Zincîra Nivîskar û Helbestvanên Kurd

Nav: Antolojiya Edebiyata Kurdî 1-2
Amadekar: Mehmet Uzun
Weşanxane: Tüm Zamanlar
Sal: Îlon a 1995 / Stenbol

Pirtûka bi navê “Antolojiya Edebiyata Kurdî” du cîld in. Nivîskar Mehmet Uzun amade kiriye. Cîld a yekem 503, cîld a duyem jî 476 rûpel in. Di pirtûkê de jiyan û berhemên 70 nivîskar û helbestvanan tê vegotin.

Mehmet Uzun pêşî “Pêşgotin”ek nivîsiye. Uzun di pêşgotinê de diyar dike ku çima pirtûkek wiha amade kiriye. Em nivîskar Mehmet Uzun bi hezkirin bi bîr tînin. Pêşgotina Uzun li jêr e:

PÊŞGOTIN

Mehmet Uzun

Mîna her xebateke wiha, vê xebatê jî çend gotinên destpekê divên. Gotinên pêwist li ser vê xebatê, kurtebirî, ev in:

1- Ev xebat, berhema çend salan e. Gava yekemîn, berî niha bi çend salan, hate avetin. Gava gerînendeyên rojnama Kurdistan Press‘ê dest bi weşanê kirin, 1986, wan ji min tika kirin ku ez alîkarî rûpelên wan ên çand û edebiyatê bikim.

Ji mêj ve bû ku min dixwest, bi awayekî, nivîskarên nûjen ên kurd werin nasîn. Li ser klasîkan û nivîskar/şahîrên klasîk, digel ku ew kêm in, hin eser û berhem hene. Lê li ser nivîskarên nû, hema çi bigire, hîç tiştekî nîn e. Tikaya hevalan bû hênceta bicîhanîna vê daxwazê jî.

Tevî tiştên din, ma meriv nikarîbû nivîskarên nûjen, bi alîkariya rûpelên Kurdistan Press’ê veguhezanda xwendevanan?.. Bi vî awayî, di wan rûpelan de, “Zincîra Nivîsareken Kurd” dest pê kir. Di destpêka weşîna zincîrê de, 20 Nîsan 1989, min, bi navê “Pênûsên Kurd” nivîsareke kurt nivisî. Di wê nivîsara xwe de, min bi kurtî weha digot:

“Tiştê herî xirab ku dikare bi welat û milletekî biqewime, bêdengiya felsefi, ilmî û edebî ye. Tarîx şahîd e ku welat û milletên bêkitab û bêkitabxane li pey pêşketina dewr û dewranê dimînin û hêdî hêdî ji nav refên millet, çand û welatan derdikevin û winda dibin.

Lê millet û welatên ku xwediyên kitêb û kitabxanan in, hem yekitiya xwe diparêzin û hem ji pêşengiya pêşketinê dikin…

Rewşa nivîskarên Kurd çi ye? Ew ki ne? Ew ji kû ne? Wan çi nivîsine? Ew çi dinivîsin, çi di- fikirin? Dijwariyên wan çi ne? Gava hevalên Kurdistan Pressê ev pirs pirsîn, min jî pêşniyar kir ku meriv van pirsan ji nivîskaran bi xwe û ji xwendevanan bike. Çima meriv ê nivîskaran nede nasîn, li wan pirsan neke, rexne li wan negire û alîkarî li pêşketina edebiyat û zimanê nivîskî neke?..

Hingê ew kesên ku li derveyî welêt dijîn, divê alîkarî bikin ku hêz û quweta pênûsa kurdî xurttir be û ya herî girîng jî alîkarî bikin û bixebitin ku kesên bi vî karê pîroz radibin zêde bin…”

2- “Zincîra Nivîskarên Kurd” bi du beşan hate pê; hevpeyvîneke biçûk bi nivîskar re û hin berhemên edebî ji nivîskarê ku pê re hevpeyvîn çêbûye. Min dil kir ku xwendevan bikaribe, bi alîkariya hevpeyvînê, jiyan, eser û bîr û baweriyên nivîskar/şahîr binase.

Û bi alîkariya perçeyên edebî, xwendevan bikaribe nivîskarî û hunera nivîskar bi xwe binase.

Hevpeyvîn kurt û standart bû. Jixwe hevpeyvînên direj û bi kitekit ne armanca vê xebatê bû. Armanc danasîna jiyan, eser û bi kurtebirî dîtinên edebî bû.

