulye Warî Mazin çârin
Dudu sêvin dudu nârin
Sêva ku nâzliyê min şândi
Ja şîrîni nâta xwârin
Bi nivîsa dibistanê
Guliyên Arî Mezin çar in
Dudu sêv in dudu nar in
Sêva ku nazliyê min şandî
Ji şîrînî nayê xwarin
Rûpela 96
Hîv hilatiye hîva bâre
Şawqe daye gulye dâre
Hûn la xavê xaş dagarin
Xavê xaş sar singê yâre
Bi nivîsa dibistanê
Hîv hilatiye hîva biharê
Şewqê daye guliyê darê
Hûn li xewê xweş digerin
Xewa xweş li ser singê yarê
Rûpela 102
Ba dar katim darî sâr a
Zivistan a barf dâwara
Tu şoraka sax ba min da
K’am biravin pêşî bâr a
Bi nivîsa dibistanê
Bi der ketim derî sar e
Zivistan e berf dibare
Tu şorek a sax bi min de
Em birevin pêşî bihar e
Rûpela 115
Mara ningî xa giranka
Min ba xa wa ba havalka
Tâsak âvî sâr ba min da
Wa darmanî dilî kulka
Bi nivîsa dibistanê
Nere lingî xwe giran ke
Min bi xwe ve bi heval ke
Tasek ava sar bi min de
Bila bi dermanê dilî bi kûl be
Rûpela 137
Ba darkatim dari târî
Dastmâlsuran dâstmal gârî
Gotin “Rinda ta dayina”
Barfaka sur la min barî
Bi nivîsa dibistanê
Bi derketin derî tarî
Destmalsoran destmal gerî
Gotin “Rinda te dayîne”
Berfeke sor li min barî
Rûpela 154
Barda barda doxtor barda
Kazavê min kulu darda
Kasî li tu çara nadî
Basko dastî xa wa sarda
Bi nivîsa dibistinê
Berde berde doxtor berde
Kezaba min kul û derde
Kesî li ti çare nedî
Basko destî xwe li ser de
Rûpela 156
Nuqurakî sar ba barfo
Kaw radawin raf ba rafo
Hûn singê Basike dawêna
Tuwên tamûraka sar sadafo
Bi nivîsa dibistanê
Nurhaqê ser bi berfo
Kew radibin ref bi refo
Hûn singa Basikê dipirsin
Tu yê bêje temburek a ser sedefo
Rûpela 158
Bârân barî ro wa tâv a
Kaskasore xa da nâva
Min xavnaka xa wa xavn dî
Ku nâzli bûka azî zâva
Bi nivîsa dibistanê
Baran barî roj bi tav e
Keskesora xwe di nav e
Min xewnek a xwe xewn dît
Ku nazli bûke ez î zava