Hekîm Sefkan: Stranên li ser Rêber Apo

Rojîna Gulê

Yek ji nûnerên girîng ên helbesta kurdî Hekîm Sefkan e. Zimanê vegotina mijaran îspata vê ye. Lê aliyê wî yê herî girîng ev e: Di nav dîroka HUNERKOM û Akademiya Çand û Hunerê de herî zêde wî stran nivîsandine. Gelek ji wan bûne nav û deng û ketiye nava dîroka muzîka kurdî.

Wek mînak: Sirûda “15ê Tebaxê” (Koma Berxwedan), “Rojbaş Gerîla” (Beser Şahîn), “Ez Şehîd im Pakrewan im” (Comerd) û “Ey Şehîd” (Xelîl Xemgîn) wî nivîsandiye.

Dîsa stranên wek “Bêbextî” (Aram Dîkran), “Sînor” (Cemal Tîrêj), Riya Serxwebûnê (Dilovan) jî Hekîm Sefkan nivîsandine. Li gorî lêkolîna me di nevbera 1988 û 2004an de 114 stranên wî li ser kaset û Cdyan hatine xwendin.

Ger stranên ku wî piştî sala 2004an nivîsandine bên hejmartin: Hejmara stranên ku di albûman de hatine xwendin digihêje 200î.

Navên Stranên Rêber Apo

Hekîm Sefkan heta niha li ser Rêber Apo neh stran û helbestek nivîsandiye. Bi rêza kronolojîk helbest û stran ev in:

1- Mezin Apo Bilind Apo: Koma Agirî (li Amûdê) xwendiye.
2- Esmero Zenda Ba de: Hekîm Sefkan xwendiye.
3- Dîrok: Helbest
4- Roja Me: Koma Berxwedan û hunermendên Tevgera Çandê bi hev re xwendiye.
5- Raperîna Gel: Koma Berxwedan xwendiye.
6- Merhaba: Koma Berxwedan
7- Bi Dil Ez Te Dibînim: Ganî Nar xwendiye
8- Dunya: Xelîl Xemgîn xwendiye
9- Hawar: Hekîm Sefkan û Xelîl Xemgîn xwendiye.
10- Ez Ne Yek im: Xemgîn Bîrhat xwendiye.

Bîranînen bi Şehîd Mizgîn re

Di sala 1988an de şehîd Mizgîn diçe Rojavayê Kurdistanê. Li Qamişlo, Tirbêspiyê, Amûdê û Dêrîkê xebatên şoreşê dimeşîne. Hekîm Sefkan Hekîm Sefkan wê demê şehîd Mizgîn nas dike. Nêzî çar mehan şehîd Mizgîn nas dike. Bi Şehîd Mizgîn re nêzî 4 mehan tevlî xebatên civakî dibe.

Hekîm Sefkan bîranînên xwe yên wê pêvajoyê û çîroka strana “Mezin Apo Bilind Apo” wiha vedibêje:

“Hevala Mizgîn na wek hunermendekê li Rojavayê bû. Di qada civakî de xebatên xwe dimeşand. Navê Rewşenê bikartanî. Lê me dizanîbû ku ew hevala Mizgîn e. Ji bo karê civakî carna em bi hevre diçûn hin deveran. Him jî di nav karê çandî de me bi hevdu re xebat kir. Me behtir li Kantona Cizîrê hevdû didît. Qamişlo, Dêrîk, Tirbêspiyê û Amûdê. Demsala havînê hatîbû.

Hevala Mizgîn tevlî civînên çandê jî dibû. Li Rojavayê mora xwe jî li xebatên me yên çandê kir. Çawa mora xwe lêxist? Haya wê demê hinek heval diçûn û dihatin. Serdana me dikirin. Hevalê Amele jî berî wê hat û çû. Lê hevala Mizgîn demek dirêj li wê derê ma. Perspektîfa çand û huner a şoreşgerî gereg çawa be? Perspektîfên li ser çand û hunerê bi me re parve kir.

Mirovek pir sempatîk bû. Bi lêz rêyek didît ku bi mirovan re biaxive. Ji ber vê yekê gelê me gelekî jê hez dikir.

Strana “Mezin Apo Bilind Apo” çawa derket?

Yekem strana ku Hekîm Sefkan li ser Rêber Apo nivîsiye “Mezin Apo Bilind Apo” ye. Ew çîroka nivîsandina stranê wiha vedibêje:

“Karê ku hîç bîra min naçe dema strana yekemîn ê ku min li ser Serok çêkiriyê ye. Em li mala Şefîk Eburahat bûn. Ew jî hunermendekî gelerî ye. Hevalên din rabûn, hevala Mizgîn û ez man. Me xwest bi Eburahat re sohbetê bikin. Di wê navbere de hevala Mizgîn pirsek kir.