3- Ji 1977-an û vir ve ye ku ez li Swedê dijim û di nav rexistinên edebî û nivîskaran ên Swêdî de dixebitim. Gelek hevalên min ên Swêdî yên nivîskar çêbûn. Her cara ku min beşdarî li civînekê, konferansekê kiriye yan jî bi hevalekî xwe re rûniştime, ez pergî vê pirsê hatime;

“gelo edebiyateke we ya modern heye, berhem û nivîskarên we yên modern hene?”

Di meha Gulana 1989-an de, li Hollandê konferanseke navneteweyî ya nivîskaran çêbû. Min jî beşdarî li konferansê kir. Min nihêrt ku pirsiyara hanê li wir jî aktuel e û nivîskarên ji ziman û neteweyên pir cihê, hebûn û nebûna edebiyata modern a kurdî meraq dikin.

Bêguman e ku edebiyateke nûjen a kurdî heye. Tevî kêmaniyan. Tevî ku meriv nikare wê bide ber edebiyatên xwedan dewlet.

4- Jiyana derveyî welât alîkarî li min kir ku ez edebiyata kurdî û nivîskarên kurd jî hîn çêtir binasim. Li Tirkiyê ev îmkan û fersend nîn bû, lê li derveyî welêt, bi hesanî, min dikaribû xwe bi nivîskarên kurd ên Yekitiya Sowyet, Îran, Iraq û Sûriyê bigîhanda.

Nivîskarên kurd ên nûjen hebûn, pir bûn, lê belav û peregende bûn. Bi tenê haya der û dora wan ji wan hebû. Kurdên Tirkiyê nivîskarên kurd ên perçên din ên Kurdistanê nas nedikirin. Herweha, wan jî yên Tirkiyê nedinasîn.

“Ma meriv nikaribû, ji bo danasîn û yekitiya wan, dest bi xebatekê bikira?”

5- Pirî caran pirsiyar rê li xebat û berheman vedikin. Di xebata Antolojiyê de jî wiha bû. Pirsiyarên jorîn û yên mîna wan, rê li vê xebatê vekirin. Çaxa biryara amadekirina Antolojiyê edî diyar bû, hin pirsiyarên din, mîna yên jêrîn pratîk û teknîkî, hatin holê;

– Edebiyata nûjen a kurdî… lê ji kengî û vir ve?

– Bi kijan zaravayê kurdî ku kurd pê dipeyivin? Bi kijan alfabe ku kurd pê dinivîsin?
Kijan nivîskar/şahîr? Çima?

6- Hê di destpêkê de, pir vekirî, diyar bû ku xebateke weha ne şixulê merivekî ye. Ji bervajiyê, ew şixulê komeke merivên pispor yan jî yê înstîtu û akademiyan e. Tevgereke kollektif jî bi hevkarî û pêwendiyên piralî tê pê. Loma hê di destpêkê de, min biryara xwe da ku ev xebat divê bibe xebateke kollektîf.

Ji ber vê yekê, di dewsa ku ez bi xwe bersiva pirsiyarên jorîn bidim, min ew ji nivîskar, şahîr, edebiyatnas û ronakbîrên kurd pirsîn. Min xwest, em bi hev re bersivên pirsiyaran bidin. Di pêwendiyên şexsî, civîn, semîner û konferansan de, ev pirsiyar hatin peyivîn û munaqaşe kirin. Bi dû re, bersiv wiha berpêş bûn û xuya kirin:

– Meriv divê edebiyata nûjen a kurdî ji destpêka sedsala me û vir ve bihesibîne. Tê de heyamên cihê hene, lê bi giştî, 1900 divê bibe destpêk.

Ji ber ku amadekarên Antolojiyê kurdên Tirkiyê ne û ew bi alfaba latînî dinivîsin, Antolojî jî divê bi alfaba latînî bê nivisîn. Lê gava ew hazir bû û weşiya, hingê meriv dikare wê biqulipîne ser alfabayên erebî û kirilî jî.

– Bi giştî, kurd bi sê zaravayan dinivîsin; kurmanciya jorê, kurmanciya jêrê (soranî) û dimilî (zazayî]. Zarava û devok divê werin parastin. Kî bi çi zaravayê dinivîse, divê ew bi wî awayî, lê bi tîpên latînî, di Antolojiyê de cîh bigire.

Û meriv divê du ferhengok, bi kurmanciya jorê-kurmanciya jêrê û bi kurmanciya jorê-dimili amade bike û têxe dawiya Antolojiyê da ku xwendevan bikaribin tekstên bi za-ravayên cihê fahm bikin û bixwînin.

Meriv divê ferq nexe navbera nivîskar/şahiran. Bîr û baweriyên wan çi dibe bila bibe, ew çi dinivîsin bila binivîsin. Ew bi awa û şêweyên xwe qebûl in. Kî nivîskarê baş e, kî yê ne baş e… biryar û li ser peyivîna vê yekê jî, dîsan, ne karê Antolojiyê ye.

