Zembîlfiroş û Gulxatûna Nû

Firaz Baran – Denderleeuw

Rêşad Sorgul: “Min gelek varyantên destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê lêkolan; hemû li bêjingê xistin û di encamê de ev berhema derket holê.”

Destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê ji aliyê Feqiyê Teyran, Melayê Batê û Mûrad Beyazîdî ve hatiye nivîsandin. Çîrokbêj jî di nav gel de vedibêjin. Gelo çima Rêşad Sorgul pêwîst dît ku ji nû ve binivîsîne? Em hatin Denderleeuw û me ji Rêşad Sorgul bersiva vê pirsê guhdarî kir. Pêşî, em nivîskar nas bikin…

***

Rojnamevan, nivîskar ve wergêr: Rêşad Sorgul.

Sorgul xwediyê 14 pirtûkanê. 6 ji wan di weşanxaneyan de çapkirine û 8 ji wan jî di hawirdorê dîjîtal de parve kirine.

Pirtûkên Çapbûyî

Veger: Ceribandin, Weşanên Rewşen, 2001/Berlin
Evdalkovî: Bîranîn, Weşanên Mezopotamya, 2004/Neuss
Seydayê Min: Çîrok, Weşanên Belkî, 2007/İstanbul
Niqutî Dilê Min: Roman, Weşanên Welat, 2010/Stenbol
Pêjna Feqî: Çîrok, Weşanên Welat, Mijdar 2013Stenbol
Gurxenêq: Çîrok, Weşanên Aram, Tebax 2015/Stenbol

Pirtûkên Dîjîtal

Sê Qismet û Kurê Pîrê: Çîrok, Adaptasyon ji Yewnanî, 2018/Belçîka
Çilguliyê: Çîrok, 2019/Belçîka
Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê: Roman, Tebax 2020/Belçîka
Bûka Mirinê: Çîrok, Hezîran 2021/Almanya
Seyadê Şamê: Biyografî, Îlon 2021/Rojava
Gulperî: Çîrok, Kanûn 2021/Rojava
Reşoyê Kûrî: Çîrok, Kanûn 2021/Rojava
Zembîlfiroş û Gulxatûn: Destan, Cotmeh 2022/Almanya

Pirtûkên Wergerandî

Rêşad Sorgul 16 pirtûk wergerandine. Navê wan li jêr in:

Rojnivîska Gurbetellî (Gurbetelli Ersöz): Weşanên Mezopotamya, 1999/Neuss

Awaza Bilûrê (Berjîn Hakî): Weşanên Jina Serbilind, 2000/Almanya

Gilgamêş (Orhan Asena): Weşanên Mezopotamya, Sibat 2004/Neuss

Parastina Gelekî (Abdullah Öcalan): Weşanên Mezopotamya, 2004/Neuss

Bazinê Nînattayê (Ahmet Ümit): Weşanên Mezopotamya, 2008/Neuss

Şaristanî (Abdullah Öcalan): Weşanên Mezopotamya, 2009/Neuss

Şaristaniya Kapîtalîst (Abdullah Öcalan): Weşanên Mezopotamya, 2010/Neuss

Sosyolojiya Azadiyê (Abdullah Öcalan): Weşanên Mezopotamya, Îlon 2011/Neuss

Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk (Abdullah Öcalan): Weşanên Mezopotamya, Mijdar 2011/Neuss

Li Tirkiyê Pirsgirêkên Demokratîkbûyînê, Li Kurdistanê Modelên Çareseriyê -Nexşeya Rê- (Abdullah Öcalan): Weşanên Mezopotamya, Nîsan 2012/Neuss

Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî de (Abdullah Öcalan): Weşanên Mezopotamya, – Îlon 2012/Neuss

Li Tirkiyê Tevkujiya Kurdan (Cemiyeta Xoybûnê): Weşanên Mezopotamya, – Adar 2013/Neuss

Bendemayîn (Nimet Sevim): Çîrok, Dijîtal, 4 Cotmeh 2021/Rojava

Kurd ji Tirkan çi dixwazin (Şukrî Muhammed): Belge-Name, Dijîtal, 21 Cotmeh 2021/Rojava

Hemo û Gulê: Çîrok, Dijîtal, 1 Tîrmeh 2022/Almanya (werger ji Almanî)

Yadê Keyser Tazî ye: Çîrok, Dijîtal, 28 Tebax 2022/Almanya

Jiyana Rojnemevaniyê

Rêşad Sorgul, sala 1995 û 1996an di kovara Bawerî de xebitî.

Sala 1997an derbasî MED TVê bû.

Piştre di televîzyonên Medya, Roj, Nûçe, Newroz, Ronahî û Stêrkê de xebitî.

Rêşad Sorgul pêşkeşvanekî navdar e. Di nava ragihandina Kurdî de li ser hev pêşkêşvanê herî emirdirêj e. Di heman demê de mamosteyê edîtoran e.

Çawa Dibe Youtuber

Kanaleke Youtubê ya Rêşad Sorgul heye. Lînka kanalê jî ev e:

https://www.youtube.com/@sorgulresad

Gelo Rêşad Sorgul çima li ser Youtubê kanalek vekiriye?

Ew ji xwendina klasîkên kurdî hez dike. Rojekê, du helbestan dixwîne û wan li ser YouTubê parve diweşîne. Ev helbest gelek balê dikişînin.

