Zozan û Bozan

Rukiye Ozmen

Bizinekê za jêre cêwî – du karik çêbûn. Navên wan karikan Bozan û Zozan danîn.

Gurek cîranê wan hebû, dilê gur çûbû koştê Bozan û Zozan. Rojekê ku bizin çû çêriyê, herdû karik mane bi tenê. Gur jî xwe xistibû diz, çû kete kozika wan de, Zozan û Bozan xwarin û çû xwe xiste di kuna xwe de.

Ber êvarê bizin hat malê, ku Bozan û Zozan ne li ciyê xwe de ne. Bi lez çû ser banê gur kire dimdim, gur wer têr xwaribû û dizanî ku bizin e.

Gur got:
– Ew kî ye li ser banê min dim dim dike? Jina min tevnê dike, qîza min neqşan dike, bûka min hêvîr dike.

Kezeba bizinê dişewitî, bang kir:
– Kê xwar Zozan û Bozanê min, bila derkeve meydana min, ezê di sêrî de xirakim mala wan.

Gur wer têr xwaribû bi dengekî giran got:
– Min nexwariye Zozan û Bozanê te, ez dernakevim meydana te.

Bizinê bang kir:
– Were, em herin şerîet.

Gur got: Bila.

Bizin çû cem necar, got:
– De necar stirihên min weke xencerê tûj bike, da li bin ûrê gur bidim, Bozan û Zozana xwe bînim derê.

Darbir stirihên bizinê wek xencerê tûj kirin. Bizin çû cem dirançêker, got:
– Gurê bê vir, diranê wî hilke.
Dû stil mast dan dirançêker û çû.

Gur hat cem dirançêker, got:
– Diranê min tûj bike weke cilêt, da pak bikim dora malê ji xirab û mêş.

Dirançêker yek bi yek diranên gur rakirin û li şûna diranan girikên hevîr biçûk danîne ser pediyên wî. Dirançêker gote gur:
– Min wer diranên te tûj kirine, ku heya mirinê ew koh nebin.

Gur bi keyf derket, çû bi rê de giha bizinê û got:
– Min xwar Zozan û Bozanê te. Va ye ez derdikevim meydana te.

Gur devê xwe ji hev kir û êrîş kir bizinê. Lê çi dema devê wî giha bizinê, hevîrê devê wî tev ji dev de ket.

Bizinê stirihên xwe yên tûj di ûrê gur de kirin xwar, ûrê gur berda erdê, Zozan û Bozanê wê ji ûrê gur derketin, xwe avêtin sînga wê.

Bizinê got:
– Zozan û Bozanê min! We di ûrê gur de çi dikir?

Gotin:
– Me herroj nok diwxarin.

Bizinê karikên xwe dane dora xwe û çû. Kelaşê gur jî ma li wir, teyran li ser danî û xwarin.

* Ev çîrok ji pirtûka Rukiye Ozmen hatiye girtin

Çavkanî

Rukiye Ozmen: Çîrokên Şevbuhêrkan – II, Rûpela 22-23, Weşanên Mezopotamya, 2006/Köln