Ew karê xwendevan e, xwendevan ê, jixwe, biryara xwe bide. Karê Antolojiyê ew e ku nivîskar û şahîrên kurd, bê qeyd û şert, di Antolojiyê de, bi rêz û rêzdarî cîhê xwe werbigirin.

7- Di hilbijartina nivîskar/şahîran de, ev prensip ji bo me bûn rêber;

– Antolojî ne ya şihîr yan jî ya pexşanê ye. Ew ya “edebiyata nûjen” e ku hem ji şihîr hem ji pexşanê tê pê. Loma hem nivîskar hem şahîr dê tê de hebin.

Antolojî divê bibe misal û nimûna yekitiya ziman û edebiyata kurdî. Ew bikaribe yekitiyê nîşan û diyar bike û alîkarî li xebata ava- kirina zimanê yekgirtî yê edebiyat û çanda kurdî bike.

-Nivîskar û şahîrên ku bi rastî îspat kirine ku ew nivîskar û şahîr in, dê tê de bin.

-Antoloji bi tene ya nivîskarên edebî ye. Yanê kesên ku berhemên edebî nivisîne dê tê de cîh bigirin. Ne legêr, akademisyen, dîroknas, edebiyatnas.

Nemaze li Kurdistana Iraqê gelek nivîskar û şahîr derketine. Ji wan, kesên ku bi nivîskarî / şahiriya xwe herî li pêş in û niwenerên heyamên edebî ne, dê di Antolojiyê de cîh bigirin.

8- Ji bo biyografya û bîbliyografya nivîskar û şahîran, me hevpeyvîn esas girtin. Yanê di hevpeyvînên ku bi wan re çebûne de, hem biyografya û bîbliyografya wan hem jî bi kurtî dîtinên wan ên li ser edebiyatê hene. Herçend ev hevpeyvîn mîna hev in jî ewçend ew ji hev cihê ne.

Her nivîskar/şahîr xwediyê serpêhatî, tecrube û bîr û baweriyên xas in. Eger meriv çavê xwe baş li hevpeyvînan bigerîne, digel serpêhatî û tec- rubên şexsî, meriv dikare tê de tarîxa edebiyata nûjen a kurdî jî bibîne.

Piraniya hevpeyvînan ji aliye min çebûne û ew di Anatolojiyê de bi îmza M. U. diyar dibin. Lê hin ji wan jî, ji aliyê hevalên din çêbûne. Di binê wan hevpeyvînan de, navê wan he- valan heye.

Herwekî ku xuyaye, li ser biyografya/bîbliyografya hin şahîr û nivîskaran tiştekî tê de nîn e. Yek ji wan, M. E. Botî, şahîrê kovara Hawar‘ê bû û mixabin, me li serê hîç agahî nîn in. Yên din, tevî ku me çend caran pirsiyar bi wan gîhandin, heta roja çapkirina Antolojiyê, me ji wan bersîv wernegirt in. Lê dîsan jî em berhemên wan ên edebî diweşînin.

Herwekî ku min li jorê got, pirsiyarên hevpeyvînan standart bûn. Ji bo ku ew car bi car dubare nebin û xwendevanan eciz nekin, me ev pirsiyarên standart xistin pêşiya Antolojiyê.

9- Ji bo hevpeyvînan, me hewl da ku em xwe bi hemû nivîskar/şahîrên Antolojiyê bigihînin. Lê ji ber rewşa ku Kurdistan û Kurd tê de ne, ev daxwaz û hewldan, carina, bi cîh nehat.

Hingê di dewsa hevpeyvînê de, kurte-nivîsarek li ser bi- yografya û bîbliyografya nivîskar/şahîr hate nivîsîn. Carina min ev kar kir, carina jî hevalên dinên alîgir. Navê kesên ku ev kar kirine, di binê nivîsaran de ye.

Gelek ji nivîskar û şahîrên Antolojiyê jî wefat kirine. Bi wan re hevpeyvîn, ji ber sebebên vekirî, ne mumkin bû! Li ser wan jî, dîsan, kurte-nivîsar hatine nivisîn. Navê kesê ku ew nivisîne, di binî de ye.

10- Me nivîsarên pêşîn ên edebiyata kurdî ya nûjen jî xistine Antolojiyê. Antolojî bi wan dest pê dike. Me bi tenê berhemên ku bi zaravayê kurmanciya jorê (kurmancî) xistinê. Herçî yên kurmanciya jêrê ne, mîna “Li xewmn da” ya Cemil Seib û “Meseley Wicdan” ya Ehmed Mixtar Caaf, me ew nexistinê.

