Firaz Baran/Köln
Albûma yekemîn a Bermal Çem sala 2016ê derketiye. Navê xwe “Evîna Çiya Me” ye. Albûmê Mîr Multimedia derxistiye.
Kîjan aliyê albûmê bala min kişandiye? Bermal Çem hestên xwe bi rêya xwezayê tîne ziman. Di cîhana îroyîn de ev pir kêm e.
Her wiha Bermal Çem xwediyê gelek stranan e. Lê di albûma xwe de cîh daye gotinên helbestvanên cuda. Taybetî jî gotinên Îşxan Ankosî albûmê xemilandiye. Dîsa aranjorê albûmê Memo Gül e. Mirov di awazên stranan de vê bi eşkere hîs dike. Ka em dest bi danasîna albûmê bikin:

STRANÊN ALBÛMÊ
Ey Şehîd
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Darbesta Min
Gotin û Muzîk: Arif Sadikov
Oxir Be
Gotin û Muzîk: Ferhat Patiyev
Ez Rêwî Me
Gotin: Îşxan Ankosî
Muzîk: Bermal Çem
Jiyana Bêdeng
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Lê Zînê
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Berfîna Garzan
Gotin: Medya Doz
Muzîk: Bermal Çem
Ho Çiyawo
Gotin: Bermal Çem
Muzîk: Memo Gül
Ax, Keserê
Gotin: Îşxan Ankosî
Muzîk: Bermal Çem
Vaye Hatim
Gotin: Îşxan Ankosî
Muzîk: Bermal Çem
Evîna Çiya Me
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
KEDKARÊN ALBÛMÊ
Produksiyon: MİR Multimedia 2016
Aranje, Rêvebir: MEMO GÜL
Studio: MİR TONSTUDIO
Tomar, Mix: HÜSEYİN ÇİFTÇİ
Mastering: TOPAZ KÖLN
Grafik: s.e.d. Tasarım
Drums: MURAT BAKRAK
Perkusyon: ÖMER ARSLAN
Bass: MAZLUM REWŞEN
Keyboards: ESER GÜL
Klasik Gitar: MAZLUM REWŞEN
Bilûr: YASİN BOYRAZ
Mey, Duduk, Zirne: KEMAL CEYLAN
Keman: ŞERVAN AYAZ
Kemançe: MIZGÎN AYAZ
Kanun: RECEP SEBER
Tembur, Sêtar, Sazbüs: MEMO GÜL
Vokal: MAZLUM REWŞEN, MEMO GÜL

GOTINÊN STRANAN
Ey Şehîd
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Bayê payîzê xemgîne îro
Bi ber ezmanên şîn ve
Baskên xwe vekiriye
Bêhna hemû demsalane îro
Kombûye li hembêza
Vê cîhana xerîb
Dîsgotin
Bi kenê te yê evîndarî
Car din geş dibe berxwedan û hêrsa gelên çiyayî
Navê te dikolin li ser dilên jîndar zarên agir û rojê
Ey şehîd tu
Dengê te yê dîrokî ye
Dikewîne êşên hemû deman
Ey şehîd tu
Dilê te yê helbestî ye
Dihewîne çîrokên rêwiyan
Deryaya heskirinê yî îro
Pêl bi pêl diherikî
Li ser axa terikî
Ev dengê tembûra te ye îro
Şax dide bi strana cangoriyên ji agir
*
Darbesta Min
Gotin û Muzîk: Arif Sadikov
Min xewneka xwe dîbû
Çile germ bû havîn bû
Min dit refê bilbilan
Ser kaniyê danîbû
Yekî pir xwîn kişyabû
Wekî min birîndar bû
Ez bûm şehîd ji bo jînê
Ew ji bo yarê bi kul bû
Dîsgotin
Darbestam sê rengan e
Bi ala rengîn pêçane
Bi xatirê te lê dayê
Ez deyndar çûm ji dinyayê
Ez bar dikim ji dinyayê
Bar dikim ji dinyayê
Bi xatirê te lê dayê
Wek şehîdek bi hezaran
Ev kul ji dilêm dernayê
Min xatir xwesti ji te
Ji bajar û çiyayên te
Ji şervan û zarokên te
Ji hemû xebatkarên te
*
Oxir Be
Gotin û Muzîk: Ferhat Patiyev
Bila rêya te vekirî be
Bila li ser te tim ronî be
Bila nebînî tu ziyanê
Bila şa bî tu bi jiyanê
Bila qet rojên tengasiyê
Nedine dû te mîna siyê
Bila her bayê azadiyê
Dil dagire bi baweriyê
Dîsgotin
Hevalê min ji bîr neke
Ew rojên xweş em jiyan
(Ew rojên bi hev re jiyan)
Bêhna xwe tu teng neke
Biparêze xwe demên giran
Ne bi vîna azad dimînim ez
Dagirtîme bi êşa mezin ez
Tenê bîranîn man wek xelat
“Oxir be!”, dibêm bi dilşewat
*
Ez Rêwî Me
Gotin: Îşxan Ankosi
Muzîk: Bermal Çem
Ez rêwî me bi hesret im
Li ser axa xwe vê biharê
Min kom kiriye hêviyên sala
Belav dikim li dem û dewran
Li vê cîhanê ez mêvan im
Li vê jiyanê ez dildar im
Ez rêwî me li te digerim
Hatim diçim venagerim
Ez rêwî me lêgervan im
Ji derdê evînê pir hejar im
Ji bejna te re rêheval im
Bextê te re ez bedhal im
Bi hêstirê çavan gul û suphan
Evîna dil min avdida
Guliyê min bûn pencên rojê
Te emrêm kir nava dojê
Ez rêwî me cîhanger im
Xalifime li te digerim
Evîndara sewda li ser im
Ez nizanim kuda herim
Ez bûm axa guldana sar
Evîna min kulilka li ser
Ew kulîlka bi dil çirpand
Tovê hebûna jînê çand
*
Jiyana Bêdeng
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Bêdengiya xwezayê û tu
Bi hevre dikenin bi xemginî
Çîroka te bênav digere
Her diherike jiyana bêdeng
Dîsgotin
Jiyana bêdeng carna qêrîn e
Carna kêlî ne her lêgerîn e
Lêvêm qerîsin nikarim bêjim
Guhdar dikim xwe bide hesandin
Bipirse ji pelên payîza hestyar
Her diherike jiyana bêdeng
Dîsgotin
Kenên di nav qefesan de mane
Zarok im li keviya tariyê de ronî me
Îro di destpêka te de veşartî me
Her diherike jiyana bêdeng
Dîsgotin
*
Lê Zînê
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Ji bêhna keziyên te
Dihonim jiyana xwe
Ji awirên çavên te
Şa dikim asoyên xwe
Dîsgotin
Lê Zînê delalê
Lehengê çalakvanê
Lê Zînê hevalê
Keça doza giranî
Stranek mezin dikim
Ji xeml û evîna te
Bi dengê te belav dikim
Li ser emr û canê xwe
Dîsgotin
Newal newal digerim
Li helbest û awazên te
Da ku carek bistrêm
Ji qefesa dilên te
Dîsgotin
*
Berfîna Garzan
Gotin: Medya Doz
Muzîk: Bermal Çem
Tu havêna şîrê helal
Strana dilê zelal
Banga dîroka jinên Kurdistan
Tu vejîna xewn û xeyalan
Dîsgotin
Bermal Bermal
Rêhevala deşt û çiyan
Çîroka azadiya zarokan
Evîndara pêşerojan
Hêrsa te şikand wan qeyd û bendan
Dilê te her weke volqan
Dîsgotin
Tu Berfîna dilê Garzan
Xezala li Minzûran
Cangoriya welatê azad
Tîlîliyên te mizgînî dan
Dîsgotin