Got, ‘Hevalê Hekîm te qet tu stran li ser Serok çêkirine?’ Wê çaxê destpêka stran çêkirina min bû. Dibe ku 9-10 heb stranên min hebûn. Ez wê çaxê li Qamişloyê endamê Koma Botan bûm.

Min got: ‘Hevala Mizgîn ezê çi li ser Serok bêjim, çi nabêjim?’ Min bizika Bavê Rahat da destê xwe û lêxist. Di wê navberê de ev gotin ji dilê min de derketin:
“Mezin Apo
Bilind Apo
Serok Apo
Apê me”…

Min got: ‘Hevala Mizgîn ez çi navî li Serok bikim lê tê.’ Got, ‘Walla xweş çêdibe. Gerek tu ser bisekine û vê stranê çêbike.’

Piştre em çûn Amûdê. Hevalê me yî Koma Agirî Alî Mansûr hebû. Bingeha stranê derketîbû lê wî di nivî de muzîka stranê danî.”

Çûyîna Şehîd Mizgîn

Mijara vê gotarê stranên ku Hekîm Sefkan ji bo Rêber Apo nivîsandine. Lê ji ber ku gotin li ser Şehîd Mizgîn vebû, me ji Hekîm Sefkan pirsî: “Şehadeta Şehîd Mizgîn bandoreke çawa li Rojavayê kir?” Hekîm Sefkan got:

“Ne tenê şehadet çûyîna wê jî bandorek mezin kir. Çavên hemû hevalan li Mizgînê digeriya. Milet dipirsî: ‘Hevala Rewşen çû çê’, ‘Hevala Rewşen çû ku?’ û qala bîranînên xwe dikirin û digotin: “Hevala Rewşen wisa kir.”

Mirovên ku wê nasnedikir jî xwe jê re nêzîk didîtin. Bîranînek wê û şehîd Orhan hebû. Şehîd Orhan û Şehîd Mizgîn li Qamişloyê bi hev re diçin Tirbêspiyê. Bi otobosa gel ve çûne. Li cîhekî otobos disekine. Malbatek lê siwar dibe. Zarokên wê malbatê di nava milet baz dide û xwe diaveje hembeza hevala Rewşen. Min gota te şexsiyetek wê hezkirî hebû. Zarok hevala Mizgîn nas jî nake. Lê, sadebûn û sempatîka rûyê wê, zarok ber bi xwe ve dikşîne.”

Gotinên strana “Mezin Apo Bilind Apo” li jêr e:

Mezin Apo Bilind Apo
Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Alî Mansûr

Mezin Apo, bilind Apo
Serok Apo, apê me
Şêrîn Apo, qehreman tu
Rêberê gelê me

Nav û dengê gelê me
Saz û ziman karê me
Serok û rêberê me
Bijî bijî apê me

Partî enî û artêş
Apo serok û serkêş
Derman kirin kul û êş
Serdar û rêzanê me

Kelemê çavê neyar
Tu hêvîya hêvîdar
Şiyar bûne bi hezar
Dan dû rêça apê me

Gava Serok Apo hat
Ronahî da Rojhilat
Bû çeka riya felat
Herdem bijî apê me

Strana Dunyayê

Strana “Dunya” di albûma “Ax” a Xelîl Xemgîn de hatiye weşandin. Xelîl Xemgîn û endamên Koma Berxwedan bi hev re gotine. Hunermendên ku stranê di stranê cih girtine ev in: Xelîl Xemgîn, Beser Şahîn, Seyîdxan, Eylem, Peywan Arjîn, Kawa, Şemdîn, Zozan, Hekîm Sefkan û Diyar.

Dunya
Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgin

Weke herkesî bê derd ez hatim dinyayê
Min bîr bir û derd civiyan, min xistin tayê
Ez neketim xem û taya malê dinyayê
Ketim derdê rizgariya ji vê belayê

War û welat çand û xweza diçin nemayê
Her kes qayîl, ker û lal e, tu deng dernayê
Gayîl nebûm bi vê rewşa bê pêjin û gêj
Metirs şewitand kire ard û berda berbayê

Bûm wêriya warê tirsan, çûm û rê dirêj,
Çar hawîrên min bûn kelem, min guh nedayê
Yar nebûn û neyar pir bûn, min berneda rê
Ji bo bişkînim stûna konê cefayê