Sebeb jî ev in; em bi heval û hevkarên Antolojiyê yên soran re peyivîn. Wan gotin ku zimanê van kurte-çîrokan, ji bo xwendevanên îro, bi taybetî jî ji bo yên kurmancî, gelek zehmet e. Û di ser de jî herdu kurte-çîrok pir dirêj in.

11- Heval û alîgirên vê xebatê pir bûn û ew ji her aliyê Kurdistanê bûn. Nivîskar û şahîrên kurd ên Yekitiya Sowyetê jî bi dil û can xwe dan berê. Bêyî îstîsna, herkesî bi daxwaz û coşeke pîroz xebat teşwîk kir û alîkarî lê kir.

Eger em perçebûna welêt, jihevketina kurdan, kêmaniya pêwendiyan û rewşa aloz a welêt bidin ber çavan, hingê hêjahiya alîkariya hevalan hîn çêtir fahm dibe. Eger xebat, alîkarî û teşwîka hevalan nebûya, ev berhem tu carî nedihate pê. Ked, xebat û lebata gelek kesî di vê berhemê de heye.

Hin heval bi karê hevpeyvînê, hin bi karê wergerê, hin bi karê kurte-nivîsarê, hin bi amadekirina ferhengokê, hin bi karê peydakirina nivîskar, eser û berheman rabûn. Xebat bû xebata ekîbekê. Di Antolojiyê de, xebat û alîkariya her hevalî bi nav û îmza wî/wê hatiye diyar kirin.

Her çiqas gotin têrî nekin jî, ez ê, bi gotinên xwe yên basîd, dîsan, bibejim; ez spasdarê wan im.

12- Mîna agahî û destpêkê, min lêgerîneke kurt li ser tarîxa edebiyata kurdî çêkir û ew li Antolojiye zêde kir. Daxwaza min ew bû ku xwendevan bikaribe, bi alîkariya lêgerê, hemû pêşketin û yekitiya ziman û edebiyata kurdî, hîn hêsantir, bibîne.

13- Herwekî ku ji Antolojiyê jî diyar dibe, nivîskar û şahîrên ku me hilbijartine, ji hemû perçe û aliyên Kurdistanê û ji Yekitiya Sowyetê ne. Ji bo nîşandana yekitiya edebiyata kurdî, ev girîng bû. Di rêzkirina wan a Antolojiyê de, li ber me hin metod hebûn. Me ji wan metodan ya herî mantiqî hilbijart; li gora sal û umrê wan, me ew rêz kirin.

Hinên wan berî 1900’î hatine dinê, lê berhemên xwe yên edebî li doraliyê 1900-an anîne pê. Wan jî cîhê xwe yê pîroz di Antolojiyê de girtin. Hin nivîskar/şahîrên Antolojiyê bi tenê tekstên dînî, bi zimanê kurdî, nivisîne. Me ew jî dewlemendiyeke ziman û edebiyata kurdî dîtin û herwiha ji bo tarîxa edebiyat û zimanê niviskî yê kurdî, me girîng dît ku ew jî tê de bin.

14- Ji bilî hevalên kurd, gelek hevalên nivîskar ên biyanî jî, bi pêşniyar, şîret, teşwîk û alîkariya xwe Antoloji hîn dewlemendtir kirin. Nemaze şîret, pêşniyar û alîkariya serokê Yekitiya Nivîskarên Swêdê Peter Curman, kevne-seroka Pen-Klûbe Swêdê Agneta Plejiel, sekretera giştî ya Pen-Klûba Swêdê Maria Ekman, kevne-serokê Pen-Klûba Cîhanê, şahîr û nivîskarê hêja yê fransizî, gorbehîşt René Tavernier û şahîrê ereb Adonis girîng bûn. Ez spasdarê wan û yên din im.

15- Ma kêmanî û qusûrên vê Antolojiyê nîn in? Bêguman ew hene û pir in. Lê avahî bi hîm, qor û sitûnan lêbide. Ew hevûdu temam dikin. Îro ev gav tê avêtin û ev berhem tê pê. Bêguman e ku sibêroj gavên hîn qehîmtir, xurttir û dewlemendtir dê werin avêtin.

Ú bêguman, ez gelekî spasî Abdullah Keskin dikim. Eger alîkariya wî ya lênêrîn, tashîhkirin û kontrola nivîsaran nebûya, heye ku Antolojî li Turkiyê nikaribûya derketa.

Bir tenê me hêviyek heye ku Antolojî bikaribe valahiyekê dagire û bibe hîm û sitûneke avahiya edebiyata kurdî.