Hêmin Mukriyanî

Firaz Baran

Hêmin Mukriyanî di 4ê Gulana 1921an de li gundê Laçîn a Mehabadê ji dayik dibe û di 19ê Avrela 1986an de li Urmiyê koça dawî dike.

Malbata wî şêx e û ji Bûrhaniyan tê û girêdayî Tarîkata Neqşîbendî ye. Her wiha aliyê aborî de malbatek dewlemend bûye. Lê Hêmin avantajên malbata xwe ji bo rehetiya xwe bi kar neaniye. Hemû jiyana xwe pêşkeşî tekoşîna azadiya gelê xwe kiriye.

Ji bo nasandina Hêmin em bi Hesen Qazî, Barzan Şasiwar, Kakşar Oremar û Karzan Alî Osman re axivîn.

Atmosfera Mehabadê


Hêmin li gundê Şerefkendê yê Mehabadê perwerdeya medreseyê werdigire. Ji ciwaniya xwe dest bi nivîsandina helbestan dike û bi siyasetê re eleqedar dibe. Hesen Qazî li ser vê mijarê ev agahî dan:

“Di sala 1938an de li Mehabadê xebatên netewî zêde dibin. Wê salê Hizbî Azadîxwezanî Kurdistan tê damezrandin. Di sala 1942an de jî Komaleyî Jiyanewey Kurd (JAKAV) tê avakirin. Piştre di 1ê Îlona 1945an de PDKê tê damezrandin. Herî dawî jî Peşawa Qazî Mihemed di sala 1946an de Komara Kurdistanê îlan dike. Hêmin hem ji bo JAKAV, hem ji bo PDK û hem jî ji bo Komara Kurdistanê xebitiye.”

Hêmin û Hêjar helbestvanên girîng ên sedsala 20an in. Gelek serdem hene ku her du bûne şirîkên hevdû. Kakşar Oremar dibêje:

“Her du li heman medreseyê dixwînin. Bi hev re dest bi xebatên netewî dikin. Serokê Komara Kurdistanê Peşawa Qazî Mihemed van her du helbestvanên ciwan ‘helbestvanên netewî yên Kurd’ bi nav dike.”

Dema ku Komara Kurdistanê di dawiya sala 1946an de hilweşiya, Hêmin diçe Başûrê Kurdistanê. Barzan Şasiwar dibêje: “Li wir demeke dirêj di mizgefteke bajarê Qeladizê de xwe vedişêre. Paşê berê xwe dide nivîsandinê. Helbestan dinivîse, rojnamegerî dike, pirtûkan werdigerîne û rexneyên edebî parve dike.”

Pirtûkên Hêmin

Karzan Alî Osman, pirtûkên Hêmin wiha rêz dike:

“Tarîk û Run – Helbest
Naley Cudayî – Helbest
Paşerok – Helbest
Dîwanî Hêmin – Hemû helbestên xwe
Paşerokî Mamosta Hêmin – Nivîsên Hêmin

Her wiha Hêmin hin berhem jî wergerandine soranî û farisî. Wek mînak pirtûka Oskar Mann ya bi navê “Tuhfey Muzeferiye” ku bi farisî hatiye çapkirin wergerandiye soranî. Pirtûka Qanadê Kurdo ya kurmancî “Kurdiyekan Efsaneyî” wergerandiye soranî.”

Piştî Peymana Otonomiyê, Korî Zanyarî Kurd (Akademiya Zanistî ya Kurd) li Bexdayê xebatên xwe pêş dixe. Hêmin jî dibe endamê saziyê.

Divê ev were nivîsandin: Hêmin ku bi sedan gotarên wî di rojname û kovaran de hatin weşandin, têkiliya xwe ya bi siyasetê re qut nekiriye. Di nava PDK Îranê de xebata xwe berdewam kiriye û di sala 1971an de weke endamê Komîteya Navendî ya PDK Îranê tê hilbijartin.

Hêmin û Hêjar

Hêmin ku weke helbestvanekî şoreşger jiyana xwe domandiye, di 19ê Avrela1986an de di 64 saliya xwe de koça dawî dike. Barzan Şasiwar li ser Hêmin û Hêjar agahiyek balkêş dide. Şasiwar dibêje:

“Bi hezaran malbatên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê navê Hêmin û Hêjar li zarokên xwe kirine. Di gelek malbatan de birayên bi navê Hêmin û Hêjar hene. Bi vî awayî gelê Kurdistanê helbestvanên me yên ku hemû jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kirine, zindî hiştine.”

Hêmin di helbesteke xwe ya bi soranî de wiha dibêje:

Dema ku ez bimirim li ser gora min negirîn
Dema Kurdistan azad bû ji bîr nekin
Werin û mizgîniyê bidin
Û gora min bikin govenda şahiyê