Bûm dengê qêrîna milet, gaziya axê
Bûm dengvedan û ketim guhê dinyayê
Ker bûn alê dostaniya mafê mirovan
Hejiyan li ber alên şewata xwezayê
Ji bo bibirin dengê min li min hatin hev
Min dîl revandin, anîne vir nava deryayê

Dîrok

15ê Sibata 1999an ji bo gelê Kurdistanê rojeke reş e. Di wê rojê de Rêber Apo di encama komploya navbera dewletan de dîl hat girtin. Ji bo Hekîm Sefkan 15ê Sibatê -wek her kurdekî- rojeke bi êş ket dîrokê. Du roj piştî esareta Reber Apo, Hekîm Sefkan qelemê hildigire destê xwe û helbesta bi navê Dîrok dinivîse. Paşê vê helbestê di pirtûka xwe ya bi navê “Xwêdana Siyê” de çap dike. Gotinên helbesta Dîrokê li jêr e:

Dîrok
Hekîm Sefkan – Helbest

We çend sêpî vegirtin ser vê axê
Çend bi hust di benî hovîtiya we de xeliyan
Ji lêdana qundarên tivîngên we
Çend dayikan berên xwe avêtin
Pêçekên çend zarokan bûne kefen
Pir serî hatin jêkirin
Û gelek caran em bi deste we hatin kuştin, ey harno!

Ji bir nabe Geliyê Zîlan
Temberiyên hinekirî, Newala Qesaban
Bedenên di erdê de çandî
Bêrikên tije xwê, di canê zavan de
De bistirên şikeftno, çîrokên bê dawî

Destê dîrokê girêdan, roj qedexe kirin
Serdestî dane şevê
Şevên bi sa û tarî û dirêj
Zarokan ‘hewidiyên’ xwe nas kirin
Û welatê min termekî tevizî, li ser axeke ziha, tî û qelişî
Di ser ezmaneki şil û bê rehm
Neqirîskên dawî lê didan dilên guvaştî
Û qertelên birçî govenda mirinê dirêsan
Û xwîn dikeliya

Tîna Herana germ, derguşa pêxemberan
Lorand zarokekî serhişk
Ne jiyana heyî, ne mirin qebûl nekir
‘Bi arama bapîre xwe, Eyûbê kurma xwarî’ mezin bû
Di çilê tûj de gul û gulçîn çand
Cot kir axa li ber mirinê
Bi ken kir rûyên zeximî
Yên bineliyê navbera her du çavan

Pîr bibûn êdî gurên boz
Oraora wan li çiya û bajaran
Li derve û hundir
Gazî kirin hevkarên xwe
Torinên xwediyên destanên hovane yên daristanên Wietnamê
Û psmamên qesabên Sebra û Şatîla û cîranên tirsonek
Werin em li hev par bikin, bikujin, tune bikin
Îroj dora min e, û sibe hûn in
Û hatin paraswanên mafên gura

Ey qehpe dinya tu çi dikî?
Ma bi paçên gemarî awirên bazî têne veşartin
Ma zendên ku behçê azadiyê avdane bi kelepçên zingargirtî têne girêdan
Ma şêr di qefesa de hiltên ey bêbext dinya!

De werin ey harno werin
Perçe perçe bikin canê min
Lê bizanibin
Şîrê ku min mêtiyê, yê jiyanê ye
Êdî hew bi min kare mirin

Ma li Qamişlo
Li Silêmaniyê
Li Urmiyê
Li Amed
Li nav çar dîwarên bêbext
Û li xerîbiyê
Bi sedan can çima şewitîn?
Ey wehşên bê însaf
Hûn nikarin roja me tarî bikin!

Hêviya min xwişk û birayê min in
Bilind bikin dîwarên lêkirî
Av bidin kulîlkên çandî
Keda hostayê mezine
Xwêdana dê û bavên me
Pismam û dotmamên çelenge
Do bi darvekirin şêxên me
Daliqandin pîrên me
Li Çarçîra bêdeng hiştin dilê me
Û îro jî girêdidin dest û çavên Apê me

Ey giravê, nebêje ez perçeyek im ji xwezayê
Nekeve hetka bêbextan
Ew dijminên xwezayê ne jî
Ma daristan mane li welatê min
Kîna bi milyonan mirov ber bi xwe venekşîne
Û tu ey dîrok
Ez bi serê xwe sund dixwim
Ez ê êdî nehêlim tu tenê reş bimeşî
Ez ê derawestînim
Êdî dora mine

Çavkanî
1- Pirtûka bi navê “Xwêdana Siyê”
2- Bi Hekîm Sefkan re li ser Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) hevpeyvîn.
3- Pirtûka bi navê “Hunerkom Akademî û Mîr”
4- Albûma Xelîl Xemgîn a bi navê “Ax”