Ho Çiyawo
Gotin: Bermal Çem
Muzîk: Memo Gül
Duet: Memo Gül
Leyzên bi kenê hêvî ne
Dika jînê dinexşîne
Çîroka rêwiyên payîzî
Li pelên dîrokê dibarin
Şervanên şanoya çiya
Dildarên welatê aza
Ho çiyawo ho çiyawo
Dengê hunera lehengano
Awazên hembêza axê
Mizgîna lat û zinaran
Stranên eşqa azadiyê
Diherikin wek rûbaran
Ew dengê newaya çiya
Wargeha cangoriya
Ho çiya wo ho çiyawo
Dengê hunera lehengano
Dîmeneke bêdawî ye
Di çavên deryaya şîn de
Kesera lawkê xerîbe
Di gewriya çiyayê Agirî de
Barana nîsana çiya
Kêliyên wêneyê dila
Ho çiya wo ho çiyawo
Dengê hunera lehengano
*
Ax Keserê
Gotin: Îşxan Ankosî
Awaz: Bermal Çem
Ax kesera li ser keserê
Birîna nuh û ya berê
Dax û dexme li ser cegerê
Pir in wek belg û şaxên darê
Kesera min axîna bêzar
Dil vediçêre weke gurê har
Çermê serê min tev pêda gura
Cênîka min daye ber buxra
Were bibe mêvanê min
Êş û janê mêjiyêm reş kir
Ez heyrana (qurbana) wan çavên reş
Kurdistana mine warê xweş
Ez bibime şevek biharê
Tu jî stêrka serê sibê
Wek berbanga ber biharê
Ser dilê min perê xwe raxe
Ax kesera li ser keserê
Birîna nuh û ya berê
Dax û dexme li ser cegerê
Pir in wek belg û şaxê darê
*
Vaye Hatim
Gotin: Îşxan Anqosî
Awaz: Bermal Çem
Te gote min va ye hatim
Ez namînim ewqas wextê
Tava sibê va derketiye
Dilê min ar pêketiye
Çavê min rêya te qetya
Xwe nagirî vir da werî
Tavê daye devê çema
Ezê çawa bikim xwe ji van xema?
Min gote te were neçe
Min bi derd kula neke hewce
Bal min rûnê bêhtir qenc e
Delalê min were neçe
Ev dilê min xişûşe
Hûr dibe weke şûşe
Bêyî te ketime deşt û çolê
Bûme kewa çiyayê golê
Çawa dikim nayî rêyê?
Halê me wê çawa bibe?
Rojê daye der ava
Ronahî nema li van çava
Min ji te re baqê gul kir
Bi canê xwe rêya te şad kir
Lê te çavê xwe ji kê re vekir?
Ez hîştime li vira tenê
*
Evîna Çiya Me
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Bi hesreta jina te
Hembêz dikim xaka te
Li Cûdî û Gabar digerim
Li kêlîyên awirê te
Li bejn û bala
Zinarên asê
Her dem bihare war
Evîna çiya me
Rêwiyê şad im, li dila me
Teyrek li asîman im
Li ser singa te difirim
Ser bask û çengên azad
Eşqa te digerinim
Li Çarçela û Cilo
Herdem dîlan im
Şervan û jîr im, war
Evîna çiya me
Rêwiyê şad im, li dila me