Dema ku ew vê eleqeyê dibîne, barkirina helbestên bijare didomîne.

Paşê li ser Youtubê dest bi xwendina pirtûkan dike.

Çîrok û çîvanok, destan û romanan dixwîne. Ev xebat hêdî hêdî vediguhere kulliyatekê.

Heta niha bi mîlyonan kesî li pirtûkên ku Rêşad Sorgul xwendine, guhdarî kirine. Ew dibêje:

“Îro pirtûkên bi kurdî hezar yan du hezar tên çapkirin. Dunya diguhere û dibe dîjîtal. Balkêş e. Hinek vîdyoyên ku min barkiriye yek mîlyonî derbas kirine.

Yanê em nikarin yek mîlyon pirtûk çap bikin. Lê em dikarin xwe bigîhînin yek mîlyon kesî. Wek mînak ez herim kû derê, qala çîrok an destanên ku min xwendine dikin.

Yanê em dikarin bi rêya Youtubê dengê bi kurdî bilind bikin. Hinek mirov ji xwendina pirtûkan hez nakin an jî nikarin bixwînin lê dikarin guhdarî bikin. Ev jî rastiyek e.

Ji ber vê sedemê êdî ez hewl nadim ku pirtûkên xwe li weşanxaneyekê çap bikim. Ji ber ku ez bi medyaya civakî digihîjim armanca xwe.”

Pirtûka Zembîlfiroş

Rêşad Sorgul herî dawî destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê nivîsandiye û li ser Youtubê weşandiye.

Ev destan di nav kurdan de pir baş tê nasîn û varyantên wê yên cuda hene.

Rêşad Sorgul gelek varyantan berhev dike û lêkolîn dike û destanê ji nû ve dinivîse. Gelo sedema vê yekê çi bû? Me Rêşad Sorgul li Brukselê dît û jê pirskir: Gelo sedem çi bû?

Sorgul: Cihê Kêm û Bêbersiv Hebûn

“Vê destanê cara pêşî Feqiyê Teyran dinivîse. Min varyantên wê yên di nava xelkê de lêkola. Di nava van varyantan de cihê kêm û bêbersiv hebûn. Lewma min hewl da bersiva nifşên bên bidim û hin rewşan zelal bikim. Îca ez nizanim ka ez di vî warî de çiqasî serketî me, wê guhdar bersivê bidin.”

Lescot û Ehmedê Xanî

“Roger Lescot kesekî fransiz bû û hevalê Mîr Celadet Bedirxan bû. Dema ku destana Memê Alan bihîst bi pey ket. Li gelek stran û çîrokên Memê Alan guhdarî kiriye, nivîsiye, daye ber hev û di dawiyê de berhemeke giranbuha çêkiriye. Em malavahiya wî dikin.

Niha jî di nava Kurdan de gelek berhem hene û mîna erdekî beyar li benda ajotinê ne. Lê mîna Roger Lescot nekir, min li ser reseniya çîrokê, wê bi awayekî beraqil hûnandiye û wêjeya wê hewl daye xweş kiriye. Heddê min nîne lê min hinekî şêweyê seydayê mezin ê Xanî ceribandiye.”

Ji Feqiyê Teyran Heta Beyazîdî

“Ji bilî varyantên hûrik û mûrik, pênc varyantên sereke yên Zembîlfiroş bi destê min ketin. Di nava gel de gelek varyantên wê hene.

Çawa ku tê zanîn, cara pêşî Feqiyê Teyran dinivîse. Piştre Melayê Batê dinivîse, lê ya wî bêhtir jibergirtina ya Feqî ye. Mûrad Beyazîdî çîrok hê berfirehtir nivîsandiye. Ji hin çîrok û stranên nava xelkê jî sûd werdigire.

Lê di nava van varyan hemûyan de hin beş hene bersiva wan nîne. Mînak Feqî napirse ka ev derwêş kî ye û ji kû ve tê? Dîsa nabêje, ka ew ji kû ve hîn bûye selik û zembîlan çêke? Çawa ji kelhê ketiye û sax filitiye? Bi rastî, Zembîlfiroş û Gulxatûn çawa can didin? Û gelek pirsên din… Bersiva wan nîne. Min hewl da bersiva wan bidim.

Zembîlfiroş kurê mîrê Amedê ye. Çawa çêbû ku dest ji desthilatê berda û derbasî Farqînê bû? Bi rastî ew derwêş bû yan mîr bû? Gelo mesele tobekarî ye, yan jî pirr ji jina xwe hez dikir? Ya girîntir jî gelo Gulxatûn jê hez kir an jî tenê bi pey nefsa xwe ket?

Her kes dikare li gorî xwe bersivan bide, lê ya girîng ew e, bersivên me beraqil bin û perwerdekar bin. Herweha min xwest ez ji nifşên bê re destaneke hêja ya pê serbilind bin bihêlim.

Bi vê jî min xwest ez etîkekê çêkim. Di vê de jî min felsefeya Kurdan a dibêje “Qenc bifikire, qenc bibêje û qenc bike” kir esas.

Min di çîrokê de mîrê li pişt perdê yê hîç xuya nake ji piştperdeyê derxist û mîna nîşan da ku desthilat çend bi tehlûke ye.”