Serdegirtinek Neqanûnî

200 polîsên Belçîka yên bi maske avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV. Studyo li bajarokê Denderleeuwê ye. Di dema serdegirtinê de bajarokê Denderleeuwê jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Serdegirtin 23.04.2024ê bi şev saet di 01:30 de pêk hat.

Polîsan dest danîn ser gelek komputeran. Her wiha xwestin bi qutkirina kabloyên elektrîkê pêşî li weşana televîzyonan bigirin. Dîsa deriyê odeya Uplinkê jî şikandin û zirar dan alavên wê. Polîsan hetanî saat 04.20an her cihê televîzyonê geriyan û çûn.

Rojnamevan Rêşad Sorgul li Stêrk Tvyê tevlî weşana zindî bû û got: “Gelek caran ji me re gotine: ‘Demokrasî ji bo me ye. Ne ji bo we.’ Îro gotinên xwe îspat kirin. Hatin û çar saetan her cihê televîzyonê geriyan. Talan û wêran kirin. Çi dîtin? Li vir li çekan nagerin. Dixwazin dengê Kurdan bibirin.”

Rojnameger Geşbûn Kara ku di serdegirtinê de li televîzyonê bû ev agahî da: “Serdegirtinekê mezin bû. Gelek ji wan hêzen taybet hatibûn. Di dema serdegirtinê de em sê heval li televîzyonê bûn. Me binçav kirin. Li ber deriyê televizyona me ewlekariyên me yê fermî hene. Wê çaxê hevalek hebû. Wî binçav kirin. Destên wî kelepçe kirin û sê saetan ew di maşîneya polîsan de ma. Telefonên me ji me histandin û nehiştin ku em bi hevdu re biaxivin. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye ez gelek caran ketim bin çavan. Lê li vederê li ser kesekî legerînek zêde hat kirin. Tokayê li ser porê min jî jêkirin. Heya saat 04.20an li saziyê de man. Em nêzî çar saat li ber wê sermayê li derve hiştin.

Geşbûn Kara, ev agahî jî parve kir: “Dema ku çûn min ji berdevkê polîsan pirsî, ‘Çima we li ser televîzyona Stêrk û Medya de girtin?’ Bi vî awayî bersivek dan: ‘Em nikarin tiştekî bêjin. Ji me re gotin biçin. Em jî hatin. Me tewgîra girtin û em diçin. Em nikarin agahiyekê bidin.”

Rojnameger Selman Aslan piştî derketina polîsan bernameyek zindî destpê kir. Tevahiya saziyê geriya û rûxandina polîsan nîşan da.

Rojnameger Xeyredîn Çelîk di sala 1990an hetanî îro di nav çapameniya azad de xebatên xwe berdewam dike. Çelîk jî tevlî bernameya zindî a Stêrk Tvyê bû û got: “Tekoşîna çapameniya azad berdelên giran da û heta îro hat. Gelek caran rojname û televîzyonên me girtin. Lê çapameniya azad weşanên xwe berdewam kir. Tu kes nikare dengê Kurdan qut bike.”

Amed Dîcle jî agahiyên balkêş dan: “Ev êrîşek e. Ne lêgerînek a qanunî ye. Êrîşeke korsan hat kirin. Şîrketên me li gorî qanûnên Belçîkayê hatine damezrandin. Agahî nedan rêveber û parêzerên me. Di sala 2010an de jî erîşî televîzyonê kiribûn. Me doz vekir û em bi ser ketin. Ev jî balkêş e: Di 22ê Avrel a 1898an de yekemîn rojnameya Kurdî Kurdistan dest bi weşana xwe kir. 22ê Avrelê wek Roja Rojnamegerên Kurd hat qebûlkirin. Ev êrîş di roja rojnamegeran de hatiye kirin. Ev niyeta wan nîşan dide. Em pêy şopa heqîqatêne. Eger polîsên Belçîkayê bi xwe bawer in bila dozê vekin. Tiştekî ku em veşêrin tune ye. Nehiştin parezêr û xebatkarên me saziyê bikevin. Em nizanin çi birine û çi danîne. Ev erîşekê li dijî gelê Kurd e. Em vê qebul nakin.”